FEUILLE D’ALBUM / Katherine Mansfield

Ew yekî têra xwe bêhnçikên bû. Şermokiya wî serve dirijand. Tu tiştê wî nînbû ji bo xwe bibêje. Û wisa jî giran. Heke carekê bê hundirê we êdî hew dizane çawa rabe, rûdine heta ji dilê we qêrîn bê, gava bi madekî soromoro hewldana çûnê di xwe de dît ji dilê we tê hûn di pey re tiştekî gir î girs tê dakin –tiştekî weke sobeya sincirî. Tişta ku pêşî bala mirov dikişîne ew e ku yekî pir ecêb e. Ev ji hemû kesî re wiha tê. Êvarekê riya we bikeve kafeyê hûn ê wî li wir bibînin ku li quncikekê rûniştiye, fîncanek qahwe li ber e, lawikekî bejnzirav î esmer, fanêreyekî şîn lê ye û çakêtekî gewr î cawî bi ser de pişkokdadayî ye. Ev fanêreyê şîn û çakêtê milqut dilqekî wisa ji wî lawikî re çêdikir ku te yê bigota qey dil heye xwe bi behrê ve berdê. Bira jî reviyabû, gavek din wê rabe ser xwe, gava desmala ji qutikê şevê û rismê diya wî bi serê çoyekî ve biheje ew ê di şevê de bimeşe û li ber avê biçe… Heta gava dike biçe keştiyê wê piyê wî li keviya lengergehê bialiqe… Porê wî reş û kurtqusandî bû, mijankên wî dirêj û çavên wî gewr, madê wî spîçolkî bû û bi dev û lêvên ku soz dane negirîn… Ma kê karîbû xwe li ber ragire? Ax, vî halê wî dilê mirov diperitand. Û, weke ku ev ne bes bin, ew soromorobûna wî ya nejidil jî hebû ku… Her cara garson ber bi wî diçû ew diket rengê biha biraştî –wekî ku nû ji girtîgehê hatibe berdan û garson jî zanibe bê…

“Ev kî ye, cana min? Tu dizanî?”

“Belê. Navê wî Ian French e. Wênesaz e. Dibêjin, yekî pir zîrek e. Yekê bi dilgermiya dayikekê dest pê kir. Ji wî pirsî ka ji malbata wî haya w îçi qasî çêdibe, betaniyên wî têra wî hene an na, çi qas şîr vedixwe rojê. Bes gava çû ber deriyê ofîsa wî ku çavê xwe li der û dora wî bigerîne, li ser hev li derî xist û dikarîbû sond bixwe ku dengê nefesa yekî ji hundir dihat, derî bersiv neda… Hêvîsarî!

Yeke din yeqînî pê anî ku lawik evîndar e. Bi fermanî gazî wî kir ku bê cem, gotê “lawiko” û xwe bi ser de daqul kir ku bêhna parfûma porê wê biçiyê, ket milê wî, jê re got ku ger mirov hinekî wêrek be jiyan çawa xweş dibe, rojekê çû ofîsa wî, li derî xist, lê xist… Hêvîsarî.

“Her kes meraq dike ka ev lawikê reben çi dixwaze bi rastî,” got yeke sêyemîn. Herweha ji vê kafê çûn wê kabarê, çûn cihê reqsê, cihê wê vexwarina di qotîka tenekeyî de ya ku tama wê wekî ya fêkiyan e lê qotîka wê bi bîst û heft şîlînan e ku jê re şampanya dibêjin, çûn cihên din, yên ku bi peyvan nayên saloxdan kambax ku mirov di nav xemgîniyeke tîr de rûdinin û cihê ku  her car şeva berê yek lê hatiye kuştin. Belê wî qet xwe nediqeliqand. Tenê carekê pir serxweş bû, lê ji dêla ku şen û geş bibe ji xwe re rûniştibû, layî kevirekî, wekî ku lembeyên sor bi dêmên wî ve hebin, erê cana min eynî wekî saloxdana miriyê di vê cazê de, vê strana “Bûkika Şikestî.” Belê gava heta ber ofîsa wî pê re vegeriya êdî qenc hatibû ser xwe, di kolana serbejêr de ji wê re got “şev baş”, wekî ku ji dêrê pev re derketibin û heta ber malê meşiyabin… Hêvîsarî.

Xwedê zane piştî çend ceribandinên din –ew dilgermiya jinan hişk û hola dibe, vedimire- dev jê berdan. Belê dîsa jî hewldanên wan çêbûn, ew vexwendin pêşandanên xwe, li kafeyê pê re peyivîn, lê ew qas. Yek gava hunermend be dema wî/ê nîne ji kesên ku rû nadin wî/ê re. Ma ne?

“û herweha di vê de fen û fûtek heye… ma ne? Ew çend jî na, ew çend ne bêrî ye wekî ku dixuye! Çima tu tê yî Parîsê mafir ku tu dixwazî wekî beybûneke beriyê bêrî bimînî? Nexêr, ez ne şikperest im. Lê-“

Di qata jor a avahiyeke bilind de dijiya, avahiyeke li keviya çem. Avahiyek ji wanên di şevên şilî û hîvronan de gava deriyên wê girtî û li ser deriyê wê yî giran îlana “Bi lezgînî ji bo kirêkirinê” bi derî ve daleqandî, wisa romantîk bû ku bi peyvan nayê saloxdan. Avahiyek ji wanên ku salewext bêhn û pixara romantîkiyê jê difûrî, dergevanê wê di qata têketinê de, di qefesa xwe ya camî de, li ser mîndereke gilover çarmêrkî rûniştî, cilek avêtî nav milê xwe, di miqilkê de tiştekî tev dide û jê kevçiyekî berdide ber kûçikê pîr î zikperçivî… Ev ofisa di nav vê atmosferê de xwedî dîmeneke biîhtîşam bû. Du şibakeyên mezin li avê dinihêrt; dikarîbû keştî û kelekê bi jor û jêr de diçin bibîne, girava di nîvê çem de bi dar û deviyên gilover li keviyên giravê wekî ristekê bûn. Şibakeya kêlekê li avahiyeke din dinihêrt, avahiyeke ji wê piçûktir û perîşantir, û jêr cihê bazarê bû. Mirov dikarî ser pişta sîwanên gir î girs bibîne, yên ku gava qevd qevd kulîlkên birîqonkî di bin wan de bi der ketibûn, dezgehên li ser wan potikên bi tentene raxistî û gul û kulîlkên li benda çandinê, qotîkên qafikî ku şiltên palmiyeyan tê de nixumandibûn, dihatin dîtin. Pîrejinan di nav kulîlkan re xwe virde wirde dida, wekî kêvjalan. Bira jî ne hewce bû derkeve derve. Heta riha wî ya spî di şibakê re daqulî xwar bibe li ber şibakê rûne jî wî dikarî tiştine ku wêneyê wan çêbike bibîne…

Wan xanimên dilnerm heke bi kotek karîbûna derî vekirina wê çawa şaş û metel bimana. Ji ber ku wî hundirê xwe wekî oda bûkê vejartibû. Her tişt wekî nigarekê hatibû sazkirin, te digot qey “naturmorteke” piçûk e –beroşên biçimbil digel devikên xwe bi hêtê li pişt sobeya gazê ve daleqandî bûn, selika hêkan, şûşeya şîr, çaydank di ref de, pirtûkên bergqermiçî û lembe li ser masê bûn. Perdeyeke şixulê Hindê ya ku lêoparên di meşê de li ser keviyê wê hebûn rojgarê li ser nivînên wî raxistî bû, bi dîwarê li ber serê wî ve li misêwa serê wî nivîseke piçûk, xweşik û xuyayî hebû: Zû Rabe.

Her roj heme bêje weke ya din bû. Heta ronahiya rojê baş bû, dibû xulamê wêneyê xwe, paşê xwarina xwe çêdikir û derdor dida hev. Êvaran derdiket diçû kafeyê, an li mal dima û dixwend, an lîsteya pêdiviyên xwe ya herî têkel çêdikir, bi vî serenavî: “Ez ji van dikarim çi çêbikim,” paşê bi sondxwarinê diqedand… “Ez sond dixwim ku meha bê ji vê zêdetir xerc nekim. Îmze, Ian French.”

Tu fen û fût di vê de nînbû; lê ew xanimên dûr-bîn haqê wan hebû, pir rastbêj bûn. Hemû ne ev tenê bû.

Êvarekê li ber şibakeya kêlekê rûniştibû, încasên hişkkirî dixwarin û sîsikên wan davêtin ser sîwanên gir ên li cihê bazarê. Baran hatibû –barana pêşî ya biharê ya jidil bariyabû –pîlpîlokên birîqonkî bi her deverî ve daleqabûn û bêhna bizrikê kulîlkan, bêhna axê ji hewayê difûrî. Gelek dengên têr û westiyayî di hungira êvarê de bilind dibûn, mirovên ku derabeyên xwe giritbûn ji dêla wan serê xwe di şibakeyên xwe re derxistibûn. Li jêra bazarê daran şînê xwe nû kiribû. Ev çi celeb dar bûn? jê re bû meraq. Aniha jî zilamê ku lembeyan pêdixe darîçav bû. Ji avahiya li hember rê dest pê kir, avahiya piçûk a jihevdeketî, û ji nişka ve wekî ku bersiva awirên wî bide herdu baskên şibakê vebûn û keçikek di destê wê de qotîkeke nêrgizan derkete şaneşîna tengik. Keçikeke xwedî zeîfiyeke xerîb, pêşmalreş, desmaleke pembe li porê xwe girê dabû. Zendikên qutikê w êheme bêje heta bi milan kişiyabûn, di tarîtiyê de çengên wê dibiriqîn.

“Belê hewa têra xwe hênik e. Ev ê ji wan re baş be,” got, qotîka nêrgizan danî erdê û vegeriya odeyekê. Gava vedigeriya destên xwe hildan, guliyeke porê xwe êxist ber desmalê. Li jêr, li cihê bazarê nihêrt, serê xwe hilda li ezmên, li cihê ku lawik dima wekî ku li valahiyekê binihêre kir. Xaniyê li hember nedît. Û paşê ji ber çavan winda bû.

Dilê lawik di şibaka kêlekê re daket ser şaneşîna xaniyê hember –di bizrikê nêrgizên li ber caxên rimkesk de heliya. Odeya ku vedibû şaneşînê ya rûniştinê bû, mitbax li kêleka wê bû. Piştî şîvê gava firax dişûştin şingîniya firaxan çû guhê wî, paşê keçikê serê xwe di şibakê re derxist, potikekî piçûk daweşand û ji bo ziwa bibe bi bizmarekê ve daleqand. Qet nenehwirand, keziyên xwe venekirin, wekî keçikên ku –wisa tê hesibandin- destên xwe ber bi hîvê bilind dikin, nekir.  Û her car ev pêşmala reş li ber bû, desmala pembe li serê wê bû… bi kê re dijiya? Tu kesî din nedihat ber van herdu şibakeyan ji bilî wê, belê tim li odê bi yekê/î re dipeyivî. Hebe hebe diya wê ye, seqet e. Cil didirûtin. Bavê wê miribû… Bavê wê rojnameger bû –yekî spîçolkî, simbêlboq, guliyek porê reş bi ser eniya wî de diket. Sibê heta êvarê dixebitîn bi kotek debara xwe dikirin, qet dernediketin derve û heval û hogirên wan nînbûn. Aniha gava li ber maseya xwe rûniş ji nû ve hewce dît lîsteyeke sondxwarî çêbike… Divê heta çend saetan neçe ber şibakê: îmze, Ian French. Wê rojê heta karê xwe yê wêne neqedîne û alavên wênesaziyê raneke wê li keçikê nefikire: îmze Ian French.

Têra xwe hêsan bû. Ew tekane kes bû ku ji dil dixwest wê binase, ji ber ku, wisa di dilê xwe de rûniştand, ew tekane keça di emrê wî de bû ku dijiya. Bêhna wî ber jinên aqilsivik re nedikişand, hîletê wî diçû ji jinên bi nav salan de çûyî … Ew di emrê wî de bû, ew keçik –axir, eynî wekî wî bû. Di hundirê xwe yî êdî tarî de, westiyayî, milekî wî bi pişt kursî daleqiyayî rûniştibû, berê wî li şibakeya keçikê, li wir xwe bi wê re didît. Xulkekî wî yê tûre hebû; carinan bi dijwarî pev diçûn, ew û keçik. Wisa tevgereke wê hebû ku piyê xwe li erdê dixist û destê xwe di nav pêşmalê de diqurifand… wekî cinê wê hatibinê. Û kêm caran dikenî. Bi tenê gava behsa wê çêlîka pisîkê ya ku gava parçeyek goş didayê çawa dibû şêr, dikenî. Tiştên wekî vê kenê wê dianî… Belê wekî rêpîvanekê bi hev re bêdeng rûdiniştin; wî, wekî ku aniha rûniştiye dikir, wê çengên xwe li ser singa xwe li hev ba didan, piyê xwe dikişandin bin xwe, bi behskirina karê rojane bi aramiyekê rûdinişt. Helbet keçikê elaqê xwe ji wêneyên wî nedianî, û wî wêneyên keçikê yên herî xweşik çêdikirin, bes ji ber ku ew wisa zeîf, wisa esmer çêdikir, keçikê jê nefret dikir… Belê çawa dikarîbû wê nas bike, hev nas bikin? Ev dibe ku bi salan weha bidomiya…

Paşê, ket bîra wî ku keçik heftiyê carekê, êvarekê diçe danûstandinê. Du pêşemên li pey hev keçik hat ber şibakê bi ser pêşmala xwe de pelerînekî kevnemode li xwe kiribû û selikek di destê wê de bû. Lawik ji cihê lê rûniştî devê deriyê wê nedidît, belê êvara pêşema dûvre di eynî wextî de xwe dara şewqeya xwe û di pêpelokan re gur kire derve. Ronahiyeke xweşik a pembe xwe berdabû ser hamû  tiştî. Wî didît ku ronahî di çem de diçirûsî û mirov bi ser wî de dihatin bi rûyên pembe, destên pembe.

Pala xwe da enîşka avahiya wê û ma li bendê, nedizanî çi bike an çi jê re bêje. “Va ye hat,” got dengekî di dilê wî de. Keçik pir bi lez dimeşiya, bi gavên piçûk û sivik; selik di destekî wê de bû, bi destê din pêşiya pelerînê xwe digirt… Karîbû çi bike? Bi tenê da pey… Pêşî ket dikana beqaliyê û gelekî li wir ma, paşê çû dikana qesab û ket dora xwe. Paşê çû cem qumaşfiroş, heta ku tiştin ecibandin, li hev anîn sedsalek derbas bû. Gava ketibû seyra keçikê êdî qenc bawer dikir ku divê wê baş binase, aniha. Maqûliya wê, sergiraniya wê, tenêtiya wê, meşa wê ya ku hema bi dest xwe re dixwaze karê xwe yê di nav vê dinyaya mezinan de biqedîne, ev giş ji bo lawik tiştên pêwîst, tiştên di cihê xwe de bûn.

“Belê, ew her car weha ye,” got ji xwe re bi nefsmezinî. “Tu karê me nîne bi van mirovan re.”

Bes keçik aniha li ser riya malê ye û lawik jî wekî her carî pir jê dûr e… Keçikê ji nişka ve berê xwe da dikana hatinên(hilberînên) sewêl difiroşe, wî di camê re didît ku keçik hêkekê dikire. Wisa bi hûrbijarî ji selikê derdixist ku –hêkeke qehweyî û pir xweşik bû ku wî jî bistanda wê ew bibijarta. Gava ji dikanê derket, ew kete dikanê. Di bêhnekê de ji dikanê derket, li pey keçikê di ber mala xwe re, di nav bazara kulîlkan re, di nav sîwanên girs re, di ser deqên şûna qotîkên kulîlkan re, di ser pelên kulîlkan re… Li pey keçikê bi lez di derî re kete hundir, bi hewldana ku keçik pê nehise gavên xwe bi yên wê re davêtin û di pêpelokan re derdiket. Axir keçikê li şêmûkê kilîta xwe ji cûzdana xwe derxist. Gava kilît êxist qulika derî lawik çû li pêşber sekinî.

Ji hemû carên berê bêhtir soromoro bûbû, bes bi awirên qehîm lê nihêrt û got, heme bêje hêrsbûyî: “Bibore Matmazel, we ev da erdê.”

Hêk ber bi keçikê ve girt.     

Wergera ji îngilîzî: Brahîm Ronîzêr

Kevîya Dinyayê / Brahîm Ronîzêr

Ez li nav erdan, dar û beran nizanim li çi digerîyam. Havîn bû, ro germ bû, dar û beran ber girtibû. Erd wekî ku ji germê şewitîbû, dar bê pel bûn, fêkîyên wan wisa zelût bûn. Dinya aram bû, wîstînî ji tiştekî nedihat, wekî dîmeneke fîlmekî ku hatibe sekinandin. Piştî qutbûnekê, ji xwara girik ve yekî gundîyê me hat. Bê tirs û pelesûrî got: “Xwe bide alî, komeke gamêşan ji wê ve tê, pê li te nekin!” Ez wekî dareke zirav a hişk çikîyayî bûm. Min serê xwe bilind kir, wekî dûrbîneke ku ji hev bikişe, ji hemû daran bilindtir bûm. Ji wê ve, li dûr, ji alîyê rojava ve, heta dinya hebû, heta çavên min ditefsiland, garaneke gamêşan û ajelên ji rastîya xwe pir mezintir û dirûvecêb bi êrişeke şerane dihatin. Qiloçên hinekan ji hesin bûn. Ez berepaş vegerîyam, hinekî tirs bi min re çêbû. Çivîkekê ji ser hêlîna xwe ya nizmik xwe avête pêşîya min. Yek du firên biçûk dan xwe û ji min lava kir ku çêlîkên wê jî bi xwe re bibim û xelas bikim, min got çêlîk gelek in û nikarim rahîjim wan, wekî ku destên min hişk bûbûn. Gava ez hatim vî alîyê girik da ku xwe ji êrişa ajelan biparêzim, min dît av bilind bûye û nêzî serê girik bûye. Minareyek di bin avê de kin dibû, çi nemabû bixeniqe lê tu kêferat nedikir, aram bû. Bêhna avê û ya dîrokê, pişkulên şil û avahîyên kevnar kete bêvila min. Min ji xwe re got, av ji kîjan çemî tê, çi zû bilind dibe? Tu dibêjî qey deryayek bi ser vî çemî ve bûye. Dilê min bi çêlîkên çûkan ve ma, ketim heyra xwe jî. Ev garana gamêşan dihat ser avê, an êriş dikir? Ji dûr ve pir mozkirî dixuya, kufekuf di gel hilmeke sor ji bêvila wan difûrîya. Toz û dûmana ku ji ber lingên wan radibû layî ewrekî çêdikir.  

Ez hest dikim ku hîn li şûna xwe ya pêşî me, pêyên min wekî di qalib de bin yekere û çivîkê hîn jî dikire çîkeçîk. Ez qehirîm, wextê ku ez nikarim bimeşim û nikarim bifirim, ev çivîk çi ji min dixwaze. Lê ez, ez ê di bin siman de bimînim? Yan av ê bide serê girik û ez ê bixeniqim? Di jîyanê de çiqas ez ketime tengayîyê rêyeke xelasîyê -heta vê gavê- ji min re vebûye. Vê carê min meraq dikir di gel tirsa ji perçiqandinê, ji xeniqandinê ez ê çawa xelas bibim. Dengê siman bi şelqînîya avê re dihat, li nêz. Erd jî wekî ku dihejîya. Tişt çiqas zû diguherin. Çivîka ku dikir çîkeçîk vê carê deng jê nayê. Min nû tê derxist ku baskekî wê şikestiye û wekî kelaşekî giran baskê xwe li pey xwe dikişîne, bi kêlekê ve dimeşe fenanî kevjalan. Tirsek di çavên wê de hebû, lomekarî… Ji hawirdorê wê ji pişt keviran pazdeh bîst kevjalên li ser çîlaqan derketin. Pêşî wan baskê şikestî gez kir. Paşê li ser kelaşê wê bûn layî komikeke xiltan. Bêhna min teng bû, xîzîn ji qirika min dihat. Xwêdanê xwe di enîya min re berda. Ji reş de zîqînîyek hat, wekî ya derîyekî darî. Li milê çepê min derîyek bi qurmê dareke stûr ve dît. Yekî serê xwe di ber derî re derxistibû, gewdeyê wî di pişt dêrî de, nîvê kopalê wî dixuya, dîq dikir. Çawa çavên min li çavên wî yên girs aliqîn, kenekî sivik ê mizûrî kete ser rûdêna wî û bi dengekî ku min zor dibihîst got:

“Tu dikarî hişyar bibî.”

Wekî kêçekê derî ji navê winda bû, tiştekî di pişt de xuya nekir.