Zilamê Nelazim / Sait Faik

Tiştekî ecêb li min hatiye. Çavê min kesekî nabîne, ez naxwazim kesek li deriyê min bixe. Heta bi posteçiyên ku mirovên herî xwînşîrîn in li dinyayê… Ez ji taxa xwe gelekî memnûn im. Ez bêjim ev heft sal in jê derneketime, wê ne derew be. Tu dostê min jî nizane ez li kû me. Taxa ku dibêjim; ev heft sal in –ji xeynî serê sê mehan carekê ku dadikevim Bakırköyê, ji bo standina kirê- ez lê rûdinim, di nav sê çar kuçeyan de ye.

Taxa min ji sê kuçeyên hevterîb, kuçeyeke din a ku wan rast dibire, û yeke ku bi temamî ji wan serbixwe ya ku ez lê me –lê wisa kurt û teng e ku ne hêja ye mirov bêje kuçe- pêk tê. Li gor girîngiya wan min nimroya 1, 2, 3, 4 daye wan. Kuçeya min bê nimro ye. Dilê min qabil neda nimroyekê bidimê.

Di binê avahiya ku tê de rûdinim şîrfiroşek heye, li pêşberî wî du xerat. Tu caran îşê min bi xeratan çênebûye. Ez dimênim heyirî bê çawa debara xwe dikin. Heta êvaran di keft û leftekê de ne. Naxwe qey hemû kes ne weke min e: Erê lê, tam çil û heşt sal e îşê min bi xeratekî çênebûye. Ez şaş û metel dimînim ku li Stenbolê îşê hinekan bi xeratan çêdibe. Bi ser de jî kî zane bê ka çend xerat hene li vê devera ku jê re Stenbol dibêjin?

Sibehan çawa ku ez rabûm qista qehweyekê dikim. Ev qahwe pir û pak e, ji heft heşt maseyan pêk tê. Mirovên bêdeng tên û diçin. Ji xwe re li keviyekê bi bezîk, kaptıkaçtı[1] û  kişikê dileyîzin. Xwediyên qehwê xanimeke bavcihû û Frenk in. Xanimeke ku qenciya wê têra dinyayekê dike. Çawa ku ez ketim qehweya wê:

-Bonjur madam, dibêjim.

-Bonjur mosyo, dibêje, komantalevu?

Bersiva hewce didimê. Ew, bi vê bersivê dilrihet nabe. Bi Fransewî gotinên herhal gelek xweş ji min re dike. Ez hinekan fêm dikim, hinekan nakim. Çiqas vıy[2] hewce be dibêjim, di navbera van vıy’an de ji bo tevlîhevî çênebe du no’yan bi cih dikim. Em wisa xweş li hev dikin. Rojnameyeke Fransewî dixe nav destê min. Ez jî li wêneyên tê de dinêrim, peyvên ku fêm nakim li deverekê dinivîsim, piştî ku çûm malê û min li ferhengê nihêrt fêm dikim, sibetirê gava têm û rojnameyê ji nû ve dixwînim, dibêjim “erriik”.

Madam dibêje:

-On kapûçîna?..

Ez pêşî dibêjim:

-Erê.

Paşê ji bo bibe Fransewî sesa’yekê pêve dikim. Madam gelekî kêfxweş dibe. Bi Elmanî dest pê dike bê çawa kapûçînaaya xwe çawa çêdike:

-…

Saet ber bi yazdehan bi kaşikê piçûk re hildiperikim, digihîjim riya tramvayê, li milê çepê difitilim, dikevim pirtûkxaneyekê. Li wir rojnameyeke wêneyî dikirim. Çawa ku ji pirtûkxaneyê derketim, di bin çengê min de rojname, berê xwe didim kuçeya me. Ox! Çawa bêhna min tê ber min ku ketim kuçeyê. Mirovên kuçeya me tiştekî din in; naşibin mirovên vê riya tramvayê. Ez ji mirovên vê riya tramvayê ditirsim.

Vê pêlê gelek caran dilê min naçe xwarinê. Li taxa me şorbepêjek heye. Mirovekî paqij e, şorbeya wî jî tamxweş e. Dikana wî naşibe wan şorbepêjên pîs. Kaseyên wî entîka ne, şorbeya wî jî spî ye weke berfê.

-Bila terbiyekirî be, Mansur Beg? dibêje.

– Bila terbiyekirî be, Bayram, dibêjim.

Her şorbepêj li ba min Bayram e, navê wî dixwaze Bayram be, dixwaze Muharrem be.

-Ez sîrke û sîrê biximê, Mansur Beg?

-Îro nexiyê. Pêr piçekî li min nehat; nava min pê qolinc kirin. Bila kurik lîmonekê bistîne, biguvêşiyê.

-Nîvekî lîmona we ya wê rojê dimîne.

-Na lo?

Layî zarokekî kêfa min tê ku nîvê lîmonê maye, bê henek. Bayram jî layî zarokan kêfxweş dibe ku lîmon hilandiye û dibîne ez kêfxweş dibim, bê henek.

-Ez nîveke lîmonê tevî biguvêşimê, Mansur Beg?

-Erê, biguvêşiyê, Bayram! Bila wisa tirş tirş be.

Ez şorbeya tirş tirş dixwim û diçim odeya xwe. Ferhenga Frensewî li ber çavê min e, di hewldana ku nîvîsên li jêr wêneyan bikim Tirkî de di xew re diçim. Kite bi kite saet di çar û nîvan de şiyar dibim. Çar û nîv saeta min a gerê ye. Ji malê derdikevim, li milê rastê difitilim, derbasî kuçeya yek nimro dibim, bêyî ku bigihîjim riya tramvayê di peyarêya çepê re bi lez xwe digihînim kuçeya bi nimroya duyan ku hevterîba kuçeya me ya yek nimro ye.

Ev kuçe herî ye, teng e, pîs e. Li aliyê rastê meyxaneyek, jê wêde nanpêjek, piştî nanpêj jî restorantek heye. Bi min jî wilo tê ku li vê restorantê xwarin û fêkiyên qedexekirî tên firotin. Her êvar heman zilam û pîrekên melankolîk û xerîb tên. Belkî jî goştê beq, mişk, qijik, pisîk û mirovan dixwin. Gava ez ji wir jî borîm êdî digihîjim serê kuçeya me. Li milê rastê difitilim; ji jinika fêkîfiroş re, “Merheba” dibêjim. “Merheba bego!” dibêje. Çavên wê pir xweşik in. Ez dudilî dibim ku berê xwe bidim kuçeya li milê rastê… We got çima?

Ez bêjim: Di gereke xwe ya ji van gerên berêvarkî de… Helbet mirov gava digere wê li hawîrdora xwe binêre, di rê de wê bisekine û li vîtrînan temaşe bike, li rûyê yekî/ê binêre, wê hêdî hêdî bimeşe. Ez yekî ji van nakim. Gava dikevim vê kuçeyê lingê xwe sivik dikim, serê min di ber min de dimeşim; wilo li xwe datînim ku bêhna min teng be û mecbûr bim di vir re biçim. We got çima? Ez ê jî qala wê bikim:

Ezbenî, di maleke ji van malan de keçkokeke cihû ya lihevhatî (di çavekî wê de tewegozî heye, lê ne xem e!) heye, wekî wan pîrekên berê gotî, destên wê wisa xwaromaro ne ku tu dikarî li ser wan findiqan rûnênî, pêsîrên wê gir î girs in, di devera ku kirasê wê di navbera pêsîran re digihîje hev esmeriyeke piçekî qirêjî ji hev vedibe û digihîje hev, keçkokeke pir sivik, çirtikî. Di şibakeyeke du baskî de rûdinişt, tiştin didirûtin. Carcaran derdiket ber derî, bi saetan li çap û rastê dinêrt, heke kesekî xwe lê girt bi wan re mijûl dibû, çelçel dikir. Herweha paqên wê stûr stûr bûn, zexm zexm xwe berdida ser wan. Cihûyên esmer jî xwedî delaliyeke cihê ne… Ewqas min dixwest ku carekê ji paqan wê keçikê maç bikim di emrê xwe de…

Rojekê di wê kuçeya her car re berjêr dadiketim. Keçika cihû li ber derî bû. Xeratê li pêşber jî li ber deriyê xwe. Çawa ez gihîştîm texma wan xerat kete pêşiya min, got:

-Ka hêde, kundirê mîranî! Ez careke din bibînim di vir re derbas bibî, ez ê çavê te derxim!

Piştî wê rojê jî derbasbûna di wê kuçeyê re ji min re bû xwerhek û kete canê min. Lê di wan êvarên pêşî de ji bo di wir re derbas nebim, ji bo xwe bigirim ma çi tevzînok li bedena min negeriyan! Ha min digot daweşand ser çavê min, ha daweşand!.. Çi roj bûn ew roj!.. Bi salan bû min dilê xwe ji wan tevzînokan re girtibû. Bi rojan dilê min weke hev lê dixist, piçekî zêde nedibû. Min dîsa jî dijimart. Her şêst û sê caran, her şêst û sê. Carinan dadiket şêst û duyan. Hevalekî min î dextor got, “Gava mirov dimeşe lêxisrtina dil tê qeysa xwe.” Pa çênabe ez di nîvê kuçê de bisekinim û rajena xwe bipîvim!.. Lê piştî bêhnvedanekê; min kapûçînaya xwe bi ser xwe de kir, gava min dît li hawîrdor kesekî ku bala xwe bide min nîne, min saeta xwe bi dizîka derxista temam bû: Şêst û sê. Ne jinekê berê xwe dida min, ne ji min re xem bû ku kîloya porteqalan ji pênc qurûşan bi carekê re derketiye bîst û pênc qurûşan. Min bi pênc qurûşan dixwarin. Ku bi bîst û pêncan be bi xatirê porteqalan jî! Piştî ku ez ji kuçeya bi nimroya sêyan jî xeyidîm, wekî ku ji Stenbolê xeyidîme, gera min a berêvarkî jî tamsar bû demekê. Ez bûm wekî girtiyekî di nava du kuçeyan de. Lê bêhna min teng nebû. Ya rast taxa min aram e, aram e lê taxeke şen û geş e jî. Ma taxeke ku nîveka wê Levanten û cihû bin bêyî şen û geşiyê dibe! Vêce cihû!.. Çi mirovên qenc, xwînşîrîn, şen û geş in, bi jiyanê re li hev in!.. Cihûyên taxê ne ji dewlemenda ne, ya rast tu danûstandina min bi dewlemendan re nîne. Porteqalfiroşê min roja ku çil pere zêde ji min qezenc bike, dibe mirovê herî kêfxweş, navê wî jî Salomon e. Gava ji ber bihatiyê ez tiştekî jê nekirim û biçim, di pey min re ne wisa xerab dinêre, ne jî gava bihayekî kêm dibirim di ber xwe de dike hime him. Berevajî vê, bi ya min dike.

Dibe êvar. Ez ji perdeyên madama me fêm dikim ku bûye êvar, gava perdeyên gulgulî dikişîne ber camekanên pastexaneya xwe. Ronahiya zeravî li hundir pê dikeve. Pêşî madam elektrîka xwe vedike. Paşê Salomon mûma xwe diçikîne li ser sindoqa porteqalan. Paşê lakerdafiroş kordona empûla bi hêza 300 mûmî dixe pirîzê. Pîvaza xemrî ya sor ku dihat birîn wekî boyaxa lêvan, cîlaya neynûkan xweşik dibiriqî. Lakerda; dişibe goştê kemaxên jineke Rûm a esmer û qelew!..

Gava ji meyxanê derdikeve wekî bêsiûdiya metresên ku hatine terikandin nêzî min dibe, dikeve kuçeya min. Kuçeya min a reben!

Di kuçeya bi nimroye yekê de du meyxaneyên biaheng hene. Li pêşiya wan texsî radiwestin. Di navbera texsiyan de şifêr, qehbik digerin. Ew hesinê direjik ê spî yê bi pêşiya otomobîlan ve, hesinê ku ji min kirî paratoner e ji bo parastina ji birqê, ku paşê hîn bûbûm entên e lê dîsa bi dîtina pêşî re dixelitim, di baranê de layî birûskê dibiriqe.

Ez ji dûvê piçûçik ê otomobîla layî hûtekî; ji wê hejîna hîsterîk û zirtbêj hez dikim. Ez li pêşberî şorbepêj li ber baranê radiwestim, şewqeya xwe bi ser guhê xwe de dikişînim, te digot qey ez ji welatekî ku xelaya jinan lê heye terkeserî van deran bûme û li jinikeke ku şevekê pêre derbas bikim, derdê xwe jê re bêjim digerim, bi çavên xwe yên xerab ku guman dikim gir bûne, li hatûçûyê temaşe dikim…

Piştî deh deqeyan zilamekî gelekî ji min pîrtir derbas dibe. Ev zilam yekî gir î layî fîtekî ye. Simbêlên wî tayên spî ketine wan. Pora wî qet neweşiyaye, lê spî bûye. Şifêr gava wî dibînin, dibêjin:

-Wey xalo, merheba.

Ew:

-Merheba xwarzê, dibêje!

Paşê çend malikan ji Fuzuli dixwîne. Piştî ku zilam diçe, şifêr dibêjin:

-Mirovekî xwende ye. Lê xuyê wî xerab e: Miriyê keçikên piçûk e. Ne keçikên piçûk û herî beredayî bin bi wan qaîl nabe, aqilsiviko!

Zilam berê xwe dide gazînoya pêşber. Qasekê piştî wî ez jî diçim wir. Ew diçe tam li pêşber komika muzîkê rûdine. Ser û cilên wî pir û pak in. Destên wî, pora wî, simbêlên wî guhdayî ne. Di mêzandinê de ji pêncihî ne zêdetir e. Di şanoya piçûk de yek, du, sê, çar, pênc jin hene. Xalo çavê xwe berdide ya herî ciwan. Ew jinik kokteylê bi xalo dide standin. Şerbeteke hinaran a ku çar pênc dilop îspîrtoya tuwaletan têkel kirine tînin. Careke din tînin. Zilam gazî keçika giloverik, çavşîrîn, xwînşîrîn dike, ewa ku li navê xizmetê dike, tiştinan di ber guhê wê de dibêje, paşê êdî ev zilam dihênije. Enîşka xwe datîne ser masê, radize. Tenê gava kemanjenê bi berçavka reş carinan di navbera dengê nizm ê jinan re ji nişka ve dengekî sewsî belê li gor ededê ji kemanê dibilîne û dest bi serhewayekê dike, çavên xwe vedike û dibe “Haho haho!”ya wî. Bekirê garson behsa wî dikir: Dibêjin serê xwe datîne ser singên keçikên ku bi wan re derdikeve, digirî, radize, stranan dibêje, helbestan dixwîne. Ji van kirinan ya şeşan (mesele kenîn) qet pêk naye. Zilam paşê dîsa radize. Êdî hew guh dide qareqarên ebebozê navdar ê ku weke birûskê dikeve meyxanê û nizam ji kîjan taxê ye û ji bo kê vê dike; şevên ku xwediyê meyxanê yê laz yek du ebeboz avêtin der, camên meyxanê şikestin, ew radize. Heta hinek şevan gava zirnevanê girs î ciwan bi berf û baranê re dikeve hindir, zirnevanê pir qelew ku dêm, stû, por, simbêl, berstûka sakoyê wî di xwêdanê de dimînin, pişkokên şalê xwe digire, li şûna stranbêjekî ku rabûyî an jî gava ew dîtî ji kubariya xwe, belkî ji rihê hevkariyê rabûyî, rûdine, rûdine cihê xwe xweş dike û bi dengekî zirecêb dikwîtêne zirnê jî, ew şiyar nedibû. Ev zirnevan, leyîstika mûzîkjenan a dawî ye. Saet li dora yazdehan tê. Li ser paqên xwe yên stûr, kurt, qelew xwe dipîve û dimeşe, sakoyê xwe yê berstûk qedîfeyî ji xwe dike; datîne quncikeke salonê, bi bejna xwe silavekê li kemanjenê kor dike. Dumbelekçî di guhê kemanjen de silava wî radigihîne. Qanûnjenê ku rûyê wî di pişt stranbêjan de kêm caran dixuye, rûyê ku gavek berê traş kiriye û şap lê daye ji nişka ve ji milyon deverê diqermiçe… Zirnevanê me jî li cihê xwe rûniştiye. Qey pişkokên pêş ên şalên wî nînin? Yan ji ber qelewiya wî her car jê dikevin? Di wê devera wî re rîşrîşokên kesk ên stûpêça wî derdikevin. Yê ku wan dibîne dikene. Xwediyê gazînoyê bi çav û birûyan îşaret dike. Zirnevan bi rûşermî radibe ser xwe. Qederekê pişta wî li mişteriyan şalê xwe dide hev, dîsa rûdine, kêlîkekê li vî alî wî aliyê xwe dinêre. Paşê ji berîka xwe qotîkekê derdixe. Heçî nizane wê bêje qey wê çixareyekê bipêçe –nexêr, pîpikeke qamîşî ya zirneyê derdixe, wê dike cih, ya herî guncaw, an jî wisa li xwe datîne ku îşev wê ya herî baş derxe. Ez her car di vê kêlîkê de radibim.

Ev heft sal in ji xeynî vê kuçeyê neçûm tu devera vî bajarê Stenbolê. Ez jê diferihim. Wekî ku wê min bigurênin, lînç bikin, min bişelînin –çi zanim tiştine wilo- wisa bi min tê û diheyirîm. Li deverên din xwe xerîb hîs dikim. Ji her mirovî ditirsim. Kî ne ev mirovên kuçe û kolanan? Ev bajarê xopan, çawa ji mirovên jev re nenas tije ye. Heke wê ji hev hez nekirana mirovan çima ev bajar di zik hev de çêkirine? Hişê min nagire. Ji bo hev kêm bikin, hev bikujin, bixapînin? Çawa ew qas mirovên ew çend ji hev cihê, ew çend ji hev re nenas di bajarekî de dijîn?

Tax çawa be dîsa tax e. Dibe ku dikana min bişewite, dibe ku birçî bimînim. Lê bi min wisa tê, şorbepêjê ku nîvro ez li cem wî şorbeya terbiyekirî û lîmonkirî dixwim, heta ez bimirim wê min têr bike. Salomonê porteqalfiroş çawa ku porteqalên xerabûyî dide zarokên pêxwas ên cihûyan, gava ez derbas bibim wê du heban bike mista min jî. Wan rojan belkî cilên min kevin bibin, madam min nexe hundir lê; madama pastexanê li ber derî wê kapuçînayekê bide min.

Ev hemû xeyal in, lê ha wisa ez ji taxa xwe hez dikim! Ez qet naxwazim nasên xwe yên berê bibînim jixwe. Carcaran ez li taxê rastî yekî ji wan têm:

-Wey tu û ev der, ha?

Pişta min xûz dibe, wekî ku bêjim “Ma çi bikim?” li wan dinêrim. Dibêjin:

-Kî dizane tu çi karê qulopilo dikî.

Paşê:

Ûlan! Te dev ji serserîtiyê berneda û hew. Dilê serserîtiyê ye, min dev ji xwe berdaye, hê jî nakeve serê wan. Hinek ji wan jî dibêjin:

-Ez bi te dizanim, xenzîr, kî dizane dîsa tu li dûv kê yî?

Min dûvê xwe berdaye. Lê ez li ser wê dostika xerat dimirim, ew keçika esmer a cihû, çavekî wê tewegozî bûyî û destên wê xwaromaro. Kî dizane çi deverên wê yên xweşik, deverên bêhnxweş hene ji xeynî paqên stûr.

Duh min kir dilê xwe ku wisa ji xwe re ji taxê derkevim. Min ji Unkapanı lê xist, di Saraçhanê re derketim. Stenbol gelekî guheriye. Ez şaş û metel mam. Piçekî li xweşiya min jî çû:

Asfalta paqij, riyên fireh… Min nedizanî, ew kemera avê çi tiştekî xweşik e wisa! Kîlometreyekê ji dûr ve çawa wekî gerdeniyekê dixuye! Medreseya Gazanferağa li balê ye, pir şîrîn e, spî spî ye. Min park dîtin, dar dîtin. Mirov dîtin. Bi tirs geriyam. Heta bi Kıztaşı çûm. Li Fatîhê min berjêr xwe berda. Gihîştim Saraçhanê. Min dît rûxîner hilkişiyane ser avahiyekê, hildiweşînin. Li van deran hemamek hebû, min got di ber xwe de. Ew hemam bû ya dihat hilweşandin. Di wê gavê de xwerhek ket laşê min, xwerheke xweşûştina li hemamê.

Êdî çi dibe bila bibe, carekê me xwe hetikand, ez ê wê jî bêjim: ew heft sal bûn min xwe neşûştibû. Heta xweşûştin neketibû bîra min. Xwerhek kete canê min, xwerheke çawa!.. Min got qey spih ketine laşê min. Ez ketim hemamekê min wisa xwe şûş, wisa şûşt! Qirêja laşê min bû fitîl û ket. Lê ez ji xwe re rihet bûm. Min çawa xwêh daye, çawa xwêh daye! Min destê xwe avêt kû dera xwe parçeyek pê ve ma, êdî nizanim çerm bû, yax bû, an qirêj bû. Ez mam heyirî bê mirov çawa ew qas qirêj digirin… Wisa qalikeke mirov çêdibe ji qirêjê, bê henek.

Ez ji hemamê derketim, min xwe avêt tramvayê. Min ji xwe re digot, ez xwe bigihînim malê û paşê êvarê serekî li aliyê Teşvikiyeyê jî bidim. Ez vegeriyam malê. Çawa min li ser nivînan xwe dirêj kiriye razama, çawa razama û rabûme bîst û çar saet çêbûye, ez pê nehisiyame. Gava ez şiyar bûme saet didoyê roja din bû. Kêm zêde bîst saetan razabûm. Rast û rast min ajot ba şorbepêj.

Bayram got:

-Maşele, rengê te pir xweş e Mansur Beg.

Çênedibû bêjim, ez çûme hemamê. Min nexwest sîrê bixe şorbeya min. Min gera xwe kir. Gava reş diket erdê gihîştim Maçkayê. Ew der jî dinyayeke din bû… Di vegerê de min got ez biryara hesft salên din ku ji taxê dernekevim bidim, çênebû. Ez şaş mabûm ji ber vê jiyana xwe ya herdu rojan a sewesî. Di navekê de ez çi fikirîm, hûn zanin? Ez vî xanî û dikanê bifiroşim. Ew gazînoya ku muzîkê lê çêdikin hûn pê zanin, ewa min behs kirî? Li wir, ew keçika ku li sîparîşên derve ji rê dibirin –ya ku eniya wê teng bû- ez wê bi metresî bigirim. Salekê dûvre jî bimirim.

Li vapûreke Boğaziçi siwar bibim rojekê. Li texma Bebek û Arnavutköyê ji ser qenepeyê li paş rabim, li derdora xwe binêrim; heke kesek nîn be, xwe berdim nava behrê.  

Werger: B.Ronîzêr


[1]Navê leyîstikeke kaxetan e(NW).

[2] Nivîsandina resen ‘qui’ ye, tê maneya erê(NW). 

Çar Zaît / Sait Faik Abasıyanık

Di rêkî de heke dilê we çû çixarekî, niftika we jî nîn be, hûn ê biçin çixareya xwe ji ya kê pêxin? Bivê hûn rêkî bipirsin, hûn ê ji kê pirsin? Hûn rastî komcivîneke mirovan werin, hûn ê ji kê pirsin ka çi bûye gelo? Ez yek ji wan mirova me. Ez bêhtir ew kes im ku rê jê tê pirsîn, agir jê tê xwestin, bi vê carinan xweşhal dibim, carinan na. Di emrê xwe de çend caran, ne ku min pozbilindî li çend bêşensên ku bi mad û mirûzê kesên pirsîner ber bi min hatine, li nava çavê min mêzandine nekiriye… Kî zane çiqas bêhna min teng e wê rojê… Digel ku bi piranî li xweşiya min nediçû ji nav mirovan weha bême bijartin, gelek caran ber xwe diketim ku min dilê yekî dihişt. Carinan jî ji nêzîkbûna zarokên piçûk a bi nêta agirxwestinê diêşiyam. Çawa seyr nêzîkî mirov dibin! Çawa ji dûr mirov dineqînin. Min çar pênc caran hêviyên wan jî qurmiçandine. Hingî ez têgihîştibûm bê hêvîsarî çi zor e. Hêvîsariyeke wisa qet nayê ragirtin. Min pir dîtin ku dev ji çixarepêxistnê berdan. Hinek jî qet hêviyên xwe nabirin.
            Tê bîra min, min bi xwe çend caran bi demdirêjî li ber dixist ku yekî rêkî ji wî bipirsim bibijêrim. Carinan ji bijartinê re sebra min nedima êdî hema kî ber min biketa, min jê dipirsî. Hinekan bizaniya jî serder nedikir, hinekan jî çi bi dilxwaziyeke eşkere çixareyên xwe dirêj kiribûn. Bi bişirîneke di radeya bextewariyê de bişirîbûn. Îca gava hêviyên mirov çi namîne biqurmiçin, ev pêşkêşiya kêfxweşiyê rewşeke xweş ku dike mirov hew zane malavayîyê bike; mirov spas dibêje, mersî dibêje. Pir malavayî tê kirin.
Belê ez vê jî zanim ku mirovek ji pirsekî re, gava ji bîst kesan te bibijêre, li gor xwe hesabin kirine. Ev hesab jî hineke dêrûnî ne.
Li vir heke fêmkirina ji fîzyonomiyê jî ku danasînek pûç û beredayî ye jî tevlî bibe… Wî çaxî tim û dayîm ew doçentê ku tezên rûnasî diafirandin tîne bîra min. Wî doçentê rebenok, li mirovan dinihêrt, dinihêrt li mirovan, ma çi digot çi nedigot! Heke na, ew awirên mirovan ên kûr, rûyê wan î xetîrî, porê wan î ku bi teşeyekî geometrîk qeşengiyekê radixe ser rûyê wan, bi tevahî tiştine berevajî vê digotin. Di vî madî, van awirên dîtî û zanayî de ji bilî baletiyê, di van rûyê xetîreyî de ji serpêhatiyên keçikên hişsivik wêdetir tiştek nîn bû. Di vî porê wan î reş de ku eniya wan a fireh rapêçayî de nîşaneke ermrekî pûç jî nemabû.
Gelek ji me bêyî ku zanayê dêrûnnasiyê bin, bêyî ku ji fîzyonomiyê fêm bikin jî wek nezanê van zanistan, belê wek meraqdarê wan nêzî mirovan dibin, çixarê ji ya wan pêdixin, li vapûrê dipirsin, rêkî dipirsin, meraqa xwe dişemirînin. Ev wensek wisa ye ku angaşta wê hatiye   jibîrkirin. Çima ji nav komeke ciwanan tu têyî bijartin? Ji ber ku ew mirovên baş in? Min ne bawer e… Ne ji çêyiya me em hatine bijartin. Em tenê ji pirsan re guncaw hatine dîtin. Rûyê me rûyek baş e? Ji ku! Divê em fitûne din bibînin; cilên me kevin bûne gelo, an potînên me bê boyax in? Di awirên me de hinek hişsivikî, di hal û rewşa me de hinek bêhnfirehî, bêvila me de xwarîtî, di rûyê me de baletiyê kon vedaye? An naxwe, qirewata me dahma girêkê spî bûye? Muheqeq tiştek heye. An jî em pir eware ne. Ma pirs ji zilamekî ku ji otomobîlê peya bûyî bi lez xwe digihîne vapûrê tê kirin? An jî ji zilamekî navsere, ser û kincên wî pak û paqij, mirûzê wî kirî, xwiyaye ku nû ji loqentê derketî û hêdî hêdî çixarê dikêşe agir tê xwestin? Ma mirov dikare ji rêwiyên ku ji ser û cil bêkêmayî pirsa riyekê tê kirin? Ma cegerê kê heye ku ji zilamê potîna wî diçirûse bipirse komcivîna li kuçeyê ji bo çi ye?
Her ku ev weha ye jî, ez pir naêşim ku êgir ji min bixwazin, an rêkî bipirsin. Dildara min carinan, gava ez têm dîtina te heke rêki ji min bipirsin, hema ez diçim potîna xwe boyax dikim.
Ez hez nakim yekî bi kincên pak û paqij, nefsmezin û tevgerên bajariyan agir ji min bixwaze. Ji ber çi, ji ber ku wî zilamî ceger nekiriye ji gelekan êgir bixwaze… Heke na, ne tiştekî ewqas wêrekî jê re bivê ye. Ji wan şerm kiriye, ji min nekiriye. Bi rastî ez ber xwe dikevim. Naxwe, ne şerm be jî tiştekî piçekî seyr e. Ev tevger li kêm mirovan tê kirin. Çima yek ji wan ez bim? Li aliyê din, ez ji gundiyê ku qet nefikiriye, hesab nekirine û rê dipirse, gundiyê dilpak î nezanê dêrûnnas û fîzyonomiyê hez dikim. Bila ew bipirsin. Di dilê wan de tu fikar û hesabên veşartî nîn in. Vî mêrikê reben dikaribû ji wî zilamê qelew î di nav kincên pak û paqij î forsek de jî bipirse. Ez rasthatinek im, aneku mirovekî wekî mirova me.
Dildara min! Berî yek dest bi çîrokê bike divê zêde zimandirêjiyê neke. Lê çi bikim? Dema niftika min nîn be, ez ê çawa ji yekî ku êgir jê bixwazim neqînim? Çîrok nivîsîn jî, xwedê nehêle, ez nikarim biterikînim. Her çiqas di nav kesên ser û cil pak û paqij, bi tifre, forsek de mame bi tu hawî ez nikarim nêzî çîroka xwe bibim.
Mêze, dîsa hate bîra min: Ji agirxwestinê, ji rêpirsînê re guncaw bûn û ne bûn ne baş e, ne xerab e. Sosret e ne? Bala xwe bidiyê dildara min, bi herdu texlîtê mirovan re jî tundrawî hene. Yek forsek be yê din rebenok, yek bi ser û cil yê din qepalî, yek nefsmezin yê din bêgiram, yek paqij be yê din bêmirês… Navbeyna vî karî nîn e, dildara min. Ne dixwazim bêm bijartin, ne dixwazim neyêm. Ya baş ew e mirov rey bide! Xelefek wê jî heye: Ya baş dildara min, niftika mirov hebe, rê baş zanibe, heta riya xwe serder nekiribe dernekeve rê. Ma çi haqê me û pêşdaraziya mirovên nenas heye., ma ne dildara min?
Em werin ser çîrokê. Min vapûr dipa. Nexêr, min vapûr jî nedipa. Bi nêta çûna mala xwe, na min çewt got, bo neçûna mala xwe ez dipam ku vapûrê birevînim. Îşev ketibû dilê min, ez ê li gundê xwe î xewle û xalî biteqiyame. Ji min re guncawtir hat li Stenbolê bimînim, şevê bi vexwarina araqê, fikar û hizra te biborînim… Lê çi çare, hê vapûr li bendergehê ye. Axir vapûr rabû. Ez jî ji xwe re aram bûm. Min çixareyek pêxist. Niftika min hebû.
Li pêşber min, zilamekî ciwan rûniştî bû. Kaxizek di destê wî de bû… Çavê wî li kaxizê, di xwe ve çûbû. Hêwana rêwiyan di navekê de vala bûbû, dida tije bûbû. Zilamê ku li kaxiza di destê xwe de dimêzand serê xwe rakir. Hawîrdora xwe raçav kir. Min nêta wî fêm kir: Tiştek ji wê kaxizê fêm nedikir. Diviya yekî ji wî re rave bikira.
Min berê xwe ji ser da alî. Da aliyekî dî. Çavên min çûn ser çavên jineke ku li çavê min nedinihêrî… Bijartin, di nav waqas mirovan de bi çi armancê be jî, bijartin ne bi dilê min bû. Lê di navekê de ihtîmala ku tiştên di vê kaxizê de nivîsî tenê ez fêm bikim û ez bim yê herî zana li vir, ket hişê min. Rastî xweştir e, gava ev fikir hate hişê min, na ne ji ber ku min xwe qedirgiran didît, lê bi awayekî xwiyayî bijartin li xweşiya min diçû gelo? Min parîkî li mêrik nihêrî. Jixwe wî jî ez bijartibûm. Li vir bêje qey ez xwe bi te didim ecibandin…
Mêrik xwe ba min de eda. Kaxiza di destê xwe de dirêj kir.
-Ka li vê binêre, ev çi ye tu bi xatirê Xwedê kî?
Min nihêrt, min baş fêm nekir. Careke dî, yeke dî min lê nihêrt. Tiştek kete ser dilê min, guvaşt… Havînê dema mirov tî dibe, ku aveke cemidî vexwe pê re pê re qolincek, giraniyek xwe berdide ser dilê mirov; tiştekî wisa xwe berda ser dilkê min. Berê min li mêrik, sar bûbûm. Mêrik tiştin didan ser hev:
-Ez ê kevime karekî. Min karekî qenc dît. Te bizaniba birako, te bizaniba ji kengî ve ez betal im: Dawiya dawî min dît. Dergistiya min jî heye. Hemû derên min sip û sax derketin di oxilmê de. Di dawiyê de oxilma xwînê kirin. Gotin ferz e. Çi dibêje, gelo xwîna min jî baş e?
Devliken bû, belê gumanekê dahmeke eniya wî diqermiçand. Doçent hate bîra min. Ma ez jî dibûm fîzyolog? Na, yekî bi kotek karek dîtî, kaxizek di dest de, di kaxizê de nîşanine gumanbar… Na! Di nîvê eniya zilêm de, nava çavên wî de jankêşiya fikarên wî dabû der. Xwîn bi sê teşeyan oxilme bûbû. di sê teşeyan de jî çar zaît(+ + + +) hebûn.
-Birako, ma berê nexweşiyek li te hebû?
-Na welle, got.
Madê wî sar bû. Rengê çavên wî fûrî
-Ez nizanim, ez ji vê fêm nakim, min got.
Dîsa pirsî:
-Tiştek tê de nîn e, ne?
-Nîn e herhal, min got. Ez ne dextor im. Ez qenc tênegihîştim.
-Ez vê kaxizê bi xwe re bibim gelo? got. Bibim ciyê ku wê kar bide min?
Min bersiv neda. Min bi baldarî li rûyê wî nihêrt. Ev ji nêrîneke baldar wêdetir, nêrîneke hişsivik û bi kerb bû…
 Rojekî te jî weha bi kerb li min nihêrîbû bawer ke… Me pev re dîsa bala xwe da kaxizê. Min ne got bibe, ne jî nebe… Dixwest binêre, min li nava çavê wî dinihêrt. Mêrik spîçolkî bû.
Ez çûm. Min potînê xwe boyax kirin… Reviyame malê. Min riha xwe kur kir. Qirewateke paqij xiste stuyê xwe. Îro ji bo kesek nêzîkî min nebe, min dirûvekî nefsmezin da xwe. Ha wê rojê min sakoyê xwe jî da paqijker, dildara min.
 
Werger: Brahîm Ronîzêr