Delalîya Delalan / Charle Baudelaire

Stêra bi ser hatîyên min, delalîya delalan!!
Tu bihara ber dilê min î;
Bextîyarî û xweşîya min ji te ye;
Ji te ye sûd û serbilindahîya min.
Şîrînîya ramûsan, destpaşil û dilxweşîya min,
ji bo te ye!
Tên bîra te ew rojên bextîyarîyê;
Ronahîya mala me û xweşî û hênikahîya ber êvarê?
Stêra bi serhatîyên min, delalîya delalan!!
***
Ber êvarî, wadê tîrêjên roavayî,
Sor û zer dibin!!
Mîna şewq û pêtîya tifikên dîwanxanan;
Me xwe avêtibû ber siha şehnişînê.
Û xavikeke zeresor,
Xwe ber rûyê dinyayê dabû,
Di wê demê de sîng û berê te,
Xema dilê min direvandin,
Û dilê te ê xurt û nerm,
Çiqas nîzîkî min dibû û ez dihewandim,
Me ji dilketina xwe re distirand,
Û dinehwirand.
Her êvarî wadê tîrêjên roavayî dibin sor û zer.
***
Di êvarên germ de roj çiqas delal e;
Dinya dibe fireh û pehin,
Dil dibe xurt û bi rewa
Min xwe li ser te de xwar dikir delalîya delalan
Û min bîhna ciwanî û rindbûna te bîhn dikir,
Di êvarên germ de roj çiqas delal e.
***
Şev dibû tarî, li ber me dibû beden.
Û di reşika şevê de min reşahîya çavê te didît,
Û min bîhna keçînî û çelengîya te bîhn dikir.
Nav kefên destên min bûn dergûşa pîyên te,
Şev dibû tarî û li ber me dibû beden.
***
Wan dem û rojên bihurî ez tînim bîra xwe
Demên ko min serê xwe dabû ser çoka te,
Û bi nêrîna çavê te
Dinya li min dibû bihar,
Hêşîn dibûn gul û dar.
Tû î şahî û şabûnî,
Tu î xemrevîn û dilxweşî;
Wan dem û rojên bihurî ez tînim bîra xwe.
***
Me li ser dilketina xwe sond dixwar
Em sondayê hev bûn…
O! Ew ramûsanên ji dil û can
O! Ew nalînên kûr û dûr…
***
Gelo dilketina me a borî,
Vedigere ciwanîya xwe a berê?
Mîna roja ko diçe ber ava
Û rohelatî hiltê
O! Ew ramûsanên ji dil û can…
O! Ew nalînên kûr û dûr.

Adaptasyona helbesta “Le Balcon”: Seydayê Gerok

Strana Mirinê / Alphonse de Lamartine

Piyana jiyîna min hêj tejî û dagirtî şikîya
Emr û hestîyên min pê keserên giran helîya.
Hêstir û girîn, ax û zarîn,
Ji derdê mirinê re ne tu derman in.
Siha mirinê bi ser serê min de tê;
Saeta min a dawîn lê dide;
Mirinê nêzîkî li min kirîye;
Xuyaye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê
Ma ez çi bikim?
Tiştek li destê min nemaye…
An girîn, an stran û dilxweşî.
Ez ê bistirêm!..
Mirin min dixapîne û dilorîne
Ez bûm cîranê mirinê;
Dengê wê ê zîz û giran tê;
Û dikeve guhê min,
Gava saz dişkê;
Teqîn jê tê;
Mîna teqîna tifingekê.
Çira berî mirin û vemirandinê,
Bi şewq û lhba xurt dibiriqe;
Roj berî roavayî
Hîn mezintir û pehintir dibe.
Bi tenê em; însanê qels û reben
Li ber mirinê,
Hîn feqîr û belengaztir dibin.
Rojên xwe ên borî tînin bîra xwe,
Û wan dihejmêrin;
Ax û ofa dikin û didin girî…
Ma rojên borî çi ne?
Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?
Rojek e, dîsa rojek e;
Saetek e, dîsa saetek e;
Yê ko tê mîna şev û roja borî ye.
Carna êş û xebat û kêf û şahî;
Carna ax û of û girîn;
Carna di nav gul û gihê,
Carna di nav ax û herî;
Û dawî….
Şeva tarî bi ser me de tê…
Yên ko ji nezanî û timakarîya xwe
Dest davêjin salê berî û rojên borî
Û wan roja di bîra xwe tînin
Destê xwe vedikin û parsekîyê dikin;
Wê bibînin…
Emrê çûyî venagere; rizqê çûy nayê dewsê;
Wê seh bikin;
Hêvîya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.
Ji bona min
Ko tu cararehê xwe bera erdê neda
Çûyîn, bê girîn û zehmet e;
Ez ê herim…
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweşîne…
Ez ê herim bê ax û zarîn;
Bê şîn û girîn.
Girîn û hêstir ji bona çi?
Ez ê herim!
Mîna ba û bablîsokê,
Mîna av û ronahîyê…
Xwedê dilê min
Li ser sindîyana jiyînê danî;
Û bi girane û zompên qehr û xweşîyê
Lê da.
Qedr û qîmeta saxîya min çi ye?
Dilê min ji dinyayê sar bûye;
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digirim
Heta ko bikarim
Li ser rêka hêja bimirim;
Xwe bidim kuştin.
Şeva tarî bi ser min de tê;
Ez mêvanê gor û tirba me;
Lê ez ê bistirêm!..
Ko hêj dest û tilîyên min,
Ji darê tembûra min sar nebûne.
Ez ê bistirêm!..
Berî mirinê
Ax û zarîn, şîn û girîn
Ji bona çi?
Ez ê bistirêm!
Ko hêj dest û tilîyên min
Ji darê tembûra min sar nebûne.
Ez ê bistirêm!
Strana azahî û serbestîya welatê xwe,
Û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara,
Li deşt û zozana,
Wê deng bide.

Adaptasyona helbesta “Le poete Maurant”: Mamosteyê Gerok, Hawar.