Zilamê Nelazim / Sait Faik

Tiştekî ecêb li min hatiye. Çavê min kesekî nabîne, ez naxwazim kesek li deriyê min bixe. Heta bi posteçiyên ku mirovên herî xwînşîrîn in li dinyayê… Ez ji taxa xwe gelekî memnûn im. Ez bêjim ev heft sal in jê derneketime, wê ne derew be. Tu dostê min jî nizane ez li kû me. Taxa ku dibêjim; ev heft sal in –ji xeynî serê sê mehan carekê ku dadikevim Bakırköyê, ji bo standina kirê- ez lê rûdinim, di nav sê çar kuçeyan de ye.

Taxa min ji sê kuçeyên hevterîb, kuçeyeke din a ku wan rast dibire, û yeke ku bi temamî ji wan serbixwe ya ku ez lê me –lê wisa kurt û teng e ku ne hêja ye mirov bêje kuçe- pêk tê. Li gor girîngiya wan min nimroya 1, 2, 3, 4 daye wan. Kuçeya min bê nimro ye. Dilê min qabil neda nimroyekê bidimê.

Di binê avahiya ku tê de rûdinim şîrfiroşek heye, li pêşberî wî du xerat. Tu caran îşê min bi xeratan çênebûye. Ez dimênim heyirî bê çawa debara xwe dikin. Heta êvaran di keft û leftekê de ne. Naxwe qey hemû kes ne weke min e: Erê lê, tam çil û heşt sal e îşê min bi xeratekî çênebûye. Ez şaş û metel dimînim ku li Stenbolê îşê hinekan bi xeratan çêdibe. Bi ser de jî kî zane bê ka çend xerat hene li vê devera ku jê re Stenbol dibêjin?

Sibehan çawa ku ez rabûm qista qehweyekê dikim. Ev qahwe pir û pak e, ji heft heşt maseyan pêk tê. Mirovên bêdeng tên û diçin. Ji xwe re li keviyekê bi bezîk, kaptıkaçtı[1] û  kişikê dileyîzin. Xwediyên qehwê xanimeke bavcihû û Frenk in. Xanimeke ku qenciya wê têra dinyayekê dike. Çawa ku ez ketim qehweya wê:

-Bonjur madam, dibêjim.

-Bonjur mosyo, dibêje, komantalevu?

Bersiva hewce didimê. Ew, bi vê bersivê dilrihet nabe. Bi Fransewî gotinên herhal gelek xweş ji min re dike. Ez hinekan fêm dikim, hinekan nakim. Çiqas vıy[2] hewce be dibêjim, di navbera van vıy’an de ji bo tevlîhevî çênebe du no’yan bi cih dikim. Em wisa xweş li hev dikin. Rojnameyeke Fransewî dixe nav destê min. Ez jî li wêneyên tê de dinêrim, peyvên ku fêm nakim li deverekê dinivîsim, piştî ku çûm malê û min li ferhengê nihêrt fêm dikim, sibetirê gava têm û rojnameyê ji nû ve dixwînim, dibêjim “erriik”.

Madam dibêje:

-On kapûçîna?..

Ez pêşî dibêjim:

-Erê.

Paşê ji bo bibe Fransewî sesa’yekê pêve dikim. Madam gelekî kêfxweş dibe. Bi Elmanî dest pê dike bê çawa kapûçînaaya xwe çawa çêdike:

-…

Saet ber bi yazdehan bi kaşikê piçûk re hildiperikim, digihîjim riya tramvayê, li milê çepê difitilim, dikevim pirtûkxaneyekê. Li wir rojnameyeke wêneyî dikirim. Çawa ku ji pirtûkxaneyê derketim, di bin çengê min de rojname, berê xwe didim kuçeya me. Ox! Çawa bêhna min tê ber min ku ketim kuçeyê. Mirovên kuçeya me tiştekî din in; naşibin mirovên vê riya tramvayê. Ez ji mirovên vê riya tramvayê ditirsim.

Vê pêlê gelek caran dilê min naçe xwarinê. Li taxa me şorbepêjek heye. Mirovekî paqij e, şorbeya wî jî tamxweş e. Dikana wî naşibe wan şorbepêjên pîs. Kaseyên wî entîka ne, şorbeya wî jî spî ye weke berfê.

-Bila terbiyekirî be, Mansur Beg? dibêje.

– Bila terbiyekirî be, Bayram, dibêjim.

Her şorbepêj li ba min Bayram e, navê wî dixwaze Bayram be, dixwaze Muharrem be.

-Ez sîrke û sîrê biximê, Mansur Beg?

-Îro nexiyê. Pêr piçekî li min nehat; nava min pê qolinc kirin. Bila kurik lîmonekê bistîne, biguvêşiyê.

-Nîvekî lîmona we ya wê rojê dimîne.

-Na lo?

Layî zarokekî kêfa min tê ku nîvê lîmonê maye, bê henek. Bayram jî layî zarokan kêfxweş dibe ku lîmon hilandiye û dibîne ez kêfxweş dibim, bê henek.

-Ez nîveke lîmonê tevî biguvêşimê, Mansur Beg?

-Erê, biguvêşiyê, Bayram! Bila wisa tirş tirş be.

Ez şorbeya tirş tirş dixwim û diçim odeya xwe. Ferhenga Frensewî li ber çavê min e, di hewldana ku nîvîsên li jêr wêneyan bikim Tirkî de di xew re diçim. Kite bi kite saet di çar û nîvan de şiyar dibim. Çar û nîv saeta min a gerê ye. Ji malê derdikevim, li milê rastê difitilim, derbasî kuçeya yek nimro dibim, bêyî ku bigihîjim riya tramvayê di peyarêya çepê re bi lez xwe digihînim kuçeya bi nimroya duyan ku hevterîba kuçeya me ya yek nimro ye.

Ev kuçe herî ye, teng e, pîs e. Li aliyê rastê meyxaneyek, jê wêde nanpêjek, piştî nanpêj jî restorantek heye. Bi min jî wilo tê ku li vê restorantê xwarin û fêkiyên qedexekirî tên firotin. Her êvar heman zilam û pîrekên melankolîk û xerîb tên. Belkî jî goştê beq, mişk, qijik, pisîk û mirovan dixwin. Gava ez ji wir jî borîm êdî digihîjim serê kuçeya me. Li milê rastê difitilim; ji jinika fêkîfiroş re, “Merheba” dibêjim. “Merheba bego!” dibêje. Çavên wê pir xweşik in. Ez dudilî dibim ku berê xwe bidim kuçeya li milê rastê… We got çima?

Ez bêjim: Di gereke xwe ya ji van gerên berêvarkî de… Helbet mirov gava digere wê li hawîrdora xwe binêre, di rê de wê bisekine û li vîtrînan temaşe bike, li rûyê yekî/ê binêre, wê hêdî hêdî bimeşe. Ez yekî ji van nakim. Gava dikevim vê kuçeyê lingê xwe sivik dikim, serê min di ber min de dimeşim; wilo li xwe datînim ku bêhna min teng be û mecbûr bim di vir re biçim. We got çima? Ez ê jî qala wê bikim:

Ezbenî, di maleke ji van malan de keçkokeke cihû ya lihevhatî (di çavekî wê de tewegozî heye, lê ne xem e!) heye, wekî wan pîrekên berê gotî, destên wê wisa xwaromaro ne ku tu dikarî li ser wan findiqan rûnênî, pêsîrên wê gir î girs in, di devera ku kirasê wê di navbera pêsîran re digihîje hev esmeriyeke piçekî qirêjî ji hev vedibe û digihîje hev, keçkokeke pir sivik, çirtikî. Di şibakeyeke du baskî de rûdinişt, tiştin didirûtin. Carcaran derdiket ber derî, bi saetan li çap û rastê dinêrt, heke kesekî xwe lê girt bi wan re mijûl dibû, çelçel dikir. Herweha paqên wê stûr stûr bûn, zexm zexm xwe berdida ser wan. Cihûyên esmer jî xwedî delaliyeke cihê ne… Ewqas min dixwest ku carekê ji paqan wê keçikê maç bikim di emrê xwe de…

Rojekê di wê kuçeya her car re berjêr dadiketim. Keçika cihû li ber derî bû. Xeratê li pêşber jî li ber deriyê xwe. Çawa ez gihîştîm texma wan xerat kete pêşiya min, got:

-Ka hêde, kundirê mîranî! Ez careke din bibînim di vir re derbas bibî, ez ê çavê te derxim!

Piştî wê rojê jî derbasbûna di wê kuçeyê re ji min re bû xwerhek û kete canê min. Lê di wan êvarên pêşî de ji bo di wir re derbas nebim, ji bo xwe bigirim ma çi tevzînok li bedena min negeriyan! Ha min digot daweşand ser çavê min, ha daweşand!.. Çi roj bûn ew roj!.. Bi salan bû min dilê xwe ji wan tevzînokan re girtibû. Bi rojan dilê min weke hev lê dixist, piçekî zêde nedibû. Min dîsa jî dijimart. Her şêst û sê caran, her şêst û sê. Carinan dadiket şêst û duyan. Hevalekî min î dextor got, “Gava mirov dimeşe lêxisrtina dil tê qeysa xwe.” Pa çênabe ez di nîvê kuçê de bisekinim û rajena xwe bipîvim!.. Lê piştî bêhnvedanekê; min kapûçînaya xwe bi ser xwe de kir, gava min dît li hawîrdor kesekî ku bala xwe bide min nîne, min saeta xwe bi dizîka derxista temam bû: Şêst û sê. Ne jinekê berê xwe dida min, ne ji min re xem bû ku kîloya porteqalan ji pênc qurûşan bi carekê re derketiye bîst û pênc qurûşan. Min bi pênc qurûşan dixwarin. Ku bi bîst û pêncan be bi xatirê porteqalan jî! Piştî ku ez ji kuçeya bi nimroya sêyan jî xeyidîm, wekî ku ji Stenbolê xeyidîme, gera min a berêvarkî jî tamsar bû demekê. Ez bûm wekî girtiyekî di nava du kuçeyan de. Lê bêhna min teng nebû. Ya rast taxa min aram e, aram e lê taxeke şen û geş e jî. Ma taxeke ku nîveka wê Levanten û cihû bin bêyî şen û geşiyê dibe! Vêce cihû!.. Çi mirovên qenc, xwînşîrîn, şen û geş in, bi jiyanê re li hev in!.. Cihûyên taxê ne ji dewlemenda ne, ya rast tu danûstandina min bi dewlemendan re nîne. Porteqalfiroşê min roja ku çil pere zêde ji min qezenc bike, dibe mirovê herî kêfxweş, navê wî jî Salomon e. Gava ji ber bihatiyê ez tiştekî jê nekirim û biçim, di pey min re ne wisa xerab dinêre, ne jî gava bihayekî kêm dibirim di ber xwe de dike hime him. Berevajî vê, bi ya min dike.

Dibe êvar. Ez ji perdeyên madama me fêm dikim ku bûye êvar, gava perdeyên gulgulî dikişîne ber camekanên pastexaneya xwe. Ronahiya zeravî li hundir pê dikeve. Pêşî madam elektrîka xwe vedike. Paşê Salomon mûma xwe diçikîne li ser sindoqa porteqalan. Paşê lakerdafiroş kordona empûla bi hêza 300 mûmî dixe pirîzê. Pîvaza xemrî ya sor ku dihat birîn wekî boyaxa lêvan, cîlaya neynûkan xweşik dibiriqî. Lakerda; dişibe goştê kemaxên jineke Rûm a esmer û qelew!..

Gava ji meyxanê derdikeve wekî bêsiûdiya metresên ku hatine terikandin nêzî min dibe, dikeve kuçeya min. Kuçeya min a reben!

Di kuçeya bi nimroye yekê de du meyxaneyên biaheng hene. Li pêşiya wan texsî radiwestin. Di navbera texsiyan de şifêr, qehbik digerin. Ew hesinê direjik ê spî yê bi pêşiya otomobîlan ve, hesinê ku ji min kirî paratoner e ji bo parastina ji birqê, ku paşê hîn bûbûm entên e lê dîsa bi dîtina pêşî re dixelitim, di baranê de layî birûskê dibiriqe.

Ez ji dûvê piçûçik ê otomobîla layî hûtekî; ji wê hejîna hîsterîk û zirtbêj hez dikim. Ez li pêşberî şorbepêj li ber baranê radiwestim, şewqeya xwe bi ser guhê xwe de dikişînim, te digot qey ez ji welatekî ku xelaya jinan lê heye terkeserî van deran bûme û li jinikeke ku şevekê pêre derbas bikim, derdê xwe jê re bêjim digerim, bi çavên xwe yên xerab ku guman dikim gir bûne, li hatûçûyê temaşe dikim…

Piştî deh deqeyan zilamekî gelekî ji min pîrtir derbas dibe. Ev zilam yekî gir î layî fîtekî ye. Simbêlên wî tayên spî ketine wan. Pora wî qet neweşiyaye, lê spî bûye. Şifêr gava wî dibînin, dibêjin:

-Wey xalo, merheba.

Ew:

-Merheba xwarzê, dibêje!

Paşê çend malikan ji Fuzuli dixwîne. Piştî ku zilam diçe, şifêr dibêjin:

-Mirovekî xwende ye. Lê xuyê wî xerab e: Miriyê keçikên piçûk e. Ne keçikên piçûk û herî beredayî bin bi wan qaîl nabe, aqilsiviko!

Zilam berê xwe dide gazînoya pêşber. Qasekê piştî wî ez jî diçim wir. Ew diçe tam li pêşber komika muzîkê rûdine. Ser û cilên wî pir û pak in. Destên wî, pora wî, simbêlên wî guhdayî ne. Di mêzandinê de ji pêncihî ne zêdetir e. Di şanoya piçûk de yek, du, sê, çar, pênc jin hene. Xalo çavê xwe berdide ya herî ciwan. Ew jinik kokteylê bi xalo dide standin. Şerbeteke hinaran a ku çar pênc dilop îspîrtoya tuwaletan têkel kirine tînin. Careke din tînin. Zilam gazî keçika giloverik, çavşîrîn, xwînşîrîn dike, ewa ku li navê xizmetê dike, tiştinan di ber guhê wê de dibêje, paşê êdî ev zilam dihênije. Enîşka xwe datîne ser masê, radize. Tenê gava kemanjenê bi berçavka reş carinan di navbera dengê nizm ê jinan re ji nişka ve dengekî sewsî belê li gor ededê ji kemanê dibilîne û dest bi serhewayekê dike, çavên xwe vedike û dibe “Haho haho!”ya wî. Bekirê garson behsa wî dikir: Dibêjin serê xwe datîne ser singên keçikên ku bi wan re derdikeve, digirî, radize, stranan dibêje, helbestan dixwîne. Ji van kirinan ya şeşan (mesele kenîn) qet pêk naye. Zilam paşê dîsa radize. Êdî hew guh dide qareqarên ebebozê navdar ê ku weke birûskê dikeve meyxanê û nizam ji kîjan taxê ye û ji bo kê vê dike; şevên ku xwediyê meyxanê yê laz yek du ebeboz avêtin der, camên meyxanê şikestin, ew radize. Heta hinek şevan gava zirnevanê girs î ciwan bi berf û baranê re dikeve hindir, zirnevanê pir qelew ku dêm, stû, por, simbêl, berstûka sakoyê wî di xwêdanê de dimînin, pişkokên şalê xwe digire, li şûna stranbêjekî ku rabûyî an jî gava ew dîtî ji kubariya xwe, belkî ji rihê hevkariyê rabûyî, rûdine, rûdine cihê xwe xweş dike û bi dengekî zirecêb dikwîtêne zirnê jî, ew şiyar nedibû. Ev zirnevan, leyîstika mûzîkjenan a dawî ye. Saet li dora yazdehan tê. Li ser paqên xwe yên stûr, kurt, qelew xwe dipîve û dimeşe, sakoyê xwe yê berstûk qedîfeyî ji xwe dike; datîne quncikeke salonê, bi bejna xwe silavekê li kemanjenê kor dike. Dumbelekçî di guhê kemanjen de silava wî radigihîne. Qanûnjenê ku rûyê wî di pişt stranbêjan de kêm caran dixuye, rûyê ku gavek berê traş kiriye û şap lê daye ji nişka ve ji milyon deverê diqermiçe… Zirnevanê me jî li cihê xwe rûniştiye. Qey pişkokên pêş ên şalên wî nînin? Yan ji ber qelewiya wî her car jê dikevin? Di wê devera wî re rîşrîşokên kesk ên stûpêça wî derdikevin. Yê ku wan dibîne dikene. Xwediyê gazînoyê bi çav û birûyan îşaret dike. Zirnevan bi rûşermî radibe ser xwe. Qederekê pişta wî li mişteriyan şalê xwe dide hev, dîsa rûdine, kêlîkekê li vî alî wî aliyê xwe dinêre. Paşê ji berîka xwe qotîkekê derdixe. Heçî nizane wê bêje qey wê çixareyekê bipêçe –nexêr, pîpikeke qamîşî ya zirneyê derdixe, wê dike cih, ya herî guncaw, an jî wisa li xwe datîne ku îşev wê ya herî baş derxe. Ez her car di vê kêlîkê de radibim.

Ev heft sal in ji xeynî vê kuçeyê neçûm tu devera vî bajarê Stenbolê. Ez jê diferihim. Wekî ku wê min bigurênin, lînç bikin, min bişelînin –çi zanim tiştine wilo- wisa bi min tê û diheyirîm. Li deverên din xwe xerîb hîs dikim. Ji her mirovî ditirsim. Kî ne ev mirovên kuçe û kolanan? Ev bajarê xopan, çawa ji mirovên jev re nenas tije ye. Heke wê ji hev hez nekirana mirovan çima ev bajar di zik hev de çêkirine? Hişê min nagire. Ji bo hev kêm bikin, hev bikujin, bixapînin? Çawa ew qas mirovên ew çend ji hev cihê, ew çend ji hev re nenas di bajarekî de dijîn?

Tax çawa be dîsa tax e. Dibe ku dikana min bişewite, dibe ku birçî bimînim. Lê bi min wisa tê, şorbepêjê ku nîvro ez li cem wî şorbeya terbiyekirî û lîmonkirî dixwim, heta ez bimirim wê min têr bike. Salomonê porteqalfiroş çawa ku porteqalên xerabûyî dide zarokên pêxwas ên cihûyan, gava ez derbas bibim wê du heban bike mista min jî. Wan rojan belkî cilên min kevin bibin, madam min nexe hundir lê; madama pastexanê li ber derî wê kapuçînayekê bide min.

Ev hemû xeyal in, lê ha wisa ez ji taxa xwe hez dikim! Ez qet naxwazim nasên xwe yên berê bibînim jixwe. Carcaran ez li taxê rastî yekî ji wan têm:

-Wey tu û ev der, ha?

Pişta min xûz dibe, wekî ku bêjim “Ma çi bikim?” li wan dinêrim. Dibêjin:

-Kî dizane tu çi karê qulopilo dikî.

Paşê:

Ûlan! Te dev ji serserîtiyê berneda û hew. Dilê serserîtiyê ye, min dev ji xwe berdaye, hê jî nakeve serê wan. Hinek ji wan jî dibêjin:

-Ez bi te dizanim, xenzîr, kî dizane dîsa tu li dûv kê yî?

Min dûvê xwe berdaye. Lê ez li ser wê dostika xerat dimirim, ew keçika esmer a cihû, çavekî wê tewegozî bûyî û destên wê xwaromaro. Kî dizane çi deverên wê yên xweşik, deverên bêhnxweş hene ji xeynî paqên stûr.

Duh min kir dilê xwe ku wisa ji xwe re ji taxê derkevim. Min ji Unkapanı lê xist, di Saraçhanê re derketim. Stenbol gelekî guheriye. Ez şaş û metel mam. Piçekî li xweşiya min jî çû:

Asfalta paqij, riyên fireh… Min nedizanî, ew kemera avê çi tiştekî xweşik e wisa! Kîlometreyekê ji dûr ve çawa wekî gerdeniyekê dixuye! Medreseya Gazanferağa li balê ye, pir şîrîn e, spî spî ye. Min park dîtin, dar dîtin. Mirov dîtin. Bi tirs geriyam. Heta bi Kıztaşı çûm. Li Fatîhê min berjêr xwe berda. Gihîştim Saraçhanê. Min dît rûxîner hilkişiyane ser avahiyekê, hildiweşînin. Li van deran hemamek hebû, min got di ber xwe de. Ew hemam bû ya dihat hilweşandin. Di wê gavê de xwerhek ket laşê min, xwerheke xweşûştina li hemamê.

Êdî çi dibe bila bibe, carekê me xwe hetikand, ez ê wê jî bêjim: ew heft sal bûn min xwe neşûştibû. Heta xweşûştin neketibû bîra min. Xwerhek kete canê min, xwerheke çawa!.. Min got qey spih ketine laşê min. Ez ketim hemamekê min wisa xwe şûş, wisa şûşt! Qirêja laşê min bû fitîl û ket. Lê ez ji xwe re rihet bûm. Min çawa xwêh daye, çawa xwêh daye! Min destê xwe avêt kû dera xwe parçeyek pê ve ma, êdî nizanim çerm bû, yax bû, an qirêj bû. Ez mam heyirî bê mirov çawa ew qas qirêj digirin… Wisa qalikeke mirov çêdibe ji qirêjê, bê henek.

Ez ji hemamê derketim, min xwe avêt tramvayê. Min ji xwe re digot, ez xwe bigihînim malê û paşê êvarê serekî li aliyê Teşvikiyeyê jî bidim. Ez vegeriyam malê. Çawa min li ser nivînan xwe dirêj kiriye razama, çawa razama û rabûme bîst û çar saet çêbûye, ez pê nehisiyame. Gava ez şiyar bûme saet didoyê roja din bû. Kêm zêde bîst saetan razabûm. Rast û rast min ajot ba şorbepêj.

Bayram got:

-Maşele, rengê te pir xweş e Mansur Beg.

Çênedibû bêjim, ez çûme hemamê. Min nexwest sîrê bixe şorbeya min. Min gera xwe kir. Gava reş diket erdê gihîştim Maçkayê. Ew der jî dinyayeke din bû… Di vegerê de min got ez biryara hesft salên din ku ji taxê dernekevim bidim, çênebû. Ez şaş mabûm ji ber vê jiyana xwe ya herdu rojan a sewesî. Di navekê de ez çi fikirîm, hûn zanin? Ez vî xanî û dikanê bifiroşim. Ew gazînoya ku muzîkê lê çêdikin hûn pê zanin, ewa min behs kirî? Li wir, ew keçika ku li sîparîşên derve ji rê dibirin –ya ku eniya wê teng bû- ez wê bi metresî bigirim. Salekê dûvre jî bimirim.

Li vapûreke Boğaziçi siwar bibim rojekê. Li texma Bebek û Arnavutköyê ji ser qenepeyê li paş rabim, li derdora xwe binêrim; heke kesek nîn be, xwe berdim nava behrê.  

Werger: B.Ronîzêr


[1]Navê leyîstikeke kaxetan e(NW).

[2] Nivîsandina resen ‘qui’ ye, tê maneya erê(NW). 

Hawa / Vüs’at O. Bener

Pora min nermik e. Ya Hawa weke keja pez e. Diya min du caran bi duzanê qusand da ku dirêj bibe, lê nebû, kinik ma. Bêvila wê jî wisa kirh ku! Pahn pahn e. Eynî weke ya meymûna di pirtûka me ya mektebê de ye. Qet kêfa min jê re naye. Pîs, dizek.

Diya min îro sohrek lê da. Çawa lê nexe! Mafûra me ya xweşik qetandiye, ya odeya mêvanan. Dîn e, çi ye? Diya min got: “Te çima qetand?” Wê got:”Çivîkek di nava mafûrê de ye. Çivîkekî spî. Min dixwest derxim.” Te jî çivîk dît ha. Heme elimiye bêje: “Tobe yadê tobe,” û hew.

Qene bi kêrî îşekî bihata. Xwedê nehiştê nedîtiye ku! Ew li aliyekî, heme vê derê wê derê tev dide seraqet. Palês. Bi ser de jî tiral. Destek firax di heşt saetan de dişoye. Dûv re jî, têrxwarin jê re nîn e. Xêra Xwedê ye!

Wê rojê jî çi bû. Diya min çûbû mêvandariyê. Em bi tenê man li malê. Recebê kurê melayê cîranê me di ber mala me re derbas bû. Fitilî dîsa derbas bû. Paşê li keviya rê ya hember rûnişt, qîr kire stranekî. Çawa diqîre pîsê pîs. Ew jî li ser dîwanê rûdinişt ji nişka ve çawa hilpekî ji ba min. Ez veciniqîm. Paşê min meraq kir bê çi bû ji vê. Ez çûm, di pey re min nihêrî. Çûye mitbaxê, şibake vekiriye û destê xwe li ba dike jê re, bêedeb. Bila bisekine, ez ê ji diya xwe re bêjim. Ew ê ji xwe re bibîne. Ew jî ji xwe re nasekine, kirasê min î deqlêketî ji cihê veşartî derdixe û şanî diya min dixe. Çi bikim, deqa tûreşkê bû, jê neçû. Ez pê re kerixîm. Xwedê bike belayek were serê wê em jê xilas bibin. Ya Rebî wê bikuje!

Çawa cihê xwe girt nifira min. Ox xweş! Paqa wê layî hebanekî werimî. Bi şev hilperikiye dêliye tirh jê bike, ketiye ser lempa dohn. Nofek pîjê cama ketine piyê wê. Teredîn.

Bavê min jî dilê wî bi rehm e. Lê xist bire Stenbolê eva bêmirês. Em bi tenê man. Diya min bi dizîka girî.

Ev mehek e birîndar e. Xwezî hew bihata ev Hawa. Lê çi heyf hat. Rihet bûye.

Diya min duh got ku: “Gelo deh serî pîvaz deynim ber vê, wê karibe bixwe?” “Em deynin ber yadê, em binêrin ka wê karibe bixwe,” min got. Me danîn ber. Bi Xwedê hemû xwarin! Em şaş û metel man. Şire şira hêstira bû ji çavên wê dihatin, dîsa jî dixwar. Dûv re diya min got: “Keçê tu yê çixarê jî bikişînî?” “Ez ê bikişînim,” got. “Ha ji te re bikişîne heydê.” Tu nebê diya min xwê xistibû nav çixarê. Gava çike çik jê hat ji tirsa çixare bi aliyekî avêt û wisa reviya ku. Em ji kena zikopişto bûn.

Xwedêgiravî Heciyê Şîrfiroş bi devê kêrê bi Receb re peyiviye li ser vê, ev kêm bû îca. Wê rojê li ba diya mşn jî vê nabêje! Wisa hêrs bû diya min. Got: “ Ev çi gotin e keçê. Binêre li min, careke din nebihîzim ha. An naxwe ez ê te bikujim.” Diya min wisa gotiye, lê dîsa jî ji min re dibêje: “ Welehî kêr jê re derxist.”

Diya min, heke em bi cihekî de herin derî li ber kilît dike. An naxwe wê lêxe here. Rojekê hew mabû bifetise. Diya min deriyê serşokê li ser girtibû. Di xaçirganê de komir hebûye. Bêaqil, bîr nabe şibakê veke. Çi hate serê me. Me mastê sîrkirî dayê. Dilê min lev dikeve. Bi xwe de rîbû. 

Xaltîka Fatê dibêje ku: “Rihê vê keçikê yê kitika ye, nacehime.” Rast dibêje. Layî beraza dixwe. Heme tu çi biyê. Ji ber min dido şekirkê mêvana bêyî xebera diya xwe birin, deh dar li kefa destê min ketin. Bê çawa dîtiye, fesada fesad.

Diya min jî ecêb e. Serê xwe datîne ser kaba min, wisa radize. Carina jî wisa ji min re tê ku bêhtir didewisîne. Kaba min pir ditevize, lê jê ditirsim. Li rûyê min wisa ecêb ecêb dinêre ku!

Paşê rojekê li ber derî min li wan hisandibû. Bavê min ji diya min re digot: “Devê xwe veke, ez ê tif bikimê.” Diya min jî digot: “Hek! Malava, çawa çêdibe ev.” Paşê bavê min bi pîkênî keniya got: “Min tu ceribandî.” “Ka tu devê xwe veke, bê ka ez ê tif bikimê?” Sitirhê serê min hatin.

Çawa wisa axivîn? Çand cara min kir ku ji diya xwe bipirsim, paşê min dev jê berda. Loma wê fam bikira ku li ber derî li wan dihisênim. Jixwe kezebê min ji diya min diqete. Gava li me dixe, divê deng ji me neçe. Tu jin be biqîre. Ez naqîrim, lê digirîm. Ewa dîn qet nagirî. Bi tenê heta Xwedê dayiyê diqîre. Bavê min çend cara got: “Ev keçik nabe mirov, em bişînin gundê wê bila biçe.” Biçûya da em jî ji xwe re jê xilas bûbana. Diya min got: “Dilê min pê dişewite, kesekî wê nîn e. Hem jî xurt e. Bi kêrî min tê. Çawa be yek ji me re divê.” Em ewqas qenciyê pê dikin, xweşik di ciyê xwe de rûniştibûna qene. Heme pê girtiye dibêje, zikê min têşe. Behneke genî wisa ji devê wê tê ku! Paşê serê kêlîkekê kurmikan dibîne û min ditirsîne. Ji ber vê dilê min naçe xwarinê. Min newêrî ji diya xwe re bêjim. Ez bêjim, ew ê jî ji diya min re bêje ku surahiyê me min şikandiye. Lê belê Mestan gava pengizî şikand. Ne wî şikand, lê min ji diya xwe re wisa got. Ez çi bikim, paşê wê li min bixista.

Hawa ev sê roj in nexweş e. Bêhna kelaşa ji nava malê tê. Me çi jî kir bê feyde bû. Di jêr û jor re diçe. Hinekan got navêşî bûye, hinekan got ta girtiye. Dextor jî navê wê min ji bîr kir, tiştek got. Xwedê biparêze, em hemû dibe bimirin. Paşê go, na ne ew e. Xwedê kir ez diçim mektebê. Ji ber bêhnê debar nabe naxwe.

Axir ew xistin odeya li kêleka komirdankê. Bavê min xanî boyax kir. Diya min jî puxûr pê xist. Dîwarên odeya min kesk in. Carinan dadikevim xwar li odeya wê dinêrim. Hema kêferatê dike. Keçika qerase maye kulmek. Çi bû ji vê? Lê ew namire ku. Dîsa wê rihet be. Dibên wê paqa wê jê kin li Stenbolê. Xwezî jê bikirana. Qene wê ji xwe re li cihekî rûnişta. Her car ji ber vê çilekiya wê ev bela tên serê wê. Vêha poşman e, lê çi feyde. Diya min jê neqeraye paşê wê eşkere kiriye. Binê tenekeya rûn a ku me avêtî sergo alîstiye, xwariye loma weha lê hatiye. Cîran dibên ji wê teneka zingarî bi jahrî ketiye. Diya min dibêje: “Gele em bibin li ser bixwînin.”

Diya min îro digirî. Rebena diya min, pir li min dixe lê ez pir jê hez dikim. Çend eydan cilên xwe qetandin ji min re dirûtin. “Çima tu digirî”, min got. “Wisa dixwiye Hawa wê bimire keça min”, got. “Li ser wê digirîm.” Bi carekî re dilê min jî keliya. Giriyê min jî hat. “Hawa wê bimire ha! Bila nemire yadê!” Belî nabe keça min. Xwedê zane. Hedê here negirî.” Diya min wisa got, lê ez girîm. Paşê daketim jêr, min li şibakeya odeya wê nihêrt. Bi vî alî wî alî de kêferat dikir. “Ya Rebî çi dibe bila nemire”, min got. Ya Rebî rihê wê nestîne! Wê dîsa kêferat dikir seraqet. Ji nişka ve êşekê avêt nava min. Min kir biqîrim, dengê min derneket. Derdor jî bû tarî. Ez di şûna xwe de wisa mam û mam. Qene kûçikê me hate ba min. Dûvê xwe dihejand. Min serê kûçikê me mist da. Paşê pê re heta bi serê derencê em hatin. Êşa nava min hedinî.

Kêlîkekî pişt re diya min, bavê min û dextor hatin. Min jî di ber derî re nihêrt. Dextor derziyek li milê Hawa xist. Hawa neqîriya. Her sê jî wisa sekinî man. Bavê min bi pirzika çena xwe dilîst.

Paşê diya min li bavê min nihêrt. Bavê min devê xwe kire ber guhê dextor, tiştek jê re got. Dextor serê xwe hejand. Paşê çavên Hawayê vebûn. Diya min çû ba Hawayê. Çokê xwe berdan ser nivînên wê. “Hawa, keça min tu baş î?” got. “Binêre tu baş bûyî êdî. Dilê te diçe tiştekî? Ez çi ji te re bipêjim?” Hawayê pêşî tiştek negot. Paşê çavên wê beq bûn. “Baqlewa,” got. Paşê jî mir.  

Werger: Brahîm Ronîzêr