Potîka Azwer / Sevgi Soysal

Ewkên li ewkan ha –mirovên li kolanan min nabînin. Hekena bi rojan e azwerên min bi potîka min ve digerim. Esirkiyeke hêwî, yeke sergêjekî, jîndar. Ez di fetloneka kolanê de sekinîm. Hahaka erebe derbas dibin. Di camên wan de riwê min î helesor î hêrsok, derbas dibin. Ez tam sê caran di derbasoka peyayan re derbas bûm. Polîsê tirafîkê jî ez nedîtim. Ez ber bi wî qîriyam, “Lembe… Lembe!” Bêhna min fireh nebû qet. Hêrsa min di qevzên min de. Hêrsa min ji mêran re, ji mêran re, bêhtir ji wan re ye, ji wanên hijxwekirî, dîsa hijxwekirî. Artêşa xemsaran, nofo nofo derbas dibin, bi çakêtên yekpişkok, du pişkok, sê pişkok. Kêmek jî be hêviya min ji yên bêyî çakêt, bêyî krewat hebû, lê belê tenê nagerin ew -qelsemêr. Ez rast nehatim ha, rastî hinekan nehatim –Rast-bêm-jî, rast-ne-yêm-jî, em- di-çin nê-çîr-ê.

Ez hatim rawestgehê. Jinên xwedî zaro, jinên xwedî çente bê zaro, çenteyên bê jin, keçikên benîştcû, porkurên benîştcû tim disekinin. Sekina bi wan re. Baran bibariya, hatibûna şûştin ev rawestgeh. Du xwendekarên lîseyê li keviya peyarê rûniştine. Ew jî disekinin. Ez çûm cem wan. Bi liva destê xwe “Rê vekin!” min ji wan va. Wisa xweş di navbeyna wan de min cihê xwe xweş kir. Çavê wan çû nava serê wan, şaqiz man. Yekî got, “ewk” got,“otobûs” yê din got, “em nemeşin.” Bi herdu destên xwe bi hev re min riwê herdukan mist da. Ji yê li rastê re, “Riha te hişktir e,” min got, “Çima bi gûzanê traş nabî?” awirên herdukan jî li ser şimikên min qurimîbûn. Min pêçiyên piyên xwe lebitandin. Rabûn, bi bayê bezê dûr ketin. Min li kesên li rawestgehê nihêrt, çûbûn wî aliyê peyarê. Qey bi min re disekinîn, diwêrîn bisekinin? Otobûs bihata, min şanî wan bida. Otobûs hat û xwe da ber peyarêya WAN. Ez rabûm ser xwe, min dawa xwe li ba kir.

Ma ev bajar cihê serderkirina azwerên min bû. Ev bajar kolanek bi hat û çû bû. Hatin û çûna kesên ji herdu aliyan ve. Sê çar camekan, nizanim çend avahiyên nîvco û ji wan bêhtir navendên partiyan bû. Sûc hemû sûcê potîka min bû. Heke wisa xelek xelekî nebûbûya min ê azwerên xwe bi serçivka wan ve nealiqandibûna, min ê nikaribûya. Min xwest bibim stûneke nû ya troleybûsan, mekîneyeke rêçêker. Hingî wê binihêrtana. Wê xwe ranegirtana nenihêrin. Mecbûrê vê bûn. Debara wan li vê bû.

Ez di kolanekê ji herdu kolanên ku bajar pê dibû bajar re bi hewa ketim. Gava gihîştim serê gir bajêr ronahiyên xwe vêxistibûn. Me weke lihbokan lev mêzand.

Ha qezenca îro –qulika mezgelê- qezenca vê roja sergêjek û sernerm di binê piyê min de bû. Min li ber serê qulikê çok da. Azwerên xwe yeko yeko ji xelekên potîka xwe vekirin, di qulikên mezgelê de berdan xwarê. Tevlî qirêja bajêr bûn, ox xweş! Min got, “Ew qas.” Ew qas bû.     

Werger: B.Ronîzêr

Zilamê Nelazim / Sait Faik

Tiştekî ecêb li min hatiye. Çavê min kesekî nabîne, ez naxwazim kesek li deriyê min bixe. Heta bi posteçiyên ku mirovên herî xwînşîrîn in li dinyayê… Ez ji taxa xwe gelekî memnûn im. Ez bêjim ev heft sal in jê derneketime, wê ne derew be. Tu dostê min jî nizane ez li kû me. Taxa ku dibêjim; ev heft sal in –ji xeynî serê sê mehan carekê ku dadikevim Bakırköyê, ji bo standina kirê- ez lê rûdinim, di nav sê çar kuçeyan de ye.

Taxa min ji sê kuçeyên hevterîb, kuçeyeke din a ku wan rast dibire, û yeke ku bi temamî ji wan serbixwe ya ku ez lê me –lê wisa kurt û teng e ku ne hêja ye mirov bêje kuçe- pêk tê. Li gor girîngiya wan min nimroya 1, 2, 3, 4 daye wan. Kuçeya min bê nimro ye. Dilê min qabil neda nimroyekê bidimê.

Di binê avahiya ku tê de rûdinim şîrfiroşek heye, li pêşberî wî du xerat. Tu caran îşê min bi xeratan çênebûye. Ez dimênim heyirî bê çawa debara xwe dikin. Heta êvaran di keft û leftekê de ne. Naxwe qey hemû kes ne weke min e: Erê lê, tam çil û heşt sal e îşê min bi xeratekî çênebûye. Ez şaş û metel dimînim ku li Stenbolê îşê hinekan bi xeratan çêdibe. Bi ser de jî kî zane bê ka çend xerat hene li vê devera ku jê re Stenbol dibêjin?

Sibehan çawa ku ez rabûm qista qehweyekê dikim. Ev qahwe pir û pak e, ji heft heşt maseyan pêk tê. Mirovên bêdeng tên û diçin. Ji xwe re li keviyekê bi bezîk, kaptıkaçtı[1] û  kişikê dileyîzin. Xwediyên qehwê xanimeke bavcihû û Frenk in. Xanimeke ku qenciya wê têra dinyayekê dike. Çawa ku ez ketim qehweya wê:

-Bonjur madam, dibêjim.

-Bonjur mosyo, dibêje, komantalevu?

Bersiva hewce didimê. Ew, bi vê bersivê dilrihet nabe. Bi Fransewî gotinên herhal gelek xweş ji min re dike. Ez hinekan fêm dikim, hinekan nakim. Çiqas vıy[2] hewce be dibêjim, di navbera van vıy’an de ji bo tevlîhevî çênebe du no’yan bi cih dikim. Em wisa xweş li hev dikin. Rojnameyeke Fransewî dixe nav destê min. Ez jî li wêneyên tê de dinêrim, peyvên ku fêm nakim li deverekê dinivîsim, piştî ku çûm malê û min li ferhengê nihêrt fêm dikim, sibetirê gava têm û rojnameyê ji nû ve dixwînim, dibêjim “erriik”.

Madam dibêje:

-On kapûçîna?..

Ez pêşî dibêjim:

-Erê.

Paşê ji bo bibe Fransewî sesa’yekê pêve dikim. Madam gelekî kêfxweş dibe. Bi Elmanî dest pê dike bê çawa kapûçînaaya xwe çawa çêdike:

-…

Saet ber bi yazdehan bi kaşikê piçûk re hildiperikim, digihîjim riya tramvayê, li milê çepê difitilim, dikevim pirtûkxaneyekê. Li wir rojnameyeke wêneyî dikirim. Çawa ku ji pirtûkxaneyê derketim, di bin çengê min de rojname, berê xwe didim kuçeya me. Ox! Çawa bêhna min tê ber min ku ketim kuçeyê. Mirovên kuçeya me tiştekî din in; naşibin mirovên vê riya tramvayê. Ez ji mirovên vê riya tramvayê ditirsim.

Vê pêlê gelek caran dilê min naçe xwarinê. Li taxa me şorbepêjek heye. Mirovekî paqij e, şorbeya wî jî tamxweş e. Dikana wî naşibe wan şorbepêjên pîs. Kaseyên wî entîka ne, şorbeya wî jî spî ye weke berfê.

-Bila terbiyekirî be, Mansur Beg? dibêje.

– Bila terbiyekirî be, Bayram, dibêjim.

Her şorbepêj li ba min Bayram e, navê wî dixwaze Bayram be, dixwaze Muharrem be.

-Ez sîrke û sîrê biximê, Mansur Beg?

-Îro nexiyê. Pêr piçekî li min nehat; nava min pê qolinc kirin. Bila kurik lîmonekê bistîne, biguvêşiyê.

-Nîvekî lîmona we ya wê rojê dimîne.

-Na lo?

Layî zarokekî kêfa min tê ku nîvê lîmonê maye, bê henek. Bayram jî layî zarokan kêfxweş dibe ku lîmon hilandiye û dibîne ez kêfxweş dibim, bê henek.

-Ez nîveke lîmonê tevî biguvêşimê, Mansur Beg?

-Erê, biguvêşiyê, Bayram! Bila wisa tirş tirş be.

Ez şorbeya tirş tirş dixwim û diçim odeya xwe. Ferhenga Frensewî li ber çavê min e, di hewldana ku nîvîsên li jêr wêneyan bikim Tirkî de di xew re diçim. Kite bi kite saet di çar û nîvan de şiyar dibim. Çar û nîv saeta min a gerê ye. Ji malê derdikevim, li milê rastê difitilim, derbasî kuçeya yek nimro dibim, bêyî ku bigihîjim riya tramvayê di peyarêya çepê re bi lez xwe digihînim kuçeya bi nimroya duyan ku hevterîba kuçeya me ya yek nimro ye.

Ev kuçe herî ye, teng e, pîs e. Li aliyê rastê meyxaneyek, jê wêde nanpêjek, piştî nanpêj jî restorantek heye. Bi min jî wilo tê ku li vê restorantê xwarin û fêkiyên qedexekirî tên firotin. Her êvar heman zilam û pîrekên melankolîk û xerîb tên. Belkî jî goştê beq, mişk, qijik, pisîk û mirovan dixwin. Gava ez ji wir jî borîm êdî digihîjim serê kuçeya me. Li milê rastê difitilim; ji jinika fêkîfiroş re, “Merheba” dibêjim. “Merheba bego!” dibêje. Çavên wê pir xweşik in. Ez dudilî dibim ku berê xwe bidim kuçeya li milê rastê… We got çima?

Ez bêjim: Di gereke xwe ya ji van gerên berêvarkî de… Helbet mirov gava digere wê li hawîrdora xwe binêre, di rê de wê bisekine û li vîtrînan temaşe bike, li rûyê yekî/ê binêre, wê hêdî hêdî bimeşe. Ez yekî ji van nakim. Gava dikevim vê kuçeyê lingê xwe sivik dikim, serê min di ber min de dimeşim; wilo li xwe datînim ku bêhna min teng be û mecbûr bim di vir re biçim. We got çima? Ez ê jî qala wê bikim:

Ezbenî, di maleke ji van malan de keçkokeke cihû ya lihevhatî (di çavekî wê de tewegozî heye, lê ne xem e!) heye, wekî wan pîrekên berê gotî, destên wê wisa xwaromaro ne ku tu dikarî li ser wan findiqan rûnênî, pêsîrên wê gir î girs in, di devera ku kirasê wê di navbera pêsîran re digihîje hev esmeriyeke piçekî qirêjî ji hev vedibe û digihîje hev, keçkokeke pir sivik, çirtikî. Di şibakeyeke du baskî de rûdinişt, tiştin didirûtin. Carcaran derdiket ber derî, bi saetan li çap û rastê dinêrt, heke kesekî xwe lê girt bi wan re mijûl dibû, çelçel dikir. Herweha paqên wê stûr stûr bûn, zexm zexm xwe berdida ser wan. Cihûyên esmer jî xwedî delaliyeke cihê ne… Ewqas min dixwest ku carekê ji paqan wê keçikê maç bikim di emrê xwe de…

Rojekê di wê kuçeya her car re berjêr dadiketim. Keçika cihû li ber derî bû. Xeratê li pêşber jî li ber deriyê xwe. Çawa ez gihîştîm texma wan xerat kete pêşiya min, got:

-Ka hêde, kundirê mîranî! Ez careke din bibînim di vir re derbas bibî, ez ê çavê te derxim!

Piştî wê rojê jî derbasbûna di wê kuçeyê re ji min re bû xwerhek û kete canê min. Lê di wan êvarên pêşî de ji bo di wir re derbas nebim, ji bo xwe bigirim ma çi tevzînok li bedena min negeriyan! Ha min digot daweşand ser çavê min, ha daweşand!.. Çi roj bûn ew roj!.. Bi salan bû min dilê xwe ji wan tevzînokan re girtibû. Bi rojan dilê min weke hev lê dixist, piçekî zêde nedibû. Min dîsa jî dijimart. Her şêst û sê caran, her şêst û sê. Carinan dadiket şêst û duyan. Hevalekî min î dextor got, “Gava mirov dimeşe lêxisrtina dil tê qeysa xwe.” Pa çênabe ez di nîvê kuçê de bisekinim û rajena xwe bipîvim!.. Lê piştî bêhnvedanekê; min kapûçînaya xwe bi ser xwe de kir, gava min dît li hawîrdor kesekî ku bala xwe bide min nîne, min saeta xwe bi dizîka derxista temam bû: Şêst û sê. Ne jinekê berê xwe dida min, ne ji min re xem bû ku kîloya porteqalan ji pênc qurûşan bi carekê re derketiye bîst û pênc qurûşan. Min bi pênc qurûşan dixwarin. Ku bi bîst û pêncan be bi xatirê porteqalan jî! Piştî ku ez ji kuçeya bi nimroya sêyan jî xeyidîm, wekî ku ji Stenbolê xeyidîme, gera min a berêvarkî jî tamsar bû demekê. Ez bûm wekî girtiyekî di nava du kuçeyan de. Lê bêhna min teng nebû. Ya rast taxa min aram e, aram e lê taxeke şen û geş e jî. Ma taxeke ku nîveka wê Levanten û cihû bin bêyî şen û geşiyê dibe! Vêce cihû!.. Çi mirovên qenc, xwînşîrîn, şen û geş in, bi jiyanê re li hev in!.. Cihûyên taxê ne ji dewlemenda ne, ya rast tu danûstandina min bi dewlemendan re nîne. Porteqalfiroşê min roja ku çil pere zêde ji min qezenc bike, dibe mirovê herî kêfxweş, navê wî jî Salomon e. Gava ji ber bihatiyê ez tiştekî jê nekirim û biçim, di pey min re ne wisa xerab dinêre, ne jî gava bihayekî kêm dibirim di ber xwe de dike hime him. Berevajî vê, bi ya min dike.

Dibe êvar. Ez ji perdeyên madama me fêm dikim ku bûye êvar, gava perdeyên gulgulî dikişîne ber camekanên pastexaneya xwe. Ronahiya zeravî li hundir pê dikeve. Pêşî madam elektrîka xwe vedike. Paşê Salomon mûma xwe diçikîne li ser sindoqa porteqalan. Paşê lakerdafiroş kordona empûla bi hêza 300 mûmî dixe pirîzê. Pîvaza xemrî ya sor ku dihat birîn wekî boyaxa lêvan, cîlaya neynûkan xweşik dibiriqî. Lakerda; dişibe goştê kemaxên jineke Rûm a esmer û qelew!..

Gava ji meyxanê derdikeve wekî bêsiûdiya metresên ku hatine terikandin nêzî min dibe, dikeve kuçeya min. Kuçeya min a reben!

Di kuçeya bi nimroye yekê de du meyxaneyên biaheng hene. Li pêşiya wan texsî radiwestin. Di navbera texsiyan de şifêr, qehbik digerin. Ew hesinê direjik ê spî yê bi pêşiya otomobîlan ve, hesinê ku ji min kirî paratoner e ji bo parastina ji birqê, ku paşê hîn bûbûm entên e lê dîsa bi dîtina pêşî re dixelitim, di baranê de layî birûskê dibiriqe.

Ez ji dûvê piçûçik ê otomobîla layî hûtekî; ji wê hejîna hîsterîk û zirtbêj hez dikim. Ez li pêşberî şorbepêj li ber baranê radiwestim, şewqeya xwe bi ser guhê xwe de dikişînim, te digot qey ez ji welatekî ku xelaya jinan lê heye terkeserî van deran bûme û li jinikeke ku şevekê pêre derbas bikim, derdê xwe jê re bêjim digerim, bi çavên xwe yên xerab ku guman dikim gir bûne, li hatûçûyê temaşe dikim…

Piştî deh deqeyan zilamekî gelekî ji min pîrtir derbas dibe. Ev zilam yekî gir î layî fîtekî ye. Simbêlên wî tayên spî ketine wan. Pora wî qet neweşiyaye, lê spî bûye. Şifêr gava wî dibînin, dibêjin:

-Wey xalo, merheba.

Ew:

-Merheba xwarzê, dibêje!

Paşê çend malikan ji Fuzuli dixwîne. Piştî ku zilam diçe, şifêr dibêjin:

-Mirovekî xwende ye. Lê xuyê wî xerab e: Miriyê keçikên piçûk e. Ne keçikên piçûk û herî beredayî bin bi wan qaîl nabe, aqilsiviko!

Zilam berê xwe dide gazînoya pêşber. Qasekê piştî wî ez jî diçim wir. Ew diçe tam li pêşber komika muzîkê rûdine. Ser û cilên wî pir û pak in. Destên wî, pora wî, simbêlên wî guhdayî ne. Di mêzandinê de ji pêncihî ne zêdetir e. Di şanoya piçûk de yek, du, sê, çar, pênc jin hene. Xalo çavê xwe berdide ya herî ciwan. Ew jinik kokteylê bi xalo dide standin. Şerbeteke hinaran a ku çar pênc dilop îspîrtoya tuwaletan têkel kirine tînin. Careke din tînin. Zilam gazî keçika giloverik, çavşîrîn, xwînşîrîn dike, ewa ku li navê xizmetê dike, tiştinan di ber guhê wê de dibêje, paşê êdî ev zilam dihênije. Enîşka xwe datîne ser masê, radize. Tenê gava kemanjenê bi berçavka reş carinan di navbera dengê nizm ê jinan re ji nişka ve dengekî sewsî belê li gor ededê ji kemanê dibilîne û dest bi serhewayekê dike, çavên xwe vedike û dibe “Haho haho!”ya wî. Bekirê garson behsa wî dikir: Dibêjin serê xwe datîne ser singên keçikên ku bi wan re derdikeve, digirî, radize, stranan dibêje, helbestan dixwîne. Ji van kirinan ya şeşan (mesele kenîn) qet pêk naye. Zilam paşê dîsa radize. Êdî hew guh dide qareqarên ebebozê navdar ê ku weke birûskê dikeve meyxanê û nizam ji kîjan taxê ye û ji bo kê vê dike; şevên ku xwediyê meyxanê yê laz yek du ebeboz avêtin der, camên meyxanê şikestin, ew radize. Heta hinek şevan gava zirnevanê girs î ciwan bi berf û baranê re dikeve hindir, zirnevanê pir qelew ku dêm, stû, por, simbêl, berstûka sakoyê wî di xwêdanê de dimînin, pişkokên şalê xwe digire, li şûna stranbêjekî ku rabûyî an jî gava ew dîtî ji kubariya xwe, belkî ji rihê hevkariyê rabûyî, rûdine, rûdine cihê xwe xweş dike û bi dengekî zirecêb dikwîtêne zirnê jî, ew şiyar nedibû. Ev zirnevan, leyîstika mûzîkjenan a dawî ye. Saet li dora yazdehan tê. Li ser paqên xwe yên stûr, kurt, qelew xwe dipîve û dimeşe, sakoyê xwe yê berstûk qedîfeyî ji xwe dike; datîne quncikeke salonê, bi bejna xwe silavekê li kemanjenê kor dike. Dumbelekçî di guhê kemanjen de silava wî radigihîne. Qanûnjenê ku rûyê wî di pişt stranbêjan de kêm caran dixuye, rûyê ku gavek berê traş kiriye û şap lê daye ji nişka ve ji milyon deverê diqermiçe… Zirnevanê me jî li cihê xwe rûniştiye. Qey pişkokên pêş ên şalên wî nînin? Yan ji ber qelewiya wî her car jê dikevin? Di wê devera wî re rîşrîşokên kesk ên stûpêça wî derdikevin. Yê ku wan dibîne dikene. Xwediyê gazînoyê bi çav û birûyan îşaret dike. Zirnevan bi rûşermî radibe ser xwe. Qederekê pişta wî li mişteriyan şalê xwe dide hev, dîsa rûdine, kêlîkekê li vî alî wî aliyê xwe dinêre. Paşê ji berîka xwe qotîkekê derdixe. Heçî nizane wê bêje qey wê çixareyekê bipêçe –nexêr, pîpikeke qamîşî ya zirneyê derdixe, wê dike cih, ya herî guncaw, an jî wisa li xwe datîne ku îşev wê ya herî baş derxe. Ez her car di vê kêlîkê de radibim.

Ev heft sal in ji xeynî vê kuçeyê neçûm tu devera vî bajarê Stenbolê. Ez jê diferihim. Wekî ku wê min bigurênin, lînç bikin, min bişelînin –çi zanim tiştine wilo- wisa bi min tê û diheyirîm. Li deverên din xwe xerîb hîs dikim. Ji her mirovî ditirsim. Kî ne ev mirovên kuçe û kolanan? Ev bajarê xopan, çawa ji mirovên jev re nenas tije ye. Heke wê ji hev hez nekirana mirovan çima ev bajar di zik hev de çêkirine? Hişê min nagire. Ji bo hev kêm bikin, hev bikujin, bixapînin? Çawa ew qas mirovên ew çend ji hev cihê, ew çend ji hev re nenas di bajarekî de dijîn?

Tax çawa be dîsa tax e. Dibe ku dikana min bişewite, dibe ku birçî bimînim. Lê bi min wisa tê, şorbepêjê ku nîvro ez li cem wî şorbeya terbiyekirî û lîmonkirî dixwim, heta ez bimirim wê min têr bike. Salomonê porteqalfiroş çawa ku porteqalên xerabûyî dide zarokên pêxwas ên cihûyan, gava ez derbas bibim wê du heban bike mista min jî. Wan rojan belkî cilên min kevin bibin, madam min nexe hundir lê; madama pastexanê li ber derî wê kapuçînayekê bide min.

Ev hemû xeyal in, lê ha wisa ez ji taxa xwe hez dikim! Ez qet naxwazim nasên xwe yên berê bibînim jixwe. Carcaran ez li taxê rastî yekî ji wan têm:

-Wey tu û ev der, ha?

Pişta min xûz dibe, wekî ku bêjim “Ma çi bikim?” li wan dinêrim. Dibêjin:

-Kî dizane tu çi karê qulopilo dikî.

Paşê:

Ûlan! Te dev ji serserîtiyê berneda û hew. Dilê serserîtiyê ye, min dev ji xwe berdaye, hê jî nakeve serê wan. Hinek ji wan jî dibêjin:

-Ez bi te dizanim, xenzîr, kî dizane dîsa tu li dûv kê yî?

Min dûvê xwe berdaye. Lê ez li ser wê dostika xerat dimirim, ew keçika esmer a cihû, çavekî wê tewegozî bûyî û destên wê xwaromaro. Kî dizane çi deverên wê yên xweşik, deverên bêhnxweş hene ji xeynî paqên stûr.

Duh min kir dilê xwe ku wisa ji xwe re ji taxê derkevim. Min ji Unkapanı lê xist, di Saraçhanê re derketim. Stenbol gelekî guheriye. Ez şaş û metel mam. Piçekî li xweşiya min jî çû:

Asfalta paqij, riyên fireh… Min nedizanî, ew kemera avê çi tiştekî xweşik e wisa! Kîlometreyekê ji dûr ve çawa wekî gerdeniyekê dixuye! Medreseya Gazanferağa li balê ye, pir şîrîn e, spî spî ye. Min park dîtin, dar dîtin. Mirov dîtin. Bi tirs geriyam. Heta bi Kıztaşı çûm. Li Fatîhê min berjêr xwe berda. Gihîştim Saraçhanê. Min dît rûxîner hilkişiyane ser avahiyekê, hildiweşînin. Li van deran hemamek hebû, min got di ber xwe de. Ew hemam bû ya dihat hilweşandin. Di wê gavê de xwerhek ket laşê min, xwerheke xweşûştina li hemamê.

Êdî çi dibe bila bibe, carekê me xwe hetikand, ez ê wê jî bêjim: ew heft sal bûn min xwe neşûştibû. Heta xweşûştin neketibû bîra min. Xwerhek kete canê min, xwerheke çawa!.. Min got qey spih ketine laşê min. Ez ketim hemamekê min wisa xwe şûş, wisa şûşt! Qirêja laşê min bû fitîl û ket. Lê ez ji xwe re rihet bûm. Min çawa xwêh daye, çawa xwêh daye! Min destê xwe avêt kû dera xwe parçeyek pê ve ma, êdî nizanim çerm bû, yax bû, an qirêj bû. Ez mam heyirî bê mirov çawa ew qas qirêj digirin… Wisa qalikeke mirov çêdibe ji qirêjê, bê henek.

Ez ji hemamê derketim, min xwe avêt tramvayê. Min ji xwe re digot, ez xwe bigihînim malê û paşê êvarê serekî li aliyê Teşvikiyeyê jî bidim. Ez vegeriyam malê. Çawa min li ser nivînan xwe dirêj kiriye razama, çawa razama û rabûme bîst û çar saet çêbûye, ez pê nehisiyame. Gava ez şiyar bûme saet didoyê roja din bû. Kêm zêde bîst saetan razabûm. Rast û rast min ajot ba şorbepêj.

Bayram got:

-Maşele, rengê te pir xweş e Mansur Beg.

Çênedibû bêjim, ez çûme hemamê. Min nexwest sîrê bixe şorbeya min. Min gera xwe kir. Gava reş diket erdê gihîştim Maçkayê. Ew der jî dinyayeke din bû… Di vegerê de min got ez biryara hesft salên din ku ji taxê dernekevim bidim, çênebû. Ez şaş mabûm ji ber vê jiyana xwe ya herdu rojan a sewesî. Di navekê de ez çi fikirîm, hûn zanin? Ez vî xanî û dikanê bifiroşim. Ew gazînoya ku muzîkê lê çêdikin hûn pê zanin, ewa min behs kirî? Li wir, ew keçika ku li sîparîşên derve ji rê dibirin –ya ku eniya wê teng bû- ez wê bi metresî bigirim. Salekê dûvre jî bimirim.

Li vapûreke Boğaziçi siwar bibim rojekê. Li texma Bebek û Arnavutköyê ji ser qenepeyê li paş rabim, li derdora xwe binêrim; heke kesek nîn be, xwe berdim nava behrê.  

Werger: B.Ronîzêr


[1]Navê leyîstikeke kaxetan e(NW).

[2] Nivîsandina resen ‘qui’ ye, tê maneya erê(NW). 

DI KEŞTÎYEKÊ DE / Ferit Edgü

Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976’an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in.

Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne.

F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e?

Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê.

Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî,  kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye.

Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye.

“Ew çend dûr in kêlîk

gava bîr dixitime

ew çend nêzîk in

wê sermaya wê şevê dijîm aniha

ew velerzîn di bedena min a pîr de ye aniha

lê dîsa jî ne heman serma, heman velerizîn e.

Tişkek kêm e.

Wê şevê jî tiştek kêm bû.

Bi tevahîya emrê min tiştek ji min kêm bû.

Tu caran ez bi ser ve nebûm.”

Di Keştîyekê De, Ferit Edgü, çîrok, 112 rûpel, Wergêr, Brahîm Ronîzêr, Wêşanxaneya Lîs 2020

ISBN: 978-605-7535-57-3

Du weraqe û Nîv / Orhan Kemal

Dîsa rewşeke ku qet jê hez nake! Hezar carî ji xwe re gotibû ku “Ji vir û pê de ne gava siwar bûm, gava peya bûm ez ê haqrê bidim!”

Çênedibû, çênedibû. Xwedê bela xwe bide. Berî niha ne carekê, ne pênc cara belkî deh, panzdeh, bîst cara ketibû vê rewşê, bi şifêr re devjenî kiribû. Ya qenc ew bû ku gava gihîşt qonaxê û dikir ji dolmîşê peya bibe haqrê bide. Demekê wisa kiribû. Lê vê carê, vê cara paşî… Rawestgeh qelebalix bû. Çend kes beziyabûn, bi şiplî xwe avêtibûn nava erebê. Du kes li çepê wî. Li milê rastê bû. Perê wî ê hûrê hûr dido û nîv bû. Gava rêwiyên din haqriya xwe dabûn wî jî bi wan re kiribû, dido û nîvê xwe dirêj kiribû. Şifêr rahiştibû pera, perê ji ber dido û nîv, pênc weraqa mayî yên rêwiyên din li wan vegerandibû, lê yê wî… Di vê navê de heke yê li milê rastê peya nebûya û  yekî din siwar nebûya nehatibûya li cihê wî rûnenişta heye ku şifêr perê ji ber mayî lê vegeranda. Ji ber ku ev ededa wî bû. Lê gava rêwî gotibû “Cağaloğlu” şifêr pê re mijûl bûbû, perê ji ber dido û nîva mayî ji bîr kiribû.

Aniha divê çi bikira? Bigota “Ezbenî, we perê ji ber dido û nîva mayî ji bîr kir!” Belkî şifêr li erza wî bixista “Tu çi zanê min ji bir kiriye?” Li erza wî nexista jî, rêwiyan wê weha lê binihêrta, heye ku di dilê xwe de weha û weha bigotana “Pe’k çi miriyê pera ye!”  Nedixwest kesek di derheq wî de weha bifikire, digel vê ji nihêrtinên bi maneya van fikran ên di bin çavan re nefret dikir, cinê wî tanîn dora wî.

Li yê rastê mêzand: Yekî girsepoz, qirikkişiyayî bû. Ne ji began lê ji efendiyan. Yên weha zimandirêj in. Serê xwe ji hemû tiştî têşînin. Ji miqersiyê pir hez dikin. Herweha ji şifêr re bigota “Ezbenî, we perê ji ber dido û nîva mayî ji bîr kir…” ew mêrikê girsepoz, qirikkişiyayî wê bi wî hawî di bin çavan re binihêrta. Bi erzşikên “Çi ye tu dinêrî?” bigota, wek navê xwe dizanîbû wê  “Ma ji çava re qedexe heye?” lê vegeranda.

Careke din li mêrik mêzand, weke ku gotibe “Ma ji çava re qedexe heye?” jê qeherî. Di dilê xwe de got:

“Heye!”

Wekî ku besiva “Yok canım?”* standî bêhtir hêrs bû. Dîsa di dilê xwe de:

“Canê te nîn be tu çawa dijî?”

“Wax çi henekeke tamsar. Lawê min henek îşê mirovên zîrek e. Lê tu…”

“Lê ez?”

“Tu kundirek î!”

Tam di vê navê de rêwiyê li milê çepê jî ji bo peya bibe ji şifêr re dengê xwe hilda. Erebe rawesta, yê li çepê wî peya bû. Xwe bi aliyê cihê valabûyî de da. Yê girsepoz, qirikkişiyayî jî kete navbeynê. Li serê rastê rêwiyekî nû. Ew ê jî biçûyê Cağaloğluyê. Weraqeya bi tenê dirêj kir. Şifêr pêncih qirûş di ser milê xwe re li rêwiyê li milê rastê vegerand. Şifêr dido û nîvê wî bi temamî ji bîr kiribû. Di navekê de:

“Ezbenî, we perê ji ber dido û nîva min mayî ji bîr kir!” kir bibêje, dev jê berda. Belkî jî mêrik ê weha bigota:

“Dido û nîva çi?”

Dikir bifetisî. Wekî ku bira şifêr ev bersiv dayî aciz bûbû. Di dilê xwe de:

“ Te dî, wextê ez siwar bûm min da!”

“Nayê bîra min”

“Çawa nayê bîra te? Naxwe vira dikim?”

“Ma ez vira dikim?”

“Di vî îşî de me çi dît çi nedît..”

Wê gavê, wê gavê dê xwe ranegirta û hiş ji serî biçûya:

“Tu, min û wan dike yek yanî?”

Belkî şifêr bi kêleka rastê ve xwe nîv bifitilanda:

“Tu çi yî? Bîjiyê bîjî? Tu sextekar sextekariya xwe qebûl nakin. Hele tu bêje, wê dev û rûyê te ve bigihe!”

“Êê”

“Êê ya çi Panayot!”

Erê, weha bi şifêr re devjenî bikira wê çi bibûya dawiyê? Wê biketa qereqolê?

Ji nişka ve berê wî kete neynika şifêr: Şifêr têra xwe hebû, yekî li ser xwe bû. Bi wan simbêlên ji ser ve û ji bin ve hatin ziravkirin jî dişibiya kûçikekî. Ku pê re devjenî bikira wê ji ser dîreksiyon peya bibûya, bi berstûka wî bigirta, belkî jî kulmek, seriyek…

Axînek kişand. Ev, qet ne ya ku bixwesta bû. Dev û rûyê wî di xwînê de, ser û cilê wî di tozê de mayî biçûya qereqolê, bibûya dawedar li ser şifêr… Bi ser de rêwiyên li milê rastê û yên li ba şifêr jî wê aliyê şifêr bigirtana. Wê gavê şifêr ê bigota: “Heqaret li min kir Komser Beg!” wê yeko yeko bahsa tevgerên wî bikira, mişteriyan jî wê li ser bikira ku, him perê wî wê bimane him jî ji ber heqareta li şifêr kirî dibe ku dawe derheq wî de vebûna, wê qenc bixisiriya.

Loma, baştir e ku dev jê bedre, behsa dido û nîva xwe neke, ji nû ve pêncî qirûşî bide şifêr. Xwiyaye ji bîr kiribû…

Ji berîka perê hûr a şalê xwe dido perê zer ê bi bîst û pênca derxist, xiste mista xwe. Piştî kurtedemekê ku gihîştin Cağaloğluyê gava bikira peya bibe wê pere bida. Wê bida, lê çima? Riya bi pêncî qirûşî çima wê bi sêsed qirûşî biçûya? Qey enayî bû? Gava pere dixistin berîka xwe di ber çavê wî re pevçûn, qereqol, şadetiya mişteriyan derbas bû. Betal kir, pere nexistin berîka xwe. Sohrek lêdan bixwara nexwara biketa qereqolê heye ku sûcdar derketa, hele ku topa heqaretê ya li şifêr kirî jî biketa ser ne sê weraqe, kî zane çend sê weraqe wê biketane nav meselê.

Çavê wî dîsa çû ser rûyê kûçikê şifêr:

Di dilê xwe de got “Xwedê bela xwe bide te, kûçik kurê kûçika. Ji rûyê te xwiyaye tu çi gû yî. Heram be, kerafî be, tu nexwî inşeleh. Bibe haqê îlaca. Haqê îlacê zaroka te -heke hebe- ya ku herî jê hez dike!”

Gihîştibûn Cağaloğluyê:

“Ez li cihekî musaît peya bibim!”

“Baş e bira..”

 Şifêr erebe bi aliyê musaît de da û sekinand. Wî, tam dikir pêncî qirûşê di destê xwe de dirêj bike, şifêr perê ji ber dido û nîva mayî dirêj kir:

“Kerem ke bira, dido weraqê te!”

Rahişte wan. Bi gavên ku li hev dihelbilîn bi lez dûr ket. Soro moro bûbû, ji xwe şerm dikir. 

*Na lo

Werger: B.R

Nayê Jiyîn / Yusuf Atılgan

“Rabe, rabe” digot yekî, min dibihîst. Dêma min a çepê dişewitî. Ew dêma min bû ya ku mêrik lê xistî. Bi çembilê min girt û ez rakirim. Bi kotek ez rabûm. Pênc şeş kes çikiyabûn, li min dinihêrtin. Û zarokek jî hebû. Min tev dîtin di awirvedanekê de. Çavên wî diçûrisandin. Çavên dikandarê ku wê roja ha min sicûq jê kirî hatin bîra min. Min ê xwe ranegirta; kedereke giran di nava min de bû. Ji nişka ve kete bîra min. Gava bigihîştama malê, min ê xwe bikuşta. Bêhna min fireh bû.

Yekî ji yên çikiyayî got, “Hedê te ye tu çav berdî jina xelkê.”

“Derew e,” min got bêgane.

Kenîn. Zilamê li ba min got, “Hiş bin, hiş! Çi ye hûn dikenin? Ka belav bibin hûn.”

Toza li ser min dadiweşand bi destê xwe. Min ew nas nedikir. Pêşî zarok meşiya; dûvre yên din. Tenê em herdu man. Toza li ser min dadiweşand seraqet. Rûyê min dişewitî.

“Ez Elî me,” got. Elî ye.

“Elîyek hebû li Manîsa…”

“Ez ji vir im,” got.

Vêga yên ku di kolanê re dibuhurîn li min nedinihêrtin. Kulma ku min xwarî nedîtibûn.

“De bi xatirê te,” min got.

Ez ê biçûma. Bi çengê min girt.

“Nabe. Bi rûyê te ve xwîn heye. Odeya min ha va ye li vê derikê ye, were hema em paqij bikin,” got.

Em meşiyan. Em di derencên darîn re hilkişiyan. Odeya wî li qata diduyan bû. Xwiyabû bi tenê dijî. Bi dîwêr ve rismê jineke ciwan hebû. Ez fikirîm ku yeke porzer e. Gava rûyê min bi îspîrtoyê paqij dikir pirsî.

“Çima li te xist?”

Min jê re vegot. “Ez ji kar vedigeriyam. (Min qala tiştên ku li wir bûbûn nekir. Weke her roj bû. Ti cihêtiya tiştên îro nîn bû. Lê min îro biryara xwe girtibû. Gava ez çûme malê min ê xwe bikuşta. Min ev negotin). Jinik ji wê ve dihat; dêhnê yeke nas lê diket. Lê belê hevnasîna min û tu jinan nîn e. Di nîvê rê de min kir ku rawestim. Min mêrikê li kêlekê nedîtibû. Li aliyê min î çepê xist. Ha ev e.”

“Hov in, hov,” got. “Gava jinikek li ba wan be dibin şêr. Riya xwe li te dîtiye.”

Qama min kurt e. Quto me. “Qamqutiko,” digot bavê min, ez  diqeherîm. Lê ez ji wî neqeherîm. Ez rabûm ser xwe.

“Dev jê berde,” got.

Min dev jê berdabû. Ez derketim. Li ber derê menawan tije firengî, guncik bûn, dûvre zebeşên bi xetên gir ên spî, keskê tarî. Ev ji bo yên din bûn. Ez cihê bûm. “Tu cihê yî,” digot mamoste; serê wî di ber de nixwîn wekî ku ditirsiya gotineke ku dizanî ez ê  bêjim nebihîze, destê rastê li ber guhê wî, çavên wî kwîr, kenekî têrtinazî li ser rûyê wî. “Ma ne, feylezof?” Yên din dikenîn; heydênî bi sinif diket. Min şerm dikir.

Dîsa min şerm dikir. Divê ez hînî bêariya destê wê –min li rûyê wê nedinihêrt- î qermîçonkî bibûma, lê nedibûm. Her yekê mehê madam li cihê xwe î textreş, bêhnpêketî, di teniyê de mayî, tije bêhna pîvaza kelandî, li wî cihê ku jê re “salon” digot, li keviya dêrî li ser qoltixekî rûniştî ji rûniştvanan pere berhev dikir. Min sisiyê bi dehan berdan destê wê. “Ha ji te re, wekî ku haqê te be bixwe!” gotibû mutemet, dema mehmiza min dabû min. Gelo tam wî wextî min xwestibû bimirim? Gotina çirçirîkê wê gavê ketibû ser zimanê hişê min? “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Yên din gava qehweya şor bi min didan vexwarin tenê mutemet dima yê ku bi min nedikenî. Di ser berçavkê xwe re dinihêrî.

Odeya min nîvtarî bû. Min ronahî vêxist. Perde li ber bûn, derî jî niftekirî be, êdî ez li warê xwe me li vir. Ez sivik bûm, wekî kermêşan. Min li tewanê nihêrt. Ev kêmayiyeke mezin bû; hostayî ne lêkirina avahiyên pir tebeqe ye, hostayî çêkirina xelekên hesinî ye bi tewanên odeyan ve.. Ji nişka ve min daliqandina zaroktiya xwe  dît. Ziman, çav derketî, bêvilbilîk, tirsonek. “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Ya baş vexwarina jahrê ye, lê ji bo were peydakirin divê dîsa biçûma nav yên din. “Kuro, piyê te î rastê şeşpêçî ye lawo.” “Derew e,” min digot. Li xelîtkên pêlava xwe dixebitîm. Bi pîkînî dikenîn. Ez heyirî dimam. Mutemet di ser berçavkên xwe re dinihêrî. “Tu cihê yî,” digot mamoste. Sinif dikir heydênî. “Quto, vê serast binivîse.” Quto ez bûm. “Bi vî rûyî? Dev jê berde, jinikê bitirsin.”  Ez behokê sersala me bûm; lê zilamê ku îro ez ji erdê rakirim ser û kincên min paqij kiribûn. “Bi bîst weraqa ev qutik ha! Tu xapandine. Ka li yê min binihêre, bi sêzdeh weraqa. Dûvre ew dikandar, yê ku nîv kîlo sicûq bi pênc weraqa dayî. “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Min deynê xwe dixwest. Min ê demarê zenda xwe bibiriya. Yên din gava deriyê min şikandin wê çi bikirana gelo? Heye ku madam hêrs bibûya. Pêşî min ê li dîwarê hember bi boyaxa reş, mezin NAYÊ JIYÎN binivîsanda.

Wextê min xwe rast kir qolincekê avêt rahnê min. Ew rahnê ku îro bi ser de ketibûm. Ji nişka ve zilamê ku îro ez ji ardê rakirim hate bîra min. “Ez Elî me,” gotibû. Bi çengê min girtibû, ser û kincên min paqij dikirin. Ne yekî ji yên din bû. Nihêrîna wî ya dema ku rûyê min paqij dikir hebû ku. Dilê min hat guvaştin, hezkirineke hir ji nişka ve har bû di nava min de. Her tişt di serê min de di cihê xwe de bi cih bû. Min rahişte mîrkût ji selika li quncikê, êxiste berîka xwe ya hundir. Giran bû. Derketim kuçê.

Ne li odeya xwe bû, deriyê wî kilîtkirî bû. Ez li keviya xewle ya derenca qatê jor rûniştim. Pir rawestiyam. Di navekê de li kuçê baran bariya. Axir hat. Gava radibûm ez dîtim. “Ew tu bû yî? Te baş kir, tu hatî. De were em herin hundir,” got.

Di ronahiya odê de min dît, dişelişî. Çavên wî dibiriqîn, kêfa wî li cih bû.

“Tu zanî, ji min hez dike.”

“Kî, ev?” min wêneyê bi dîwêr ve nîşan da.

“Ew.”

“Porê wê zer e?”

“Erê.”

Vegot. Pêşî çûbûn gazînoyekê. Êdî min lê nedihisand. Çengê min î çepê mîrkût didewisand. Xwiyabû ku sermest bû. Jinika bi dîwêr ve ne mumkun bû ji wî hez bike. Ma ev ji gulîzera ku min nas dikir ya ku heta karmala xwe a nivîskî bi mirov dida nivîsandin wisa dilbijok li çavê mirov dinihêrt dûvre bi yên din re bi yekdengî dikenî pir cihê bû? Na. Ji wî hez nedikir, ew dixapand. Dema pê derxista ku tê xapandin, min dizanî ez ê pir berketama. “Bêje ezbenî, bêje.” min got di dilê xwe de. “ Qet nebe tu ê bextewar biçî.” Her tişt wekî ku di serê min de rûniştibû dê wisa kite bi kite derbas bibûya. Ev nediguherî, ser û kincên min paqij kiribûn. Cihê wî di nav çepeliyê de nîn bû.

“Çi bûye ji te, ma tu nexweş î?” got ji nişka ve.

“Naa, ez pir baş im,” min got.

Bira jî ez wisa bûm.

“Şerab heye di dolabê de; em ê heryekî qedehekî vexwin, ne?”

Ber bi dolabê çû. Ez jî çûm. Pêşî min got qey wê li xwe bifitile; lê dişewişî. Min bi destê rastê rahişt mîrkût; heta ji min hat min danî serê wî. Deverû kete erdê. Dengekî dengîn hundir dagirt. Kêlîkekî piştre xwîn herikî ser merşê. Ez wisa sivik bûbûm ku min xwe bihilkutanda ez ê bifiryama; mîna kermêşan. Êdî ez karim xwe bikujim.  

Werger: Brahîm Ronîzêr

Hawa / Vüs’at O. Bener

Pora min nermik e. Ya Hawa weke keja pez e. Diya min du caran bi duzanê qusand da ku dirêj bibe, lê nebû, kinik ma. Bêvila wê jî wisa kirh ku! Pahn pahn e. Eynî weke ya meymûna di pirtûka me ya mektebê de ye. Qet kêfa min jê re naye. Pîs, dizek.

Diya min îro sohrek lê da. Çawa lê nexe! Mafûra me ya xweşik qetandiye, ya odeya mêvanan. Dîn e, çi ye? Diya min got: “Te çima qetand?” Wê got:”Çivîkek di nava mafûrê de ye. Çivîkekî spî. Min dixwest derxim.” Te jî çivîk dît ha. Heme elimiye bêje: “Tobe yadê tobe,” û hew.

Qene bi kêrî îşekî bihata. Xwedê nehiştê nedîtiye ku! Ew li aliyekî, heme vê derê wê derê tev dide seraqet. Palês. Bi ser de jî tiral. Destek firax di heşt saetan de dişoye. Dûv re jî, têrxwarin jê re nîn e. Xêra Xwedê ye!

Wê rojê jî çi bû. Diya min çûbû mêvandariyê. Em bi tenê man li malê. Recebê kurê melayê cîranê me di ber mala me re derbas bû. Fitilî dîsa derbas bû. Paşê li keviya rê ya hember rûnişt, qîr kire stranekî. Çawa diqîre pîsê pîs. Ew jî li ser dîwanê rûdinişt ji nişka ve çawa hilpekî ji ba min. Ez veciniqîm. Paşê min meraq kir bê çi bû ji vê. Ez çûm, di pey re min nihêrî. Çûye mitbaxê, şibake vekiriye û destê xwe li ba dike jê re, bêedeb. Bila bisekine, ez ê ji diya xwe re bêjim. Ew ê ji xwe re bibîne. Ew jî ji xwe re nasekine, kirasê min î deqlêketî ji cihê veşartî derdixe û şanî diya min dixe. Çi bikim, deqa tûreşkê bû, jê neçû. Ez pê re kerixîm. Xwedê bike belayek were serê wê em jê xilas bibin. Ya Rebî wê bikuje!

Çawa cihê xwe girt nifira min. Ox xweş! Paqa wê layî hebanekî werimî. Bi şev hilperikiye dêliye tirh jê bike, ketiye ser lempa dohn. Nofek pîjê cama ketine piyê wê. Teredîn.

Bavê min jî dilê wî bi rehm e. Lê xist bire Stenbolê eva bêmirês. Em bi tenê man. Diya min bi dizîka girî.

Ev mehek e birîndar e. Xwezî hew bihata ev Hawa. Lê çi heyf hat. Rihet bûye.

Diya min duh got ku: “Gelo deh serî pîvaz deynim ber vê, wê karibe bixwe?” “Em deynin ber yadê, em binêrin ka wê karibe bixwe,” min got. Me danîn ber. Bi Xwedê hemû xwarin! Em şaş û metel man. Şire şira hêstira bû ji çavên wê dihatin, dîsa jî dixwar. Dûv re diya min got: “Keçê tu yê çixarê jî bikişînî?” “Ez ê bikişînim,” got. “Ha ji te re bikişîne heydê.” Tu nebê diya min xwê xistibû nav çixarê. Gava çike çik jê hat ji tirsa çixare bi aliyekî avêt û wisa reviya ku. Em ji kena zikopişto bûn.

Xwedêgiravî Heciyê Şîrfiroş bi devê kêrê bi Receb re peyiviye li ser vê, ev kêm bû îca. Wê rojê li ba diya mşn jî vê nabêje! Wisa hêrs bû diya min. Got: “ Ev çi gotin e keçê. Binêre li min, careke din nebihîzim ha. An naxwe ez ê te bikujim.” Diya min wisa gotiye, lê dîsa jî ji min re dibêje: “ Welehî kêr jê re derxist.”

Diya min, heke em bi cihekî de herin derî li ber kilît dike. An naxwe wê lêxe here. Rojekê hew mabû bifetise. Diya min deriyê serşokê li ser girtibû. Di xaçirganê de komir hebûye. Bêaqil, bîr nabe şibakê veke. Çi hate serê me. Me mastê sîrkirî dayê. Dilê min lev dikeve. Bi xwe de rîbû. 

Xaltîka Fatê dibêje ku: “Rihê vê keçikê yê kitika ye, nacehime.” Rast dibêje. Layî beraza dixwe. Heme tu çi biyê. Ji ber min dido şekirkê mêvana bêyî xebera diya xwe birin, deh dar li kefa destê min ketin. Bê çawa dîtiye, fesada fesad.

Diya min jî ecêb e. Serê xwe datîne ser kaba min, wisa radize. Carina jî wisa ji min re tê ku bêhtir didewisîne. Kaba min pir ditevize, lê jê ditirsim. Li rûyê min wisa ecêb ecêb dinêre ku!

Paşê rojekê li ber derî min li wan hisandibû. Bavê min ji diya min re digot: “Devê xwe veke, ez ê tif bikimê.” Diya min jî digot: “Hek! Malava, çawa çêdibe ev.” Paşê bavê min bi pîkênî keniya got: “Min tu ceribandî.” “Ka tu devê xwe veke, bê ka ez ê tif bikimê?” Sitirhê serê min hatin.

Çawa wisa axivîn? Çand cara min kir ku ji diya xwe bipirsim, paşê min dev jê berda. Loma wê fam bikira ku li ber derî li wan dihisênim. Jixwe kezebê min ji diya min diqete. Gava li me dixe, divê deng ji me neçe. Tu jin be biqîre. Ez naqîrim, lê digirîm. Ewa dîn qet nagirî. Bi tenê heta Xwedê dayiyê diqîre. Bavê min çend cara got: “Ev keçik nabe mirov, em bişînin gundê wê bila biçe.” Biçûya da em jî ji xwe re jê xilas bûbana. Diya min got: “Dilê min pê dişewite, kesekî wê nîn e. Hem jî xurt e. Bi kêrî min tê. Çawa be yek ji me re divê.” Em ewqas qenciyê pê dikin, xweşik di ciyê xwe de rûniştibûna qene. Heme pê girtiye dibêje, zikê min têşe. Behneke genî wisa ji devê wê tê ku! Paşê serê kêlîkekê kurmikan dibîne û min ditirsîne. Ji ber vê dilê min naçe xwarinê. Min newêrî ji diya xwe re bêjim. Ez bêjim, ew ê jî ji diya min re bêje ku surahiyê me min şikandiye. Lê belê Mestan gava pengizî şikand. Ne wî şikand, lê min ji diya xwe re wisa got. Ez çi bikim, paşê wê li min bixista.

Hawa ev sê roj in nexweş e. Bêhna kelaşa ji nava malê tê. Me çi jî kir bê feyde bû. Di jêr û jor re diçe. Hinekan got navêşî bûye, hinekan got ta girtiye. Dextor jî navê wê min ji bîr kir, tiştek got. Xwedê biparêze, em hemû dibe bimirin. Paşê go, na ne ew e. Xwedê kir ez diçim mektebê. Ji ber bêhnê debar nabe naxwe.

Axir ew xistin odeya li kêleka komirdankê. Bavê min xanî boyax kir. Diya min jî puxûr pê xist. Dîwarên odeya min kesk in. Carinan dadikevim xwar li odeya wê dinêrim. Hema kêferatê dike. Keçika qerase maye kulmek. Çi bû ji vê? Lê ew namire ku. Dîsa wê rihet be. Dibên wê paqa wê jê kin li Stenbolê. Xwezî jê bikirana. Qene wê ji xwe re li cihekî rûnişta. Her car ji ber vê çilekiya wê ev bela tên serê wê. Vêha poşman e, lê çi feyde. Diya min jê neqeraye paşê wê eşkere kiriye. Binê tenekeya rûn a ku me avêtî sergo alîstiye, xwariye loma weha lê hatiye. Cîran dibên ji wê teneka zingarî bi jahrî ketiye. Diya min dibêje: “Gele em bibin li ser bixwînin.”

Diya min îro digirî. Rebena diya min, pir li min dixe lê ez pir jê hez dikim. Çend eydan cilên xwe qetandin ji min re dirûtin. “Çima tu digirî”, min got. “Wisa dixwiye Hawa wê bimire keça min”, got. “Li ser wê digirîm.” Bi carekî re dilê min jî keliya. Giriyê min jî hat. “Hawa wê bimire ha! Bila nemire yadê!” Belî nabe keça min. Xwedê zane. Hedê here negirî.” Diya min wisa got, lê ez girîm. Paşê daketim jêr, min li şibakeya odeya wê nihêrt. Bi vî alî wî alî de kêferat dikir. “Ya Rebî çi dibe bila nemire”, min got. Ya Rebî rihê wê nestîne! Wê dîsa kêferat dikir seraqet. Ji nişka ve êşekê avêt nava min. Min kir biqîrim, dengê min derneket. Derdor jî bû tarî. Ez di şûna xwe de wisa mam û mam. Qene kûçikê me hate ba min. Dûvê xwe dihejand. Min serê kûçikê me mist da. Paşê pê re heta bi serê derencê em hatin. Êşa nava min hedinî.

Kêlîkekî pişt re diya min, bavê min û dextor hatin. Min jî di ber derî re nihêrt. Dextor derziyek li milê Hawa xist. Hawa neqîriya. Her sê jî wisa sekinî man. Bavê min bi pirzika çena xwe dilîst.

Paşê diya min li bavê min nihêrt. Bavê min devê xwe kire ber guhê dextor, tiştek jê re got. Dextor serê xwe hejand. Paşê çavên Hawayê vebûn. Diya min çû ba Hawayê. Çokê xwe berdan ser nivînên wê. “Hawa, keça min tu baş î?” got. “Binêre tu baş bûyî êdî. Dilê te diçe tiştekî? Ez çi ji te re bipêjim?” Hawayê pêşî tiştek negot. Paşê çavên wê beq bûn. “Baqlewa,” got. Paşê jî mir.  

Werger: Brahîm Ronîzêr