Bi Hezaran / Turgut Uyar


Bi hezaran duşem ji emrê min çûn
Ew kîjan bû jev dernaxim
Min gelyazek xwaribû tê bîra min kurmî bû
De naxwe gelekî mabû
………….
 
Çawa mirov dijî li vê dinyaya serwêrisî
Kîjan şêt û sermest çawa vê radigire
Ne îşê min e esl û feslê kesî bibînim
Sazkirina çîroka min besî min e
Nîvroyeke xweş
Di bîra min de şeveke xweş a borî
Dûvre tiştên têrtije
Wekî metereyên avê
Kela min radibe
 
Dibêjim bila dawîyek hebe
Lê dawîya çi
Qet nebe ya van pêpelokên kevirî

Helbest Tê Wergerandin Qey!

Tu çi dixwînî?
Tarkovsky, helbestên Arseni Tarkovsky.
Bi Rûsî?
Na. Werger e.
Wergereke pir baş e.
Zûka wê bavêje.
Çima?
Wergêr şairekî pir baş e.
Helbest nayê wergerandin,
eynî layî hemû hunerên din.
Heye tu mafdar bî ku
ev helbest nayê wergerandin.
Lê mûzîk? Sermeselê mûzîk?
Ew çi ye? Çi ye tu dibêjî?
Straneke Rûsî ye.
Belê em ê çawa Tolstoy, Puşkîn
nas bikin, bixwînin.
…herweha çawa Rûsya fêm bikin?
Tu nikarî Rûsya fêm bikî.
Tu jî Îtalya naxwe.
Heke ne bi alîlarîya kesên wekî
Dante, Petrarca û Machiavelli be.
Helbet, ji bo me rebenên Xwedê ev ne gengaz e.
Em ê çawa, çilo hev nas bikin?
Bi rakirina sînoran.
Kîjan sînor?
Sînorên navbera dewletan.

Dev Jê Berde Çi Re Bimînim / Edip Cansever

Bêhna min teng kir vî bajarî êdî
Çêtir e lê xim herim bêyî dudilî
Divê wê deverê bibînim ku lê digerim
Êdî helbest e, zanatî ye, bê çi be
Çi hebe ji min bila li şûnê bimîne
Bila bimînin ew derew, ew têkilîyên bi derewan jî
Û ew mirinên ku evînê ew cêwî anîne
Bila bes bin, naxwazim yekî ji wan hilgirim li paş xwe
Tu li kû yî lawikê min ku her roj dizêyî
Lawikê ne yek û dido yê evînê
Tenê li welatê te hemû bêrîkirin
Dizanim tenê li wir, dilovanî, xweşî, coş û peroşî
Bi tekane şaxê gulgulî yê ala te
Li wir li wê bêserî û binîtîyê
Bi hemû heşmeta xwe împeretorîyeke erxewanan.

……………………….

Wer: B.Ronîzêr

Sîle / Evdila Peşêw


-Hûn rojê divên?!
Roj di sînga aso de ye
Bi xencerekê aso biqelêşin, rojê derînin
-Hûn rûyê xwe yî wenda divên?!
Rûyê we xelîfeyekî kir kerpîç
Ji bo bingeha yekem mizgeftê
Herin, mizgeftê hilweşînin!

-Hûn çi divên?
Azadîya xwe?!
Azadîya we hezar sal e
Keçik e û radize li rex we
Lê kanî mêranîya we?!

 
Zille
Rojtan dewê?!
Roj le singî aso da ye
Be xenceran aso şeq ken, roj derbênin
Sîmay win bûy xotan dewê?!
Sîmay êwe xelîfeyekkirdî be xişt
Bo binçîney yekem mizgewt
Birron, mizgewt birûxênin!
 
Çîtan dewê?
Serbestîtan?!
Hezar sall e serbestîtan
Kiç e û denwê legelltana
Belam kwanê piyawetîtan?!
 

Evdila  Peşêw, 1978

Pistepistek / Şêrko Bêkes


Êvar bû, Hemedkê piçûk î boyaxçî
Serê xwe î westîyayî daxistibû
Li kevîyeke meydana mezin a sûkê
li navenda dilê Şamê
li ser kursîkê xwe rûniştibû
bi lez bi lez weke firçeya di destê xwe de
bejna xwe ya zirav dihejand
Hemedkê piçûk î betal
di ber xwe de bi pistepist ev digot
tu bazirgan, lingê xwe deyne
tu mamoste, lingê xwe deyne
tu parêzer, lingê xwe deyne
efser, serbaz, casûs, celad
mirovên baş û xerab, hûn hemû
li pey hev lingên xwe deynin
kes nema, tenê Xwedê ma
ez bawer im li wê dinyayê jî
Xwedê ji bo pêlavên xwe boyax bike
wê bake kurdekî
dibe ku ew kurd jî ez bim, ayy dayê can!
gelo pêlavên Xwedê çiqasî mezin in?
çend numre ye lingên wî?
ayy dayê can, lê çiqas pere dide?
wê çi qas be?

Dilê Kenok / Charles Bukowski

Jîyan jîyana te ye
nehêle wê dehf bidin nava koncala gemarê
hişyar be
rîyên xilasîyê hene
ji deverekê ve çirûskek pêdikeve
belkî ne ronîyeke geş e, lê
dikare zora tarîyê bibe
hişyar be
xwedê wê firsendan bireşîne
wan bizane
wan zeft bike

tu nikarî zora mirinê bibî, lê
lê carcaran tu karî li jîyanê zora mirinê bibî
û her ku tu hînî vê bûyî
ronî wê geştir be
 
Jîyan jîyana te ye
wê binase hê ku ya te ye
xwedê çaverêyê bextewarîya te ye
 
Wer: B. Ronîzêr

The Laughing Heart

your life is your life
don’t let it be clubbed into dank submission.
be on the watch.
there are ways out.
there is a light somewhere.
it may not be much light but
it beats the darkness.
be on the watch.
the gods will offer you chances.
know them.
take them.
you can’t beat death but
you can beat death in life, sometimes.
and the more often you learn to do it,

the more light there will be.


your life is your life.
know it while you have it.
you are marvelous
the gods wait to delight
in you.

Annabel Lee / Edgar A. Poe

Berîya gelek sal û zemanan bû
Li welatekî kevîya behrê
Keçikek hebû, we yê bihîstibe
Navê wê Annabel Lee bû
Tu fikar nediketin dilê keçikê
Ji xeynî hezkirina min û wê
 
Ez piçûk bûm, ew piçûk bû
Li wî welatê kevîya behrê
Lê me wisa ji hev hez dikir, evînek zêdeyî evînê
Min û Annabel Lee
Evînek wilo bû ku milyaketên banê banî
Xwezîya xwe pê dianî
 
Û ji ber vê, gelekî berê,
Li wî welatê kevîya behrê
Reşebayek ji ewrekî gobilî hat, ferihand
Delalîka min Annabel Lee
Axir lêzimekî wê hat
Û ew ji min dûr kir
Di gortengekê de bêdeng û dev kir
Li wî welatê kevîya behrê
 
Milîyaket li banê banî nîvê me jî ne bextewar bûn
Ji me dihesidîn-
Erê lêê! –ew bû sersebeb (wekî ku hemû kesî dizanî
li wî welatê kevîya behrê)
Ew reşeba gobilî ji ewrekî, nîveşevekê
Delalîka min ferihand, kuşt Annabel Lee’ya min
 
Lê evîna me gelekî xurttir e ji evînê
Evînên berî me-
Evînên gelekî ji me zanatir-
Ne milyaketên banê banî
Ne cinên di binê behrê de
Dikarin giyanê min qut bikin
Ji giyanê delalîka min Annabel Lee
 
Lew çawa hîv derdikeve xeyala te dibiriqe
Delalîkê Annabel Lee
Û ji dêla stêran çavê te dibiriqin
Delalîkê Annabel Lee
Û wisa xwe dirêj dikim bi şevgarê li rex
Delalîka xwe, cana xwe, jîyana xwe, kebanîya xwe
Li rex gora wê, li kevîya behrê
Li ber delodînîya pêlên wê.
 
Werger ji Îngilîzî: B.Ronîzêr

Pippa Dimeşe / Robert Browning

Li werzê nûbiharê
Roj li berbangê
Wê vêga hilavêje
Li şaneşînan xwîsîtiya birîqonkî
Beytî fira didin xwe
Şeytanokek hildiperike dirihekê
Xwedê li qata xwe ya heftan
Dinya di kayîna xwe de ye!


Wer: B. Ronîzêr

 Pippa Passes

    The year’s at the spring
    And day’s at the morn;
    Morning’s at seven;
    The hillside’s dew-pearled;
    The lark’s on the wing;
    The snail’s on the thorn:
    God’s in His heaven—
    All’s right with the world!

Demsala Xemê / Arkadaş Zekayi Özger

Şev
layî tabûtekê dikeve ser milên min
ba dibe keservedana mirîyekî
mitaleya maleke li dûr dikim
stêrk nayên jimarê: bêrî li dûr e
bêrîyê ez zanim, tenê ez
û kundê di çavê şevê de
kundo kundê kor kundo kundê kirh
ez ê bi xema xwe wî xweşik bikim.
bi xema xwe bixemilînim.
deynim ser banekî bixemilînim.
deynim ser banekî
-min qet weha ji nêz ve tu nedîtibûyî
stêrk nayên jimarê: bêrî li dûr e
rûyê birakê min bi êşê seyandî
layî kevokeke pîr dikeve kefa mista min
belav dibe deng dibe êşa wî
şîreta min jiberkirî dubare dike bo min
……
dilo
helbet rojekê ez ê dengê xwe bi ser yê te xim
helbet wê bibore ev demsala xemê
roja ku kundek bi beytikekê re bû heval
wê rojê ez ê qala dilşadîyê jî bikim ji we re
roja ku kurmikek bi leglegekê re bû cot
ew roj bihar e ez ê qala evînê bikim ji we re
û helbet rojekê ez ê stêrkan bijimêrim
-werin min hembêz bikin. nikarim stêrkan bijimêrim.

Wer: B.Ronîzêr