Mandarînê Mucîzewî / Aslı Erdoğan

Di Valahîya Çavê Winda De

Di çavpêketina pêşî de min tê derxistibû ku Tirk in. Bi îxtîmaleke xurt ji bo pêşangheka wêneyan an jî mîhrîcaneke filîman hatibûn vî kevnebajarê li Ewropaya Navîn ku şênîyên wî bi Fransî dipeyivîn. Her çar jî bi şibhetê hunermendan bûn, wate porreş û pordirêj, bi berçavk, rihdirêj û şalê qedîfeyî li wan bû. Ew qas sermest bûn ku xwe li xwe nedigirtin. Li kuçeyeke ji kuçeyên Bajarê Kevnare, kuçeyeke teng û kaşî, li pêşîya pabeke şevîne li ber dengê mûzîka nûjen a punkê çeper vedabûn, bi şikêra bîrayên xwe, him û gum û qerqeşûna xwe, bi adetî rê girtibûn.

Xemsarîya wan ku li welatekî biyanî û bêhtir serbest vejîyayî bûbû hevalbenda araqvexwarîya wan, sê hezar kîlometre ji dûrîya civaka ku her û her lê dihatin darizandin û neçar diman “îmaja xwe” biparêzin, serî li wan gerandibû. Axir qenc ji tehmê derxistibûn. Her keçika di ber wan re diçû diketin kirî wê, ji wan kirî kes bi Tirkî nizane lewma gotinên kesnebihîstî dikirin, çi bêedebî nedima ku nedikirin. Xemxurîya wan a hunerî mabû li paş hungira êvarê; şevê, kêmayîya sereke, kêmayîya man û nemanê, bi tekane gotinê fehlîtîya wan derxistibû pêş. Li pey serkeftineke hêsan bûn, li pey şopa bextewarîya doxînê bûn.

Ew qederek bû min bala xwe dabû wan gava hay ji min çêbûn, loma tê gihîştim ku her çaran ji nişka ve, heme bêje pevre, di tarîtîyê de, bi temtêla min hisîyan. Şeveke şemîyê, li kuçeyên kaşî û zenûn yên bi kevirên raxistî yên Bajarê Kevnare, jineke layî reşê şevê di gerê de, yeke hûrik û lawaz bû, derketibû pêşberî wan. Li ber lembeya kuçeyê ya zenûn, jineke zerik, hê ne di sî salîya xwe de jî lê ketî, hinekî nihênî, hinekî trajîk, yeke westîyayî. Hema bêje lehengeke romanekê.

Êdî gotinên wan nedigihîştin min, bi awayekî navajoyî dengê xwe daxistibûn, heyîna min ew xistibûn qilqalekê. Di wê gavê de ez bûbûm nîşangeha bal û dîna wan. Komika çarserî hêdî hêdî nêzîkî li min kir, wekî amîpekê ji hev zêde bûn. Lembeya kuçeyê bi carekê re rûyê min ronî kir û pêçeka ku badilhewa min di tarîtîyê de vedişart derxist holê. Pêçeka ku çavê min î çepê bi temamî nixumandibû û di nîvê rûyê min de razeke kûr çêkiribû…

“Wîî, ka li çavê keçikê binêre lo!”

“Çavê keçikê nîne, ka lê!”

“Heyfa wê, weytî!

“Çi pê hatîye gelo? Qeza mezek hatîye serê wê qey.”

(Hevokên ku min hew dibihîstin, heyf û berketin, îxtîmal…)

“Heyfa wê, çi keçikeke delal!”

Ez ne êmin im, bira jî ev hevoka dawî min bihîstibû, an belkî wê ezîtîya min a rebenok, a birçîya pesindanê guhê min xelat kiribû.

Yek ji wan, ê cefûrê wan ber bi min hat lê hay ji xwe hebû, qenc nêzî min nebû. Belkî çavê min î belalêketî wekî cinawirekî xwe bavêta ser wî, û nexweşîyeke kujer bi wî jî bixista. Bi dengekî qedîfeyî bi Tirkî got, “Derbasî be.” Min jî bi zimanê xwe yî zikmakî lê vegerand.

“Malî ava.”

Hê min dikir bi rîya xwe de herim, min dît qotîka bîrayê ji destê wî ket. Bêhnek tê ve çû, bê li ber xwe çend peyvikên din ji min re anîn.

“Keçikê bi Tirkî got, ma ne? Qey min şaş bihîst? Keçik bi Tirkî peyîvî?”

Rêwîtî Ber Bi Kûrahiya Mirêkê(Hêma) / Aslı Erdoğan

Ez di bîrekê de hatibûm jibîrkirin. Diviya ji zû de miribama. Ji şikêra kevirên li ser min koroyeke dêrekê olan dida. Siha asîman hewaya ku min dikarî bikişînim nava xwe ron dikir, kêlikên destpêka rojê dipirçiqandin. Li dûr, jinek dihat darvekirin. Gava roj dihilat qoveyek xwîn dipaliya ser behra cûn ya ku hê qenc ronî nebûyî, di pey re cendekekî bêxwedî yî tazî hêdîka bi avê de berdan. Min orkîdeyeke werteyan di destê xwe de guvaşt û di şîrekî zer de xeniqîm.

Tunekirina bedena xwe û dîsa afirandin. Windakirina heyînên xwe û dîsa windakirina wan. Jibîrkirin. Tunebûn di mûzîkê de. Bi tirs xwêhdan, dev ji fikirînê berdan, li dîwaran nihêrtin bi awirên neşikandî bêyî çav niqniqandin, bendemana beredayî li hêviya newayeke veneger. Berdewamkirina parçekirina bedena xwe. Tu tişt hêvî nekirin, tu tişt nepayîn. Hînbûna bûyîna kevirekî, darekê, tozekê. Hîskirina êşê di masûlkeyên xwe de, di nava xwe de, hilgirtina dinyayê di malzaroka xwe de. Bi neynûkên şikestî xêzkirin. Bi destên xwe peyivîn. Mirin. Bûyîn. Rêwîtiyek kirin ji koka darekê ber bi tava nûhilatî û guhdarîkirina çîroka çêbûna xwe ya rasteqîn ji devê darekê.

Ji ber ku li xwe digerim, li çîrokên xwe. Di kemendê di ser kursiyekî darî re daliqandî de, di movikên dara zeytûnê ya du hezar salî de, ji bo xweparastina ji bêqudoşiyê di awirên dawî yên kundê bi saxîtî bi deriyê qulûbeyê ve bizmardayî de, di xezala ku ji bo mirina xwe ji kûrahiya daristanê derketî hatî de, di heywana ku ji nêçîrvan reviyayî hatî de – roviyekî ku birîna wî veçiriyayî û laşê xwe xwe bi kotek hildigire. Di hêmayên ku her diçe tirsnak dibin de, di çîroka yekere ku bi parçebûnê zêde dibe de. Di çîrokên ku dengê jînê ji wan kêm bûyî de.

Îşev ez ew jin im ku xwîna reş ji singên wê dizê. Hîv-Jina ku daîre qetandî.

Ez di riyakê de me ku bi bizmarên tabûtan pê ve zeliqandî me îşev. Di ser heywanetên piçûk û qaqilkên midyeyan re dimeşim, qet dikim, hûr dikim, belawela dikim, tune dikim; gavên min di ahengeke hovane de; ber bi neynikeke li dûr ku tenê sûretê min diteyîsîne. Ber bi tarîtiya tîrtir, kûrahiya kûrtir, ber bi mirina di kûrahiya bedenê de veşartî. Wekî nêzîkîlêkirina dilê daristanekê bêdengî zêde dibe, zêde dibe. Di pey dewsa rêwîtiyeke dêrîn de winda dibim.      

Qîrîna jiyana ketî xefkê dibihîze û bi tinazekarî dikene mirin. Ew rûyekî xwe yî cihê şanî her kesî dide û rûyê wê wekî çavên maskeyekê têr nihênî ne.

Çawa min çavê xwe di tariyê de vekir ew hate bîra min. Çavên wê yên sekan fenanî peykerekî. Red bikira bûyîna valahiyê, tenê bûyîna valahiyê red bikira, tenê kêlîkekê çavên wî/ê bibûna xwedî awirekê, min di bîbikên wî/ê yên ku her diçû kwîr dibûn de temtêla xwe bidîta, ji dêla olandana hîçbûnê min newayek bibihîsta.

Bûyîna Medeaya xwe. Parçekirina bedena xwe, qelaştin û vekirina singa xwe, kişandin û derxistina êşên tê de veşartî. Pêşkêşkirin ji çavên bêxwedî re, bêyî bêyî libendemana dilxweşkirinekê. Afirandina mirêkên ku rûyê te bêyî maske û rip û rût şanî bidin, mirêkên ji xwîna te. Her çiqas tu bi kûrahiyan de xwe berdî jî tişta tu yê nebînî, ew lêgerîna kûrahiyê. Zenkirina maskeyeke mikroh wekî rûyê xwe. Di her qutbûnê de hûrhûrîbûn. Lipeyxwehiştin parçeyekî xwe, di her veqetînekê, her jibîrkirinekê de. Paşê ji nû ve hewldana xwevejandina ji wan rêçan, ji wan parçeyên xwe yên ku êdî dirizin û kestekên xwînê û çîrokên tirsnak. Wekî sêhrebendê ku berepaş temenê xwe dijî mirina xwe berî jiyana xwe hînbûn. Fedabûna hîçîtiyê. Biserxwevebûn û dîsa windakirin.

Tekane xweşikayî bû li dijî nifrîna rasthatî ya jiyanê liberxwedan. Çi bû ew ji bo min? Daristaneke sekoya ku ez ê qet nikaribim biçimê. Bişirîneke li ser lêvan qutifî, gotineke ku her viyaye bê gotin lê di gewriyê de bûye girêke û maye, nameyeke neşandî. Bajarên ku ne gengaz e bên dîtin, çiyayên ku ne gengaz e lûtkeyên wan bên dîtin, daristanên ku ne gengaz e nihêniyên wan bên zanîn. Okyanûseke ku ez ê qet nikaribim biçimê. Êşa têkiliyên destpênekirî. Hevokên ku ne gengaz e dawî lê bê anîn.

Mirov bîreke tarî û bênî ne. Di kûrahiya êşên xwe de dixeniqin.

Min xwe dît û dîsa winda kir; di xewnên ku hê nebûyî sibeh tên jibîrkirin de, di sûretên li ser qûmê ku pêl jê dibin de, di kewîna birînên ku hêdî hêdî qemûşk dirin de, di hişkepelên ku dişewitin de, di kulîlkên ku vedikişin nava xwe gava roj diçe ava de. Ez bûm kevokek ku gava bi axîn diqîriya strana wê dihat guhdarîkirin, bûm gurekî birîndar ku dike guleya di canê xwe de fêm bike, bûm dareke sekoya… Darên sekoya, sekoya, sekoya…        

Werger: B.R.