Qedîya Ew Evîn / Edip Cansever

Qedîya ew evîn, qut bû qêrîna  qaqlîbazan

Wekî avê qedîya wekî berevajî avê qedîya

Qerax dehf da tişta em jêre dibêjin behr

Digel tiştekî ku em jêre nabêjin behr

Me ji bîr kir her cure qîmpêneanîn me herdukan jî

Winda kir çavê min di qumarê de

Winda kir çavê wê di qumarê de

Layî ku hemîyek ber bê ket di valahîya singa min de

Ji hev dûr ketin dar

Nêzîkî hev bûn dar

Yanî di her henaseya me de

Layî mêkûkekê dilê te

Layî mêkûkekê dilê min

Her hûnand ev windayî ji nû ve

Çi ma

Te hay jê heye nizanim

Navroj…

Navroj hinekî kêm bûn.

Werger: B.Ronîzêr

Bi Hezaran / Turgut Uyar


Bi hezaran duşem ji emrê min çûn
Ew kîjan bû jev dernaxim
Min gelyazek xwaribû tê bîra min kurmî bû
De naxwe gelekî mabû
………….
 
Çawa mirov dijî li vê dinyaya serwêrisî
Kîjan şêt û sermest çawa vê radigire
Ne îşê min e esl û feslê kesî bibînim
Sazkirina çîroka min besî min e
Nîvroyeke xweş
Di bîra min de şeveke xweş a borî
Dûvre tiştên têrtije
Wekî metereyên avê
Kela min radibe
 
Dibêjim bila dawîyek hebe
Lê dawîya çi
Qet nebe ya van pêpelokên kevirî

Dengê Xwînê Ji Desmala Min Tê / Edip Cansever


Mirov digihîje her derê
Ji tu tiştî re dereg namîne lê
Kezeb min bibexşîne
Kekê Ahmet tu jî bibexşîne.

Heke stûxwar im ne ji daxwaza dilê min e
Na qet ne ji vê ye
Ax Kekê Ahmet delalê min
Mirov dişibe warê xwe
Dişibe ava xwe, axa xwe
Masîyên ava xwe
Kulîlkên axa xwe
Meyla mijdar a çiya û pesarên xwe
Dişibe rasta gewr a Konyayê
Rasta sor a Entabê
Dişibe ezmanê xwe ku ji hêstirên hêşîn e
Dişibe behra xwe ku ji awirên pêlpêlî ye
Dişibe xanîkan, kuçeyan, serê sikakan
Ew qas dişibe ku
Û dişibe hewşan
(Dilê min hatiye guvaştin bi xelekeke bîran)
Û peyvan
(Yanî dişibe dan û standina neynikeke berîkan belkî)
Û dişibe pirsîna navnîşanekê rojekê
Dişibe rûdêneke xemgîn di kêlîka pirsa navnîşanekê de
Dişibe birîna cambir, mevredkirina xerat
Wisa pêxistina çixareyekê, vekirina gazozekê
Dişibe mînîbûsên xwe, xanîkên li kevîya bajêr
Kovana xwe, derewên xwe
Bîrhatina wî bêdenî ye
Birîna wî bîra wî ye
Kêra wî hêstirên wî ne ku ziwa dike
Tu nabişirî na, bişirîn
Heke miletek bibişire bişirîn e
Em çi qasî dişibin Tirkiyeyê Kekê Ahmet.

Te çawa qedeh hildida carê
Enîşka te pesartî kûrsî
-Berê min digot, pesartî ezmên-
Li ser pakêta çixareya te nivîs, resim
Resim: girtîgeh
Resim: bêrîkirin
Resim: ji berê
Û birûyeke te hildayî
Hezkirina te leze lez
Dostanîya te germe germ
Vêga ez didim ber bala xwe
Ew qedeh mîna çêrekê ye di destê te de

Û çi ye Kekê Ahmet, eva em jê re dibêjin dem
Carê em pevre
Li îstasyonan digerîyan yeko yeko
Hingî bêhna Meletîyê ji îstasyonan dihat
Bêhna Nazilliyê
Û her ku li ber baranê şil dibû posta Edirneyê
Li ber barana hûrik a Stenbolê
Wekî ku te ji jineke esmer hezkiribe li te dihat
Tenê wê ji patîskaya hotîkirî
Qirikdirêj
Birûdirêj

……………….

Ev e Halê Me / Turgut Uyar

Dev Jê Berde Çi Re Bimînim / Edip Cansever

Bêhna min teng kir vî bajarî êdî
Çêtir e lê xim herim bêyî dudilî
Divê wê deverê bibînim ku lê digerim
Êdî helbest e, zanatî ye, bê çi be
Çi hebe ji min bila li şûnê bimîne
Bila bimînin ew derew, ew têkilîyên bi derewan jî
Û ew mirinên ku evînê ew cêwî anîne
Bila bes bin, naxwazim yekî ji wan hilgirim li paş xwe
Tu li kû yî lawikê min ku her roj dizêyî
Lawikê ne yek û dido yê evînê
Tenê li welatê te hemû bêrîkirin
Dizanim tenê li wir, dilovanî, xweşî, coş û peroşî
Bi tekane şaxê gulgulî yê ala te
Li wir li wê bêserî û binîtîyê
Bi hemû heşmeta xwe împeretorîyeke erxewanan.

……………………….

Wer: B.Ronîzêr

Dizanim Rê Girtî Ne Nagihîjin Te/ Cemal Süreya


Dizanim rê girtî ne nagihîjin te
Û te jî tu caran ji min hez nekir
 
Çiqasî ji nêz ve û di navbera me de astengên qerase;
Mirov, xanî, wekî dîwaran di navbera me de
 
Şiyar bûm û şiyar bûm her li te fikirîm
Tenê li te fikirîm, li çavên te
 
Tu Bayan Nihayet, tu man û nemana min
Ez êdî pak nabim ji destê vê kederê
 
Vê pêlê wekî kûçikan ji vir dibezim wir
Hekena ez mirîyê navê xwe me bi rastî, qeqîn ke
 
Nayê bîra min bi xweşbînî min peşkek av vexwarî
Û di ber min de naçe xwar nanê ji kevîyê şikestî
 
Çend caran ji dûr ve min li te mêzand di vapûra 5.45’an de;
Dengê kîjan stranê werê min, dibêjim qey ji me re hatîye gotin
 
Çawa mirov teredîn dike evîna yekalî
Çawa min ji bîr kirîye tu dilketîya yekî din î
 
Bi tevgerên zarokane min tu êşandî;
Bibexşîne nema yekî ji wan dikim êdî
 
Çi ji min tê ez ê bikim qene em rastî hev neyên
Xwedê zane, ev wilo ne hesanî ye…
 
Ez ê hîn bibim tenê di xeyalan de te bipelînim;
Ev jî, bextewarîya vê jî ne hindik e ku
 
Nebû nebû ez ê lêxim herim ji van deran
Belkî navekî vê tuneyîya te, maneyeke wê çêbe
 
Bawer ke ji min, di xwe nayînim der, qet te aciz nakim,
Êdî dikarim xwesteka xwe ya dawî bêjim:
 
Di nîveşevekê de vê nameyê dinivîsim
Dexîlê te me rojê çarşema wê nexwîne..

Wer: B.Ronîzêr

Bo Kaşerê /Turgut Uyar

tu dirihên gulan yeko yeko ji bedena wan bikî
şûna wan yeko yeko wê xwînî bibe

şûna dirihan ji te re wek biharek û filantiştî bixuye
li Kurdistanê, di rîya Mûş û Wanê de wê deverek xwînî bibe

di rêka Mûş û Tetwanê de tu li gulan û dewletê bawer bikî
wê eşqîya xwînî bibin, eskerên kêm çek û rext xwînî bibin

tu delalîka havînê, pelên te tirşîn, tu xwe di avê de bişoyî,
porteqal ê ber xwe bikeve, tûtin ê şerm bike, hejîr ê xwînî bibe
……………………..

Werger: B.Ronîzêr
Bağlantı

Dilê Te Ye / Turgut Uyar

her tişt dilê min e
dilekî ji nav berfê
ji bin berfê derxistî
bi bişirîna dêyeke bê zarok
her tişt dilê min e
ji ber ku qet li vê dinyayê nayê
 
rast e an na nizanim
bajar bê serî mezin dibin lê çi xem e
qenc e  em jiyaneke din bihûnin dibêjim
 jiyaneke paldayî caxên piran
civanên kurt
yanî apê xwê
 birakê helal ê hezkirinê
gava te bi çavên çûkekî herî piçûk
li dinyayê mêzand
her tişt dilê min e
 ………………………..
 

Werger: B.R

Te Kulîlk Av Dabana…/ Edip Cansever

Te kulîlk av dabana, pelên hişk jê kiribana
Sermeselê te neynûkên xwe nekojtana
Bi şev zû raketana qenc bû.

Bêguman qenc bû
Yanî ev sosin, ev bilbizêk tu zanî
Çi bêjim
Lihevkirina behrê bi devereke xalî re
Winda bû
Zistan zûde jibîr bû loma. Êvarekê
Dikandarek bi hemû xemgînîya xwe axivî
Li ber ronahîya ku dida sewzeyan
Te digot qey baregehek nîvşewitî li Ortaköyê
Dîsa encameke weha bû
Zistan ji bîr bû birako. Êdî
Dengê tu lingan naşibe hev.

Navbera Çewlik û Stenbolê
Bi otobûsê çend saet e
Yanî navbera Stenbol û Çewlikê
Çend saet e bi otobûsê
Ji hinekan re gelek roj
Ji hinekan re çend çirke ye
Ji ber ku kovan cure cure ne
Kovan ku hezar cure ne
Ax tenê hezkirin dikare wan bigihîne hev
Ji çiyayê Sündiken û bi xwar de
Isparta dibişire piçekê
Navenda Ispartayê sûka behrî
Bêcan têde digerin masî
Hêê kovana bê cih û war, ka tu vêga bisekine piçekê
Çima nedibû tu jinek bûya, an jî mêrekî winda
Ax erê
Divê em ji we jî bipirsin
Hêê kendalno, pirno
Çima zistan ji bîr bû.

…………………………………..

Werger: Brahîm Ronîzêr