Mandarînê Mucîzewî / Aslı Erdoğan

Di Valahîya Çavê Winda De

Di çavpêketina pêşî de min tê derxistibû ku Tirk in. Bi îxtîmaleke xurt ji bo pêşangheka wêneyan an jî mîhrîcaneke filîman hatibûn vî kevnebajarê li Ewropaya Navîn ku şênîyên wî bi Fransî dipeyivîn. Her çar jî bi şibhetê hunermendan bûn, wate porreş û pordirêj, bi berçavk, rihdirêj û şalê qedîfeyî li wan bû. Ew qas sermest bûn ku xwe li xwe nedigirtin. Li kuçeyeke ji kuçeyên Bajarê Kevnare, kuçeyeke teng û kaşî, li pêşîya pabeke şevîne li ber dengê mûzîka nûjen a punkê çeper vedabûn, bi şikêra bîrayên xwe, him û gum û qerqeşûna xwe, bi adetî rê girtibûn.

Xemsarîya wan ku li welatekî biyanî û bêhtir serbest vejîyayî bûbû hevalbenda araqvexwarîya wan, sê hezar kîlometre ji dûrîya civaka ku her û her lê dihatin darizandin û neçar diman “îmaja xwe” biparêzin, serî li wan gerandibû. Axir qenc ji tehmê derxistibûn. Her keçika di ber wan re diçû diketin kirî wê, ji wan kirî kes bi Tirkî nizane lewma gotinên kesnebihîstî dikirin, çi bêedebî nedima ku nedikirin. Xemxurîya wan a hunerî mabû li paş hungira êvarê; şevê, kêmayîya sereke, kêmayîya man û nemanê, bi tekane gotinê fehlîtîya wan derxistibû pêş. Li pey serkeftineke hêsan bûn, li pey şopa bextewarîya doxînê bûn.

Ew qederek bû min bala xwe dabû wan gava hay ji min çêbûn, loma tê gihîştim ku her çaran ji nişka ve, heme bêje pevre, di tarîtîyê de, bi temtêla min hisîyan. Şeveke şemîyê, li kuçeyên kaşî û zenûn yên bi kevirên raxistî yên Bajarê Kevnare, jineke layî reşê şevê di gerê de, yeke hûrik û lawaz bû, derketibû pêşberî wan. Li ber lembeya kuçeyê ya zenûn, jineke zerik, hê ne di sî salîya xwe de jî lê ketî, hinekî nihênî, hinekî trajîk, yeke westîyayî. Hema bêje lehengeke romanekê.

Êdî gotinên wan nedigihîştin min, bi awayekî navajoyî dengê xwe daxistibûn, heyîna min ew xistibûn qilqalekê. Di wê gavê de ez bûbûm nîşangeha bal û dîna wan. Komika çarserî hêdî hêdî nêzîkî li min kir, wekî amîpekê ji hev zêde bûn. Lembeya kuçeyê bi carekê re rûyê min ronî kir û pêçeka ku badilhewa min di tarîtîyê de vedişart derxist holê. Pêçeka ku çavê min î çepê bi temamî nixumandibû û di nîvê rûyê min de razeke kûr çêkiribû…

“Wîî, ka li çavê keçikê binêre lo!”

“Çavê keçikê nîne, ka lê!”

“Heyfa wê, weytî!

“Çi pê hatîye gelo? Qeza mezek hatîye serê wê qey.”

(Hevokên ku min hew dibihîstin, heyf û berketin, îxtîmal…)

“Heyfa wê, çi keçikeke delal!”

Ez ne êmin im, bira jî ev hevoka dawî min bihîstibû, an belkî wê ezîtîya min a rebenok, a birçîya pesindanê guhê min xelat kiribû.

Yek ji wan, ê cefûrê wan ber bi min hat lê hay ji xwe hebû, qenc nêzî min nebû. Belkî çavê min î belalêketî wekî cinawirekî xwe bavêta ser wî, û nexweşîyeke kujer bi wî jî bixista. Bi dengekî qedîfeyî bi Tirkî got, “Derbasî be.” Min jî bi zimanê xwe yî zikmakî lê vegerand.

“Malî ava.”

Hê min dikir bi rîya xwe de herim, min dît qotîka bîrayê ji destê wî ket. Bêhnek tê ve çû, bê li ber xwe çend peyvikên din ji min re anîn.

“Keçikê bi Tirkî got, ma ne? Qey min şaş bihîst? Keçik bi Tirkî peyîvî?”