Havînan
halê wî zêde ne xirab bû. Serê sibehê heke zû ji mal derketa hê newestiyayî
digihîşt îstegehê, heme bêje hemû gumgumê dew difirot. Bi qasî pereyên hûr yên
ku berîka wî tişe dikirin tiştekî din jî, belkî ji vê jî zêdetir kêfa wî dianî,
ew jî fikara vegerê bû ku êdî barê wî wê sivik be.
Heke
dewê xwe tev nefitibûna trêna sibehê, dima li hêviya ya êvarê, lê îca gundiyên
ku dexl dianîn îstegehê gelek caran nîvro gava nan dixwarin gumgumê wî fît
dikirin.
Ji ber
ku trêna êvarê li çar û nîvan dihat havînê hê reş neketî erdê vedigeriya malê.
Lê aniha hê nîv saet ji trênê re maye, reşekî tirsnak daketibû îstegehê. Fikirî
ku wê di vê tariyê, sayiyê de vegere, lerizî û heme xwest bikeve rê. Lê di wê
gavê de memûrê îstegehê ji odeya xwe derket û agahiya ku trên nêzîk e dayê.
Sekna
trênê ya li îstegêhê û rabûna wê bû yek. Hesenko li dirûvê mirovên ku di pişt
şibakeyên xumamî de hemme xwiya dikirin dinihêrt û ji vî serê trênê beziya wî
serî û –Dew, dewê paqij!- wer qêriya, qundireya wî ya mezin gijînî ji qûma şil
dianî, berfê êrîşî devê wî yê vekirî dikir.
Gava
ronahiya çargoşe a kwîr ji şibakeyên vagonan dadiket ser golikên avê û bi
pengizîn dûr dibûn Hesenko rahişt gumgum, deriyê bi caxên darî bi dehfdanê
vekir û kete riya gund.
Çîkên
berfê li çavên wî yên ku hê hînî berfê nebûbûn diketin. Di her gavavêtina wî de
şelq li dewê di gumgum de diketin û dengekî seyr ji gumgum dihat. Hêwîtiyê ji
pişta wî hêdî hêdî xwe berda nava wî û ew êdî dilerizî.
Wekî
lawirekî hînbûyî di riya xwe de dimeşî, ji fikirînê xalî, ji hîskirinê xalî.
Her ku ber bi nîvê deştê bi rê ve çû dengine din jî tevlî dengê piyê wî û dengê
dewê di gumgum de bûn. Ji dûr ve dengê hinek lawiran dihat.
Bi
tirseke neqam velerzînekê pê girt. Hewl dida qevzên xwe mezin bavêje, lê piyên
wî li hev dihelbilîn. Paqên wî yên ji sermayê şewibîn her cara ku gumgum li wan
diket kêlîkeke dirêj diariyan.
Ji
tariyê, ji berf û bagera ku layî qamçiyekî li dev û rûyê wî diket, ji heriya ku
dipekî kabokên wî û ji dengê ku dihatin guhê wî ditirsiya. Birçîtiya xwe,
awirên tirsnak ên birayên xwe yên lawaz, westa xwe ji bîr kiribû. Dixwest di
gavekê de bigihîje gund, bikeve xanîkê axî ku bi agirê tifikê ronî dibû û li
quncikekê xwe veşêre. Ne razan, ne bêhnvedan, bi tenê nava xanîkekî… Xelasî
ji vê tariya bêser û ber, ji van dengan…
Pêlava
wî di heriyê de teqinîbû. Pêxwas baz dida. Ji gumgumê ku dilewlibî peşk
dipijiqîn erdê, ser û cilên wî. Di nav diranên wî yên ku li hev diketin re
dengine bêmane yên tirsê dipengizîn.
Wekî
ku dengê lawiran hê bêhtir nêzîk dibû. Lê hê nû ji darebiya hişk a li nîvê rê
derbas bûbû. Çavên xwe yên kenîştgirtî wekî ku wê tariyê qul bikin vekirin û li
pêş nihêrî. Tu tişt nedît. Di rojên ku hewa xweş de jî heta nehatibûna keviya
gund lembeyên gundiyan xwiya nedikirin, aniha gihîştina gund wekî tiştekî ne
mumkun jê re dihat. Wekî lawirekî ku di deverekê de asê bimîne û tê bigihîje ku
mefera revê nemaye tirseke neqam û hov kete dilê wî. Gumgum û kodika di destê
xwe de virvirand û baz da, dengina ku nedihatin fêhmkirin ji qirika wî
dipengizîn. Ev deng carinan wekî “Da.. Da!” derdiketin, carinan jî “A… A…
Aaax. A… A… Aaax”derdiketin û di nava tariyê de belav dibûn.
Dengê
lawiran nêziktir bûbû, hinekî li pêş, li ser berfê hinek reşahiyan xwiya kiribû
û winda bûbûn. Hesenko êdî hîs kiribû ku qeremên wî hew dikarin wî hilgirin.
Tirs di hemû bedena wî geriyabû. Piyên wî yên xwas her ku di heriya ron de
diçûn xwar û virçêniyek derdixistin, ev deng weke qamçiyekê li pişta wî diket û
tirsa wî çend carî dikir. Girêkek ketibû qirika wî. Gava bi destê xwe yê terikî
fişa xwe paqij dikir û dikir li pêş binihêre bi ser çokên xwe de gindir bû.
Rabû, lê piştî pênc şeş qevzên din dîsa ket. Dengên ku ji qirika wî dipengizîn
hê bêhtir ketibûn rengekî hov.
Gava
digot “Da… Da!” dengê wî wekî yê lawirên ku çiqas diçû nêzîk dibûn û li ser
berfê wekî ku dişemitin bi lezegavan li hawîrdora wî xelek çêdikirin, derdiket.
Gava
hewl dida bedena xwe ya quncifandî li ser heriya di nîvê rê de bi berfê
binixumîne, hê jî di navbera diranên xwe yên ku li hev diketin re bi minminî
digot:
“Da…
Dayê… Dayê!” di vê navê de ji çend sed metre wê de herdu birayên Hesenko yên
çaverê, li ber deriyê darî yê xanîkê wan, li ber dengê bê, bi tirseke ku pir
dişibiya ya wî dilerizîn û her çiqas dengê ku li dora gund difitilîn dibihîstin,
xwe bi hev ve diçilmisandin û digirîn.