Dew / Sabahattin Ali


Ava berfê riya ku ji gund diçû îstegehê bi qasî çokekê kiribû teqan. Tava ku bi qasî du riman bilind bûbû, li ser berfa ku hê jî wek kirasekî erd û zevî dinixumandin, diçirûsî û çav didilihandin, lê gava dida golikên ava gemarî yên di rê de, diket rengekî zer û dixeniqî.
Hesenko qundira xwe ya mezin ya binî bi bizmar xistibû piyê xwe yê tazî, gumgum xistibû çengê xwe yê rastê, bi kotek hildigirt û kêlîkinan bêhna xwe berdida. Carinan kotika çînko ya di destê xwe yê çepê de datanî erdê û dixwest barê xwe yê giran wisa biedilîne ku hindiktir bedana wî biêşîne. Çi cara ku wî gavek bavêta, dorika xwarê ya gumgumê heta dev tije dew li kaboka wî diket û çembilê wî yê ku heta bi enîşka xwe biribû, wekî ku dixwest xwe bifilitîne û li pêşiya wî gindir bibe, ber bi pêş de teql lê diketin. Paniya qundira wî ew qas mihabû ku paniya kurik ne li ser darikê qundirê bû, rast û rast dihungivî heriyê.
Ev riya ku salewext ji mecbûrî pê de diçû wekî ku ji hemû caran dirêjtir bûbû. Darebiya hişk û hûrik a di nîvê gund û îstegehê de hê li dûr li asoyê di nav mij û moranê de bû.
Hesenko bi salan e tu caran elaqa xwe ji tiştên ku didît nedianî. Pira li ser besta çargavî ya ku ji nav qamiran dihat, deşta ziwa diqelaşt û bêpêjin diherikî, pira ji sê qelasên ber hev re çêkirî êdî wekî ku wê bihêrive dihejiya.
Aşê hinekî din li jor, aşê ku pişta xwe dabû quntara girikekî û berê wî li deştê deng jê nedihat. Van rojên zivistanê heke sê rojan bigeriya pênc rojan nedigeriya, bi her sê darebiyên pêlweşiyayî, li devê dêrî bi tamamî dişibiya xirbeyekî terikandî.
Hesenko ji fikran xalî dimeşiya. Ne herdu birayê wî yên piçûk ku çaveriyên vegera wî bûn, ne jî diya wî ya ku li qezaya bi qonaxa çar saetan dûr xizmeta dewlemendan dikir aniha di bîra wî de bûn. Firotin û nefirotina dew jî ne di bîra wî de bû. Di hişê wî de tenê tiştek hebû: Ev rê, mecbûr bû ku vê riyê bimeşe, çawa çûbû vegere jî…
Wekî ku gihîştibe dawiya giriyekî dirêj, keserek kişand. Bi pişta destê xwe yê çepê ku kodik tê de û terikî bêvila xwe paqij kir. Gava awirên xwe bi pêş de dan dît ku nêzî îstegehê bûye.
Ev avahiya sar a tikîtenê tam di nîvê vê deşta dirêj a di navbera çiyayên rût de, bi darên akasyayên pelweşiyayî hê bêhtir reben, wekî parçeyê kevirekî ku hema li wir hatibe avêtin dixwiya. Trêna postayê ya ku rojê du caran di vir re diçû jî, wekî ku bibêje de çima ez di vê devera beredayî re diçim û piştî kêlîkekê ku rawestiya, gava radibû di dengê pîpîka wê de tama fîkefîkeke kêfxweşiyê hebû.
Hesenko gava gihîşte ber sênca darî ya erdê îstegehê hinekî bêhna xwe berda, paşê dîsa deriyê sênca darî bi destgiranî vekir, kişiya hundir.
Li devera bi qasî çar pênc gavan a di navbera avahiya îstegehê û riya hesinî de, ji du gundiyên ku li ser xurcikên xwe û romiyê di nav qapûtê xwe de quncifandî û pala xwe dayî dîwêr pê ve tu kes nîn bû. Ev der ne ji wan îstegehên mezin bû ku di wextê trênê de bi gelek firoşkerên wekî kebabçêker, gazozfiroş, fêkîfiroşan tije be. Havînê li vir tenê bi neh deh gundiyên ji gundên hawîr ku mewîj, petîx zebeş dianîn firotinê hinekî geş dibû. Heçî zivistan bû, ji xeynî Hesenko û gundiyekî pîr î kulek ku serê sê çar rojan carekê selikek hirmiyên payîzî dianîn pê ve kesekî li van deran xwiya nedikir. Gava trên dihat memûrê îstegehê mad û mirûzkirî derdiket holê, çawa karê wî diqediya vedikişiya odeya xwe, tevahiya roja xwe bi mijûliya radyoya xwe ya ekoyî ya dehsalî diborand, bêyî hêvîsarî hemû wextê xwe xerc dikir ku dengekî jê derîne.
Îro, gundiyê ku hirmiyên payîzî jî difirotin nehatibû. Hesenko gumgum danî ser qûma şil û kete temaşeya riya hesinî. Deqên reş ên yaxa lokomotîfên ku her roj di navbera van hesinên bêserî û binî de bi sedan mirov ji devereke nenas hildigirt û dîsa dibir devereke nenas, xwiya dikirin.
Bi dengekî hişk ê pîpîkê re veciniqî. Trênê digot, va ye ez hatime îstegehê. Lokomotîf hat, tam li dehma deqên yaxê sekinî.
Hesenko, wekî mekîneyeke ku bê şixulandin gumgum û kodik hilgirt, ber trênê re beziya, berê xwe ber bi şibakeyan kir û bi dengekî bilind got:
“Dew, dew, dewê paqij!”
Havînê digot “dewê qerisî!”; aniha, di vê sermayê de, wekî ku di pey her gotina dew re dengê “qerisî” hebû. Tu kesî berê xwe jî nedidayê. Heme bêje hemû şibakeyên trênê girtî bûn, li ber yek du şibakeyên vekirî jî jinên porboyaxkirî, bi bilûzên hirî hebûn.
Hesenko çavên xwe di şibakeyan de kutabûn wekî ku ê wan qul bike û di pişt wan de li mirovên ku bi kodika wî ya tenekeyî dew vexwin digeriya; li gundiyên dewlemend, esnafên bêyî stûbend, romiyên ku diçûn iznê, herwiha kesên ku tî bûbûn digeriyan.
Sê caran ji vî serî beziya wî serî. Dorika binê gumgum a tûj li paqên wî yên ziravik diket û diêşandin, belê wî, piçikekî rûyê xwe diqermiçand û dîsa digot:
“Dew, dewê paqij!..”
Çar kodik, heme bi tenê çar kodik firotibûna. Bi deh qirûşê ku jê bihatana wê karîba nanekî reş bibira malê. Xeyala herdu birayên wî yên piçûk yên ku bi xilmaşiyeke zikvala çaveriya wî bûn weke birûskekê li ber çavên wî çêdibû û ew hey li pey hev diqêriya:
“Dewê paqij… Dew…”
Diya wî, li devera ku lê xizmet dikir heftiyê carekê, ji bo çend saetan dihat, bi xwe re hinek şikeva, çend pîvaz, carinan jî nîv şerbik dims dianî. Lê belê van, du rojan jî têra sê zikên birçî nedikir… Piştre têrkirina herdu birayan diket stûyê Hesenko. Kar û emelê herdu birayên wî yên lawaz, yên ku yek dusalî yek pêncsalî, di vê çaviya malê ya nimz de ew bû ku çi ber wan bikeve bixwin. Hesonko her roj mecbûr dima haveynê mêst li devereke ku ew nebînin û negihîjinê –bi stûna tewanê ya enîşkê ve- veşêre û her roj, gava ew li îstegehê bû ditirsiya ku herdu zikên birçî wê bizina pîr bi xwe jî bixwin, bizina ku bi wan re, di wî xanîkî de heman birçîtî dikişand.
Gelek şevan, ew nanê wekî heriyê yê di bin çengê xwe de dianî datanî navê, ji bo kaseye qafikî bîne diçû quncika ocaxê, gava vedigeriya ber sifrê, çavên wî diçûn nava serê wî, didît ku firdikek ji wî nanî nemaye. Wê gavê wî kodikek dew vedixwar, guh nedida guvaştina nava xwe ya ku hînî birçîtiyê bûbû, xwe di ber birayên xwe yên ku li ser postekiyekî kevn dirêj kirin û lihêfa layî seradê lê hatî û bêmirês re dikir.
Tişta bêhtir ew şaşwaz dikir, ne ev zikbirçîtiya birayên wî ya wekî bîrekê ku tu çi berdiyê dadiqurtîne bû; ew bû ku çawa dihat bîra wî, gava ew destevala vedigeriya malê, ew herdu tebayên lawaz çawa bi çavên girbûyî û beloq û çawa bi nifrîneke neqam li wî dinihêrtin, mûyên laşên wî dibûn sing. Aniha jî bi vê tirsê heta jê hat qêriya:
“Dew… Dew!..”
Şibakeyeke mewkiya sêyemîn a trênê daket. Seriyek di şibakê re derket, seriyekî qirikdirêj, bi şewqe, simbêlboz deng lê kir:
“Ka yekê bide!”
Hesenko kodikek dirêj kir, destê wî dilerizî. Mêrik çavên xwe yên layî nokan berdabûn nava kodikê, bi bêhnfirehî vedixwar, dewê ron di ber serê simbêlên wî re diniqutî ser qutikê wî yê bê berstûk.
Gava kodik dirêjî wî dikir got:
“Yeke dî jî dagire!..”
Piştî ew jî vexwar ji berîka êlegê xwe kaxezeke bi dehan derxist û avête jêr:
“Ka bide pênc qirûşan!..”
Hesenko:
“Tune ku!” got û çavê xwe li derdorê gerand. Ji xeynî memûrê îstegehê tu kes li wan deran nemabû. Wî jî, ji ber ku berfê hûrik hûrik dest pê kiribû, stûyê xwe quncifandibû, li benda rabûna trênê bû. Kurik gumgum danî cihê lê, bi bezê ber bi wî çû, pere dirêjî wî kir, got:
“Ka vî hûr bike!..”
Memûr bêyî bersivekê bidiyê berê xwe fitiland û zangoça hereketê lê xist.
Mêrikê li ber şibakeya trênê yê qirikdirêj destê xwe ji kurik re dikir û ber bi wî diqêrî:
“Kuro, de were.” Hesenko bi wî alî de beziya. Yê li ber şibakê got:
“Ka bide wî deh qirûşî!..”
Kurik zûka pere dirêj kir. Trên giran giran diçû. Piştî mêrik dîsa pere xiste berîka êlekê xwe, bi dengekî neçar got:
“Pênc qirûşê hûr tune, çi bikim!”
Vagon bi penc şeş gavan ji Hesenko dûr ketibû. Mêrikê qirikdirêj serê xwe di şibakê re derxist û got:
“Ho, kuriko, haqê xwe helal bike!” Hesenko wekî ku tu tişt fam nekiribe heme wisa mabû û dinihêrt. Trên lezgîn dibû û dûr diket. Di ber dengê tekerên trênê re dengê mêrik dîsa hate bihîstin: 
“De hedê, helal bike!.. Helal bike lo!”
Hesenko tiştek di ber xwe de got. Paşê rahişte gumgumê xwe û çû li ber dîwarê îstegehê, devereke ku berfê lê nedigirt rûnişt.
Berfê êdî xweş lê dikir. Hesenko ji dêla ku destevala vegere malê ma li hêviya trêna êvarê.
Destên xwe di firkandin û pora xwe ya kertikî ya ku diya wî bi cewzê bizinê qusandî dixwerand. Çavên wî li ber bê hêstir dikirin û mûjankên wî yên li dora çavên wî yên kesk kenîşt digirtin.
Heta êvarê li vê quncikê ma. Serê kêlîkekê radibû ser piyan, çokên xwe difirkandin, paşê dîsa li cihê xwe çok dida, berê awirên xwe dida valahiya xumamî ya di hişê xwe de. Ji ber ku tiştekî xweş ku lê bifikire, xeyal bike nîn bû, ev valahî jê re dibû wekî bêhnvedanekê. Çend caran diya wî hate bîra wî. Wekî ku rûyê wê yê kelogirî li ber çavê wî çêbû. Dilrehmiyeke seyr hebû di dilê wî de ji bo vê pîreka ku her sê zarokên xwe di xanîkê axî de dihişt û diçû gundên din û ji bo gezek nan bi dest bixe li ba xelkê dixebitî. Di vê de, hinekî jî bandora halê wî yê ku ji bo birayên xwe ketibû rewşa diya xwe de jî hebû. Van herdu tebayên zikbirçî bi heman awirên kîndar pîreka reben ya ku heftiyê carekê dihat, pêşwazî dikirin. Pîreka reben gava bi zadê bi xwe re dianî savareke rijî çêdikir, tenê îskeîskeke ziwa jê dihat, mal hinekî dida hev, heta êvarê dima û carinan bêyî gotinekê bike derdiket diçû. Hesenko ji devê wê gotinek bi tenê jî di derheq bavê xwe an jî xizmekî xwe de nebihîstibû. Jixwe heta hatî vî emrî carekî jî ev meraq nekiribû. Ji wî kirî heyat tenê li îstegehê firotina dew û xwedîkirina birayên piçûk bû. Loma jî tenê tirseke wî hebû, ji xwe re digot: Heke diya min rojekê werê malê, çend rojan di nav nivînan de bimîne, bike nalenalû ji xwe re zarokeke din çêke, piştî neh deh rojan wê jî di stûyê min de bihêle… Wê têrkirina wê mêhvanê jî biketa stûyê wî. Bê ka çima, gundiyan jî xwe ji mala wan dûr digirt. Carekî jî evdê Xwedê serê xwe nexistibû mala wan. Heyat wê ji berê kambaxtir bidomiya û Hesenko wê hewl bida bi alikariya bizina pîr ku şîrê wê roj bi roj kêm dibû ev kêferata pîroz bibira serî. Kêlîkên xwe yên vala wê bi çêrandina bizinê derbas bikira, rojên berfî jî wê giyayê ziwa yê bostekî li ber bestê bida hev, jê re bianiya.

Havînan halê wî zêde ne xirab bû. Serê sibehê heke zû ji mal derketa hê newestiyayî digihîşt îstegehê, heme bêje hemû gumgumê dew difirot. Bi qasî pereyên hûr yên ku berîka wî tişe dikirin tiştekî din jî, belkî ji vê jî zêdetir kêfa wî dianî, ew jî fikara vegerê bû ku êdî barê wî wê sivik be.

Heke dewê xwe tev nefitibûna trêna sibehê, dima li hêviya ya êvarê, lê îca gundiyên ku dexl dianîn îstegehê gelek caran nîvro gava nan dixwarin gumgumê wî fît dikirin.

Ji ber ku trêna êvarê li çar û nîvan dihat havînê hê reş neketî erdê vedigeriya malê. Lê aniha hê nîv saet ji trênê re maye, reşekî tirsnak daketibû îstegehê. Fikirî ku wê di vê tariyê, sayiyê de vegere, lerizî û heme xwest bikeve rê. Lê di wê gavê de memûrê îstegehê ji odeya xwe derket û agahiya ku trên nêzîk e dayê.

Sekna trênê ya li îstegêhê û rabûna wê bû yek. Hesenko li dirûvê mirovên ku di pişt şibakeyên xumamî de hemme xwiya dikirin dinihêrt û ji vî serê trênê beziya wî serî û –Dew, dewê paqij!- wer qêriya, qundireya wî ya mezin gijînî ji qûma şil dianî, berfê êrîşî devê wî yê vekirî dikir.  

Gava ronahiya çargoşe a kwîr ji şibakeyên vagonan dadiket ser golikên avê û bi pengizîn dûr dibûn Hesenko rahişt gumgum, deriyê bi caxên darî bi dehfdanê vekir û kete riya gund.

Çîkên berfê li çavên wî yên ku hê hînî berfê nebûbûn diketin. Di her gavavêtina wî de şelq li dewê di gumgum de diketin û dengekî seyr ji gumgum dihat. Hêwîtiyê ji pişta wî hêdî hêdî xwe berda nava wî û ew êdî dilerizî.

Wekî lawirekî hînbûyî di riya xwe de dimeşî, ji fikirînê xalî, ji hîskirinê xalî. Her ku ber bi nîvê deştê bi rê ve çû dengine din jî tevlî dengê piyê wî û dengê dewê di gumgum de bûn. Ji dûr ve dengê hinek lawiran dihat.

Bi tirseke neqam velerzînekê pê girt. Hewl dida qevzên xwe mezin bavêje, lê piyên wî li hev dihelbilîn. Paqên wî yên ji sermayê şewibîn her cara ku gumgum li wan diket kêlîkeke dirêj diariyan.

Ji tariyê, ji berf û bagera ku layî qamçiyekî li dev û rûyê wî diket, ji heriya ku dipekî kabokên wî û ji dengê ku dihatin guhê wî ditirsiya. Birçîtiya xwe, awirên tirsnak ên birayên xwe yên lawaz, westa xwe ji bîr kiribû. Dixwest di gavekê de bigihîje gund, bikeve xanîkê axî ku bi agirê tifikê ronî dibû û li quncikekê xwe veşêre. Ne razan, ne bêhnvedan, bi tenê nava xanîkekî… Xelasî ji vê tariya bêser û ber, ji van dengan…

Pêlava wî di heriyê de teqinîbû. Pêxwas baz dida. Ji gumgumê ku dilewlibî peşk dipijiqîn erdê, ser û cilên wî. Di nav diranên wî yên ku li hev diketin re dengine bêmane yên tirsê dipengizîn.

Wekî ku dengê lawiran hê bêhtir nêzîk dibû. Lê hê nû ji darebiya hişk a li nîvê rê derbas bûbû. Çavên xwe yên kenîştgirtî wekî ku wê tariyê qul bikin vekirin û li pêş nihêrî. Tu tişt nedît. Di rojên ku hewa xweş de jî heta nehatibûna keviya gund lembeyên gundiyan xwiya nedikirin, aniha gihîştina gund wekî tiştekî ne mumkun jê re dihat. Wekî lawirekî ku di deverekê de asê bimîne û tê bigihîje ku mefera revê nemaye tirseke neqam û hov kete dilê wî. Gumgum û kodika di destê xwe de virvirand û baz da, dengina ku nedihatin fêhmkirin ji qirika wî dipengizîn. Ev deng carinan wekî “Da.. Da!” derdiketin, carinan jî “A… A… Aaax. A… A… Aaax”derdiketin û di nava tariyê de belav dibûn.

Dengê lawiran nêziktir bûbû, hinekî li pêş, li ser berfê hinek reşahiyan xwiya kiribû û winda bûbûn. Hesenko êdî hîs kiribû ku qeremên wî hew dikarin wî hilgirin. Tirs di hemû bedena wî geriyabû. Piyên wî yên xwas her ku di heriya ron de diçûn xwar û virçêniyek derdixistin, ev deng weke qamçiyekê li pişta wî diket û tirsa wî çend carî dikir. Girêkek ketibû qirika wî. Gava bi destê xwe yê terikî fişa xwe paqij dikir û dikir li pêş binihêre bi ser çokên xwe de gindir bû. Rabû, lê piştî pênc şeş qevzên din dîsa ket. Dengên ku ji qirika wî dipengizîn hê bêhtir ketibûn rengekî hov.

Gava digot “Da… Da!” dengê wî wekî yê lawirên ku çiqas diçû nêzîk dibûn û li ser berfê wekî ku dişemitin bi lezegavan li hawîrdora wî xelek çêdikirin, derdiket.

Gava hewl dida bedena xwe ya quncifandî li ser heriya di nîvê rê de bi berfê binixumîne, hê jî di navbera diranên xwe yên ku li hev diketin re bi minminî digot:

“Da… Dayê… Dayê!” di vê navê de ji çend sed metre wê de herdu birayên Hesenko yên çaverê, li ber deriyê darî yê xanîkê wan, li ber dengê bê, bi tirseke ku pir dişibiya ya wî dilerizîn û her çiqas dengê ku li dora gund difitilîn dibihîstin, xwe bi hev ve diçilmisandin û digirîn. 

Werger: Brahîm Ronîzêr

Yorum bırakın

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.