Ez li nav erdan, dar û beran nizanim li çi digerîyam. Havîn bû, ro germ bû, dar û beran ber girtibû. Erd wekî ku ji germê şewitîbû, dar bê pel bûn, fêkîyên wan wisa zelût bûn. Dinya aram bû, wîstînî ji tiştekî nedihat, wekî dîmeneke fîlmekî ku hatibe sekinandin. Piştî qutbûnekê, ji xwara girik ve yekî gundîyê me hat. Bê tirs û pelesûrî got: “Xwe bide alî, komeke gamêşan ji wê ve tê, pê li te nekin!” Ez wekî dareke zirav a hişk çikîyayî bûm. Min serê xwe bilind kir, wekî dûrbîneke ku ji hev bikişe, ji hemû daran bilindtir bûm. Ji wê ve, li dûr, ji alîyê rojava ve, heta dinya hebû, heta çavên min ditefsiland, garaneke gamêşan û ajelên ji rastîya xwe pir mezintir û dirûvecêb bi êrişeke şerane dihatin. Qiloçên hinekan ji hesin bûn. Ez berepaş vegerîyam, hinekî tirs bi min re çêbû. Çivîkekê ji ser hêlîna xwe ya nizmik xwe avête pêşîya min. Yek du firên biçûk dan xwe û ji min lava kir ku çêlîkên wê jî bi xwe re bibim û xelas bikim, min got çêlîk gelek in û nikarim rahîjim wan, wekî ku destên min hişk bûbûn. Gava ez hatim vî alîyê girik da ku xwe ji êrişa ajelan biparêzim, min dît av bilind bûye û nêzî serê girik bûye. Minareyek di bin avê de kin dibû, çi nemabû bixeniqe lê tu kêferat nedikir, aram bû. Bêhna avê û ya dîrokê, pişkulên şil û avahîyên kevnar kete bêvila min. Min ji xwe re got, av ji kîjan çemî tê, çi zû bilind dibe? Tu dibêjî qey deryayek bi ser vî çemî ve bûye. Dilê min bi çêlîkên çûkan ve ma, ketim heyra xwe jî. Ev garana gamêşan dihat ser avê, an êriş dikir? Ji dûr ve pir mozkirî dixuya, kufekuf di gel hilmeke sor ji bêvila wan difûrîya. Toz û dûmana ku ji ber lingên wan radibû layî ewrekî çêdikir.
Ez hest dikim ku hîn li şûna xwe ya pêşî me, pêyên min wekî di qalib de bin yekere û çivîkê hîn jî dikire çîkeçîk. Ez qehirîm, wextê ku ez nikarim bimeşim û nikarim bifirim, ev çivîk çi ji min dixwaze. Lê ez, ez ê di bin siman de bimînim? Yan av ê bide serê girik û ez ê bixeniqim? Di jîyanê de çiqas ez ketime tengayîyê rêyeke xelasîyê -heta vê gavê- ji min re vebûye. Vê carê min meraq dikir di gel tirsa ji perçiqandinê, ji xeniqandinê ez ê çawa xelas bibim. Dengê siman bi şelqînîya avê re dihat, li nêz. Erd jî wekî ku dihejîya. Tişt çiqas zû diguherin. Çivîka ku dikir çîkeçîk vê carê deng jê nayê. Min nû tê derxist ku baskekî wê şikestiye û wekî kelaşekî giran baskê xwe li pey xwe dikişîne, bi kêlekê ve dimeşe fenanî kevjalan. Tirsek di çavên wê de hebû, lomekarî… Ji hawirdorê wê ji pişt keviran pazdeh bîst kevjalên li ser çîlaqan derketin. Pêşî wan baskê şikestî gez kir. Paşê li ser kelaşê wê bûn layî komikeke xiltan. Bêhna min teng bû, xîzîn ji qirika min dihat. Xwêdanê xwe di enîya min re berda. Ji reş de zîqînîyek hat, wekî ya derîyekî darî. Li milê çepê min derîyek bi qurmê dareke stûr ve dît. Yekî serê xwe di ber derî re derxistibû, gewdeyê wî di pişt dêrî de, nîvê kopalê wî dixuya, dîq dikir. Çawa çavên min li çavên wî yên girs aliqîn, kenekî sivik ê mizûrî kete ser rûdêna wî û bi dengekî ku min zor dibihîst got:
“Tu dikarî hişyar bibî.”
Wekî kêçekê derî ji navê winda bû, tiştekî di pişt de xuya nekir.