Li rûyê min nanihêre. Şipê dimîne. Ji Fazil re dibêje.
Fazil ji min re dibêje.
Tu yê jê re bêjî, dibêje dîya min,
dixwaze carekê jî tu jê re bêjî.
Dibêje, Jê bipirse, bêje ma Zazê nexweş e
bêje, ma ne stûna mala te ye
bêje, ma çar kur ji te re neanîn
bêje, ma ne ciwan e
jê bipirse, ma dilê te ket wê keçikê.
Heke bêje, Erê, derew e; ew nedîtiye ku dilê wî bikeviyê. Tu xerîb î, dibêje dîya min, carekê jî tu ji bavê min re bêje. Heke soz dabe bila bîne cih, lê bila min jî tune bihesibîne, weha bêje, belkî guh bide te, dibêje dîya min.
Ev çi adet in, haq nîne hiqûq nîne; hezkirin nîne, qedirgirtin nîne; rojeke bidil nîne, tenê darê zorê heye, tenê kêmdîtin heye.
Van bêje, fêm neke jî bêje, dibêje dîya min.
Dibêje, carekê jî bila ew bêje, yê xerîb, tu.
Dibêje, belkî guh bidiyê, dibêje, guh nediyê jî bila bêje.
Weha dibêje dîya min.
Hêstir diherikin ser dêmên sor ên Fazil.
Zazê serê kurê xwe ber xwe ve dikişîne, bi hembêza xwe ve dişidîne.
Dûvre wekî ku ji vê kira xwe şerm kiribe bi milên wî digire û dihejîne.
Cara pêşî, ji wextê hatiye oda min ve cara pêşî, li min dinihêre: “Tu yê bêjî? Tu yê gotinên min jê re bêjî?
Çavên xwe kutane çavên min.
Ez serê xwe ditewînim.
Bavê te li kû ye? dibêjime Fazil.
Xwe berda gundê xwarê, got Fazil. Berda Palanîsê.
Wê bûk ji Palnîsê bê?
Na, dibêje Zazê, jê re bêje, bûk wê neyê. An jî ez ê herim.
Gava dev û rûyê min, destê min di xwînê de mayî ez di deriyê hewşê re derbasî ser ferşikên devê derî bûm diya min selate çêdikir. Min zanî, bêhna xiyarên kesk kesk, nazik ku gava xwê li wan tê kirin av bi wan dikeve, di nav xiştêniya derbeyên kêrê de li dora devê dêrî belav bûbû. Ez neçûm hundir, ba diya xwe. Min xwe bi ser kevirê birî yê di ber deriyê camşikestî de berda. Dev û rûyê min bi xwîna zeliqonkî germ bû, werimî bû, tevzînok dihatinê. Ez di xwînê de mabûm û ji mehan nîsan bû. Roja li ber ava ku bi çavekî min dikarî bibînim, çi nemabû di pişt leylaqên tarî re winda bibe. Ji hêrsa xwe nedigiriyam.
Ewkên li ewkan ha –mirovên li kolanan min nabînin. Hekena bi rojan e azwerên min bi potîka min ve digerim. Esirkiyeke hêwî, yeke sergêjekî, jîndar. Ez di fetloneka kolanê de sekinîm. Hahaka erebe derbas dibin. Di camên wan de riwê min î helesor î hêrsok, derbas dibin. Ez tam sê caran di derbasoka peyayan re derbas bûm. Polîsê tirafîkê jî ez nedîtim. Ez ber bi wî qîriyam, “Lembe… Lembe!” Bêhna min fireh nebû qet. Hêrsa min di qevzên min de. Hêrsa min ji mêran re, ji mêran re, bêhtir ji wan re ye, ji wanên hijxwekirî, dîsa hijxwekirî. Artêşa xemsaran, nofo nofo derbas dibin, bi çakêtên yekpişkok, du pişkok, sê pişkok. Kêmek jî be hêviya min ji yên bêyî çakêt, bêyî krewat hebû, lê belê tenê nagerin ew -qelsemêr. Ez rast nehatim ha, rastî hinekan nehatim –Rast-bêm-jî, rast-ne-yêm-jî, em- di-çin nê-çîr-ê.
Ez hatim rawestgehê. Jinên xwedî zaro, jinên xwedî çente bê zaro, çenteyên bê jin, keçikên benîştcû, porkurên benîştcû tim disekinin. Sekina bi wan re. Baran bibariya, hatibûna şûştin ev rawestgeh. Du xwendekarên lîseyê li keviya peyarê rûniştine. Ew jî disekinin. Ez çûm cem wan. Bi liva destê xwe “Rê vekin!” min ji wan va. Wisa xweş di navbeyna wan de min cihê xwe xweş kir. Çavê wan çû nava serê wan, şaqiz man. Yekî got, “ewk” got,“otobûs” yê din got, “em nemeşin.” Bi herdu destên xwe bi hev re min riwê herdukan mist da. Ji yê li rastê re, “Riha te hişktir e,” min got, “Çima bi gûzanê traş nabî?” awirên herdukan jî li ser şimikên min qurimîbûn. Min pêçiyên piyên xwe lebitandin. Rabûn, bi bayê bezê dûr ketin. Min li kesên li rawestgehê nihêrt, çûbûn wî aliyê peyarê. Qey bi min re disekinîn, diwêrîn bisekinin? Otobûs bihata, min şanî wan bida. Otobûs hat û xwe da ber peyarêya WAN. Ez rabûm ser xwe, min dawa xwe li ba kir.
Ma ev bajar cihê serderkirina azwerên min bû. Ev bajar kolanek bi hat û çû bû. Hatin û çûna kesên ji herdu aliyan ve. Sê çar camekan, nizanim çend avahiyên nîvco û ji wan bêhtir navendên partiyan bû. Sûc hemû sûcê potîka min bû. Heke wisa xelek xelekî nebûbûya min ê azwerên xwe bi serçivka wan ve nealiqandibûna, min ê nikaribûya. Min xwest bibim stûneke nû ya troleybûsan, mekîneyeke rêçêker. Hingî wê binihêrtana. Wê xwe ranegirtana nenihêrin. Mecbûrê vê bûn. Debara wan li vê bû.
Ez di kolanekê ji herdu kolanên ku bajar pê dibû bajar re bi hewa ketim. Gava gihîştim serê gir bajêr ronahiyên xwe vêxistibûn. Me weke lihbokan lev mêzand.
Ha qezenca îro –qulika mezgelê- qezenca vê roja sergêjek û sernerm di binê piyê min de bû. Min li ber serê qulikê çok da. Azwerên xwe yeko yeko ji xelekên potîka xwe vekirin, di qulikên mezgelê de berdan xwarê. Tevlî qirêja bajêr bûn, ox xweş! Min got, “Ew qas.” Ew qas bû.
Pora min
nermik e. Ya Hawa weke keja pez e. Diya min du caran bi duzanê qusand da ku
dirêj bibe, lê nebû, kinik ma. Bêvila wê jî wisa kirh ku! Pahn pahn e. Eynî
weke ya meymûna di pirtûka me ya mektebê de ye. Qet kêfa min jê re naye. Pîs,
dizek.
Diya min îro sohrek lê da. Çawa lê nexe! Mafûra me ya xweşik qetandiye, ya odeya mêvanan. Dîn e, çi ye? Diya min got: “Te çima qetand?” Wê got:”Çivîkek di nava mafûrê de ye. Çivîkekî spî. Min dixwest derxim.” Te jî çivîk dît ha. Heme elimiye bêje: “Tobe yadê tobe,” û hew.
Qene bi kêrî
îşekî bihata. Xwedê nehiştê nedîtiye ku! Ew li aliyekî, heme vê derê wê derê
tev dide seraqet. Palês. Bi ser de jî tiral. Destek firax di heşt saetan de
dişoye. Dûv re jî, têrxwarin jê re nîn e. Xêra Xwedê ye!
Wê rojê jî çi
bû. Diya min çûbû mêvandariyê. Em bi tenê man li malê. Recebê kurê melayê
cîranê me di ber mala me re derbas bû. Fitilî dîsa derbas bû. Paşê li keviya rê
ya hember rûnişt, qîr kire stranekî. Çawa diqîre pîsê pîs. Ew jî li ser dîwanê
rûdinişt ji nişka ve çawa hilpekî ji ba min. Ez veciniqîm. Paşê min meraq kir
bê çi bû ji vê. Ez çûm, di pey re min nihêrî. Çûye mitbaxê, şibake vekiriye û
destê xwe li ba dike jê re, bêedeb. Bila bisekine, ez ê ji diya xwe re bêjim.
Ew ê ji xwe re bibîne. Ew jî ji xwe re nasekine, kirasê min î deqlêketî ji cihê
veşartî derdixe û şanî diya min dixe. Çi bikim, deqa tûreşkê bû, jê neçû. Ez pê
re kerixîm. Xwedê bike belayek were serê wê em jê xilas bibin. Ya Rebî wê
bikuje!
Çawa cihê xwe
girt nifira min. Ox xweş! Paqa wê layî hebanekî werimî. Bi şev hilperikiye
dêliye tirh jê bike, ketiye ser lempa dohn. Nofek pîjê cama ketine piyê wê.
Teredîn.
Bavê min jî
dilê wî bi rehm e. Lê xist bire Stenbolê eva bêmirês. Em bi tenê man. Diya min
bi dizîka girî.
Ev mehek e
birîndar e. Xwezî hew bihata ev Hawa. Lê çi heyf hat. Rihet bûye.
Diya min duh
got ku: “Gelo deh serî pîvaz deynim ber vê, wê karibe bixwe?” “Em deynin ber
yadê, em binêrin ka wê karibe bixwe,” min got. Me danîn ber. Bi Xwedê hemû
xwarin! Em şaş û metel man. Şire şira hêstira bû ji çavên wê dihatin, dîsa jî
dixwar. Dûv re diya min got: “Keçê tu yê çixarê jî bikişînî?” “Ez ê bikişînim,”
got. “Ha ji te re bikişîne heydê.” Tu nebê diya min xwê xistibû nav çixarê.
Gava çike çik jê hat ji tirsa çixare bi aliyekî avêt û wisa reviya ku. Em ji
kena zikopişto bûn.
Xwedêgiravî
Heciyê Şîrfiroş bi devê kêrê bi Receb re peyiviye li ser vê, ev kêm bû îca. Wê
rojê li ba diya mşn jî vê nabêje! Wisa hêrs bû diya min. Got: “ Ev çi gotin e
keçê. Binêre li min, careke din nebihîzim ha. An naxwe ez ê te bikujim.” Diya
min wisa gotiye, lê dîsa jî ji min re dibêje: “ Welehî kêr jê re derxist.”
Diya min, heke em bi cihekî de herin derî li ber kilît dike. An naxwe wê lêxe here. Rojekê hew mabû bifetise. Diya min deriyê serşokê li ser girtibû. Di xaçirganê de komir hebûye. Bêaqil, bîr nabe şibakê veke. Çi hate serê me. Me mastê sîrkirî dayê. Dilê min lev dikeve. Bi xwe de rîbû.
Xaltîka Fatê
dibêje ku: “Rihê vê keçikê yê kitika ye, nacehime.” Rast dibêje. Layî beraza
dixwe. Heme tu çi biyê. Ji ber min dido şekirkê mêvana bêyî xebera diya xwe
birin, deh dar li kefa destê min ketin. Bê çawa dîtiye, fesada fesad.
Diya min jî
ecêb e. Serê xwe datîne ser kaba min, wisa radize. Carina jî wisa ji min re tê
ku bêhtir didewisîne. Kaba min pir ditevize, lê jê ditirsim. Li rûyê min wisa
ecêb ecêb dinêre ku!
Paşê rojekê li
ber derî min li wan hisandibû. Bavê min ji diya min re digot: “Devê xwe veke,
ez ê tif bikimê.” Diya min jî digot: “Hek! Malava, çawa çêdibe ev.” Paşê bavê
min bi pîkênî keniya got: “Min tu ceribandî.” “Ka tu devê xwe veke, bê ka ez ê
tif bikimê?” Sitirhê serê min hatin.
Çawa wisa
axivîn? Çand cara min kir ku ji diya xwe bipirsim, paşê min dev jê berda. Loma
wê fam bikira ku li ber derî li wan dihisênim. Jixwe kezebê min ji diya min
diqete. Gava li me dixe, divê deng ji me neçe. Tu jin be biqîre. Ez naqîrim, lê
digirîm. Ewa dîn qet nagirî. Bi tenê heta Xwedê dayiyê diqîre. Bavê min çend
cara got: “Ev keçik nabe mirov, em bişînin gundê wê bila biçe.” Biçûya da em jî
ji xwe re jê xilas bûbana. Diya min got: “Dilê min pê dişewite, kesekî wê nîn
e. Hem jî xurt e. Bi kêrî min tê. Çawa be yek ji me re divê.” Em ewqas qenciyê
pê dikin, xweşik di ciyê xwe de rûniştibûna qene. Heme pê girtiye dibêje, zikê
min têşe. Behneke genî wisa ji devê wê tê ku! Paşê serê kêlîkekê kurmikan
dibîne û min ditirsîne. Ji ber vê dilê min naçe xwarinê. Min newêrî ji diya xwe
re bêjim. Ez bêjim, ew ê jî ji diya min re bêje ku surahiyê me min şikandiye.
Lê belê Mestan gava pengizî şikand. Ne wî şikand, lê min ji diya xwe re wisa got.
Ez çi bikim, paşê wê li min bixista.
Hawa ev sê roj
in nexweş e. Bêhna kelaşa ji nava malê tê. Me çi jî kir bê feyde bû. Di jêr û
jor re diçe. Hinekan got navêşî bûye, hinekan got ta girtiye. Dextor jî navê wê
min ji bîr kir, tiştek got. Xwedê biparêze, em hemû dibe bimirin. Paşê go, na
ne ew e. Xwedê kir ez diçim mektebê. Ji ber bêhnê debar nabe naxwe.
Axir ew xistin
odeya li kêleka komirdankê. Bavê min xanî boyax kir. Diya min jî puxûr pê xist.
Dîwarên odeya min kesk in. Carinan dadikevim xwar li odeya wê dinêrim. Hema
kêferatê dike. Keçika qerase maye kulmek. Çi bû ji vê? Lê ew namire ku. Dîsa wê
rihet be. Dibên wê paqa wê jê kin li Stenbolê. Xwezî jê bikirana. Qene wê ji
xwe re li cihekî rûnişta. Her car ji ber vê çilekiya wê ev bela tên serê wê. Vêha
poşman e, lê çi feyde. Diya min jê neqeraye paşê wê eşkere kiriye. Binê
tenekeya rûn a ku me avêtî sergo alîstiye, xwariye loma weha lê hatiye. Cîran
dibên ji wê teneka zingarî bi jahrî ketiye. Diya min dibêje: “Gele em bibin li
ser bixwînin.”
Diya min îro
digirî. Rebena diya min, pir li min dixe lê ez pir jê hez dikim. Çend eydan
cilên xwe qetandin ji min re dirûtin. “Çima tu digirî”, min got. “Wisa dixwiye
Hawa wê bimire keça min”, got. “Li ser wê digirîm.” Bi carekî re dilê min jî
keliya. Giriyê min jî hat. “Hawa wê bimire ha! Bila nemire yadê!” Belî nabe
keça min. Xwedê zane. Hedê here negirî.” Diya min wisa got, lê ez girîm. Paşê
daketim jêr, min li şibakeya odeya wê nihêrt. Bi vî alî wî alî de kêferat
dikir. “Ya Rebî çi dibe bila nemire”, min got. Ya Rebî rihê wê nestîne! Wê dîsa
kêferat dikir seraqet. Ji nişka ve êşekê avêt nava min. Min kir biqîrim, dengê
min derneket. Derdor jî bû tarî. Ez di şûna xwe de wisa mam û mam. Qene kûçikê
me hate ba min. Dûvê xwe dihejand. Min serê kûçikê me mist da. Paşê pê re heta
bi serê derencê em hatin. Êşa nava min hedinî.
Kêlîkekî pişt
re diya min, bavê min û dextor hatin. Min jî di ber derî re nihêrt. Dextor
derziyek li milê Hawa xist. Hawa neqîriya. Her sê jî wisa sekinî man. Bavê min
bi pirzika çena xwe dilîst.
Paşê diya min
li bavê min nihêrt. Bavê min devê xwe kire ber guhê dextor, tiştek jê re got.
Dextor serê xwe hejand. Paşê çavên Hawayê vebûn. Diya min çû ba Hawayê. Çokê
xwe berdan ser nivînên wê. “Hawa, keça min tu baş î?” got. “Binêre tu baş bûyî
êdî. Dilê te diçe tiştekî? Ez çi ji te re bipêjim?” Hawayê pêşî tiştek negot.
Paşê çavên wê beq bûn. “Baqlewa,” got. Paşê jî mir.