Wêjeya Berawirdî / Brahîm Ronîzêr*

Berawirdkirin, daneberheva du hokeran e. Ji bo wêjeya berawirdî jî daneberheva du deqan esas e. Li gor hinekan wêjeya berawirdî zanistek e, gelo mumkun e mirov wek zanistekê bipejirîne? Heke wêje wek zanist bê pejirandin –ku ji alî gelek kesan ve wisa ye- wêjeya bearawirdî jî dikare wek binbeşeke vê zanistê bê pejirandin. Li aliyê din hin kes wêjeya berawirdî wekî metodeke xwendina berhemên wêjeyî  didin nasîn. Wekî ku xuya dike teorîsyenên wêjeyê di navlêkirin û rêbazên lêkolînê di wêjeya berawirdî de negihîştine encamine vebir. Lê belê wekî her têgehekê ji me re ji bo vê jî danasînek divê. Axir mirov dikare wêjeya berawirdî çawa pênase bike? Wêjeya berawirdî, şibandin û cihêtiyên berhemên wêjeyî yên ziman û çandên cihê dikole, vê lêkolînê li ber ronahiya felsefe, psîkolojî, dîrok, civaknasî, aborînasî û sînemayê  bi awirvedaneke nû û berfireh dinirxîne[1].” “Di çerçoweya estetîkê de destnîşankirina danûstandina her tekstî bi tekstekî din re[2].” Herweha danasîn an jî eşkerekirina mijar û peywira wêjeya berawirdî jî Gürsel Aytaç[3] weha dike: “Wêjeya berawirdî, du berhemên ku bi zimanên cihê hatine nivîsandin ji aliyê mijar, fikir û rûxsarê ve dikole, ji hev vediçirîne, aliyên wan yên hevbeş, cihê û nêzî hev dibîne û li ser sedemên wan şirovayan dike.” Her çiqas di van pênaseyan de sînorkirineke du zimanên cihê, çandên cihê dixwiye jî, bi gelemperî rexnegirên wêjeyê yên ku li ser wêjeya berawirdî xebitîne sînorekî wisa jê re çênekirine. Belê dîsa jî, gava mirov du deqên wêjeyî dide ber hev, heke nivîskarên van deqan ji heman gelî bin, deqên wan bi heman zimanî û zaravayî bin, di heman serdema wêjeyî de derketibin, heman çejnên wêjeyî bin, wê gavê mirovê dîsa jî bikaribe wan bike mijara wêjeya berawirdî? Wê gavê berawirdkirina van deqan wê bi kêrî çi were? Tekstekî ku di van şertan de hate nivîsandin, hate danasîn, hate xwendin, hate fêmkirin, hate nirxandin… û wêde êdî çi pêdivî bi berawirdkirinê heye? Belkî em nikaribin bersiveke eşkere ji vê pirsê re bidin, lê ev teqez e ku digel ew çend wekheviyan jî di navbera du deqan de gelek cihêtî jî derdikevin, mijarên estetîkî rê li ber gelek şiroveyên ji hev cihê vedikin û belkî loma ye binavkirina wêjeyê wekî zanistek tengkirina derfeta van şiroveyan e. Ji aliyekî dî ve jî berawirdkirin jixwe rexneya diyardeyan e, rexneya deqan e. Heke du berhemên hunerî bi hemû aliyên xwe ve hatin berawirdkirin, ew bi hemû alîyên xwe tên rexnekirin jî ku rexneyeke hêja û serketî qîmetê deqê pir zêde dike. Herweha berawirdkirin rexne ye û rexnekirin heke berfirehkirina lênihêrtina  berhemekê be, rexnekirina du berheman digel hev û bi awayekî rûberûkirî wê asoyê “xwendin” û têgihîştinê firehtir bike.

Kengî deqeke wêjeyî dikeve nav sînorên wêjeya berawirdî? Herhal ev bi serketina deqê a giştî ve girêdayî ye, lê berhema ku ji sînorê zimanê xwe derbas nabe ji bo wêjeya berawirdî jî tîn û şoqa wan kêm e helbet. Di vê serdema nûjen de ya ku ragihandin û çanda kozmopolît belavî her deverê bûye êdî tekstên xam û xas jî nemane. Çi bigire bandora yên berî li yên peyrew dibe, mijar kîjan çeşnê huner jî be. Lewma di wêjeya berawirdî de bandora berhem/kesayetiyekê di yên din de hokereke girîng e. Di dinyayeke wisa ya wêjeyê de tekstên bêyî kartêkirina tekstekî din hema bêje nemane. Carinan jî nivîskar ji vê ragihandin û danûstandina pirçandî tam û lezetekê jî distînin û di tekstên xwe de întertekstûaliyê dikin. Ev jî bûye riyeke nûjen ji vegotina wêjeyî re. Vêce wêjeya berawirdî derfetê dide mirov di nav tekstan de întertekstualiyê jî bişopîne û darîçav bike.

Ji bo wêjeya berawirdî metodeke taybet tune; metodên xwendin û rexnekirina deqên wêjeya giştî ji bo wêjeya berawirdî li kar in. Lê berawirdkirin wisa bi rasthatinî çênabe, berhem divê taybetiyên berawirdkirinê bihundirînin. Di wan berheman de divê kartêkirin(bandor), şibîn(wekhevî), cihêtî, danûstandinên rastûrast an jî sergirtî hebin. Divê kartêkirina nivîskaran ya li ser hev bê eşkerekirin. Divê bi rêbazeke zanista civakî, çandî û zimanzaniyê ev kartêkirin ji hev bê veçirandin. Divê danûstandina deqan/nivîskaran a navneteweyî jî bê zelalkirin. Divê berhema ku sûd jê hat girtin ji aliyê binyadî ve çawa hat fêmkirin, guhertin, şirovekirin wek xalekê bê nîqaşkirin. Divê xebata berawirdkirinê bi huner(wênesazî-wênekêşî, mûzîk, sînema) û zanistên(dîrok, civaknasî, psîkolojî, metodolojî) din re jî di têkiliyê de be.

Berawirdkirina deqan bi piranî li gor mijar û motîfan tê kirin. Wekî ku baş eşkere ye, li gor hejmara deqan, hejmara mijar û motîfan ew çend kêm e ku di deqên cihê cihê de bi vê maneyê gelek hevbeşî pêk tên. Herweha em dizanin her nivîskar –ku ne teqlîtkarek be- mijara xwe bi awayekî din dihûne û cihêtiyê dixe navbera berhema xwe û kesên dîtir, da ku afirandina wî/ê bê hesibandin. Di berawirdkirinê de ev cihêtiyên hûnandinê ji bo nirxandinê xalên berbiçav in.      

Wellek danûstandina wêjeyî û xêra wê bi lêv dike: “Kengî me fêm kir, çawaniya huner û wêjeyê, serfiraziya wan a li hember mirin û tunebûnê, afirandina dinyayeke nû bi hêza xeyalê, êdî tu pozbilindiyên neteweyî namînin li nik me. Wê mirov derkeve holê, mirovê her demê û her deverê, mirovê gerdûnî û wê zanista wêjeyê ya pirhêlî damezrîne, wê hesabê kar û xisarê neteweyî dîne aliyekî, dev ji tevna têkiliyên hobiyên kevnare berde.”[4] Bi vê nihêrtinê, wêjeya berawirdî wek amadekara humanîzmeke nû tê dîtin.

Bi Awirek Berawirdî “Tofan” û “Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe”

Deqên mijara vê berawirdkirinê Tofana Hesenê Metê û kurteçîroka bi navê Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe(ji pirtûka Mêrê Avis) ya Helîm Yûsiv in. Pêşî hinek agayî derheqê nivîskarên deqan de: Hesenê Metê di 1957an de li Erxaniyê(Diyarbekir), Kurdistana Bakur hatiye dinyayê. Ji ber kar û barên siyasî tê girtin û di girtîgehê de dimîne. Çend salan li beşên din ên Kurdistanê dimîne û paşê di sala 1983an de diçe Ewropa(Swêd), li wir bi cih dibe. Li wir jî bi kar û barên çandî, wêjeyî re dilebike, weşanxane ava dike, dinivîsîne, wergeran dike. Heta niha çar roman, du kurteçîrok, çend werger û hinek pirtûkên din ku ne di navenda wêjeyê de ne diweşîne. Hesenê Metê bi taybetî di çîrokê de bûye xwedî uslûbekî ku mirov çîrokên wî dixwîne bêyî li nav binihêre dizane ku çîroka wî ye; wate li ser hîmê ‘zimanê malê’ uslûbekî xweser afirandiye. Mijarên çîrokên wî kêlîkên jiyana mirovên nûjen, nakokiyên wan in. Wan kêlîkan bi vegotineke rasteqîn, îronîk û gelek caran wekî ku bi xwendevên re rû bi rû be/bipeyive dihûne. Hesenê Metê di gelek berhemên xwe de ji pirtûkên pîroz, ji klasîkan jêgirtinan dike, navtêdanan(gönderme) dike û întertekstualiyê wekî rêbazeke nivîsînê xweş bi kar tîne. Wekî li jor jî hatibû gotin, întertekstualî dehmeke xuyayî ye ji bo wêjeya berawirdî. Hesenê Metê wekî gelek nivîskarên din ên ku terkeserî dinyayê bûne nivîskariya xwe li diyasporayê kemilandiye. Di nav temayên wî de ku heta niha nivîsandine bêhna terkeseriyê pir kêm jê tê, derûniya dûrbûnê an jî xwezîpêanîna welêt ji wî ve wekî xeyal û kovanekê naxuye, ji vî alî ve ji gelek nivîskarên diyasporayê vediqete. Ji nivîsên wî jî diyar e ku Ewropa ji bo nivîsandinê ji wî re ne’metek e, her çiqas di dawiya Tofanê de ev gotinên welathezîyeke digel Bekoyê rûspî: Ki yê ku rû ji vî erdî bade rûyê wî ê reş be. Kiyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe. Kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê. Kiyê ku dest dirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan. Kiyê ku bike ku bi izet-i nefsa vî erdî bilîze, ew ê rezil û riswayê alema jêr û jor bibe.”[5] danîbin jî êşa bêrîkirina welatekî/aîdiyetekê di berhemên wî de xuya nake. Di berhemên xwe de bêhtir li pey afirandina hestiyariyeke gerdûnî ye. 

Helîm Yûsiv ji Binxetê, ji Amûdê ye, di sala 1967an de çêbûye. Li Helebê xwendina hiqûqê kiriye. Di sala 2000î de çûye Ewropa, li Elmanyayê bi cih bûye. Helîm Yûsiv hê li welêt di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Li vir destpêka nivîsandina wî bi erebî ye, piştî demeke kurt li kurdî vedigere, nivîsên xwe yên berê(Mêrê Avis, Jinên Qatên Bilind) ew bixwe ji erebî werdigerîne kurdî, bi gotina wî, wan ji nû ve dinivîse. Gava ji welêt derdikeve êdî bi temamî bi kurdî dinivîse. Herweha nivîsandina çîrokan û romanan berdewam dike. Digel Mirî Ranazin, Memê Bê Zîn, Auslander Beg xwediyê pênc çîrokan e. Ji xeynî van çîrokan sê romanên wî hene û lêkolînek li ser romana kurdî nivîsandiye. Hem bi hêjmara çîrokên xwe hem bi kalîteya wan di çîroka kurdî de kesekî sereke ye. Di nav temayê Helîm Yûsiv de penaberî, êşên civaka kurdan, terkeserî, evîna bêîman hene. Gelek çîrokên wî wekî dikeke şanoyê zindî ne, ji aliyê karekter, diyalog û saloxdanan ve. Hinek çîrokên xwe şêwazê surrealî nivîsandine ku bixwe dibêje êşên ku kurd ji berê de dikişînin ne guncaw e ‘rast’ bin û serê mirov ji wan dimîne sekinî, lewma şêweyê surrealî bêhtir li vegotina êşên civaka me dike. 

Bi awireke giştî gava mirov van herdu tekstan dide ber hev, şibîna ku balê dikişîne ya sereke ew e ku herduk jî li ser hîmê destaneke kurdan hatine rûniştandin. Ev destan Memê Alan e ku navdartirîn destan e di nav kurdan de û motîfên destanê wisa belavbûne ku  di nav kurdan de bûne sembol û ketine nav kodên zimên. Herweha berhema Ehmedê Xanî ya nemir Mem û Zîn jî ku ji vê destanê av vexwariye dîsa ji van berheman(bêhtir ji Tofanê) re çavkaniyek e, îlhamek e. Bi me wisa tê ku wê hîn gelek berhemên nûjen ên dîtir li ser dengê Memê Alan û Mem Zînê bên nivîsandin.  

Di van herdu berheman de gelek wekhevî û cihêtî hene; emrê nivîskaran nêzî hev e, herdu jî Kurmanc in, zimanê berheman Kurmancî ye, herdu nivîskar jî bi zimanekî dîtir perwede bûne, ji wêjeyeke dîtir jî haydar in. Herdu jî di nav danûstandinên siyasî de mane di ciwaniya xwe de, berî ku ji welêt derkevin. Xuyaye Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe li welêt, Tofan li derveyî welêt hatiye nivîsandin. Wekî dema nivîsê, Helîm Yûsiv berî Hesenê Metê nivîsandiye. Tofan çîrokeke dirêj e an ku novel e, Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe kurteçîrok e. Ev ji daneberhevê re astengiyê çênake, lê derfetên Tofanê bêhtir in di çêkirina atmosferê û bicihkirina hûrgiliyan de. Dema hundirîn a tekstan ev demên dawiyê ne, navbera 1990–2000î. Mekana herdu deqan Cizîra Botan e û ew jî temsîla welêt gişî ye. H.Yûsiv gelek lehengên destanê sax dike, ji bilî Beko, Mîr Zeyneddîn û Stiyê. H.Metê tenê Beko sax dike, û çîrok bêhtir li ser çavdêriyên wî û hest û fikrên wî yên di vê dema nû de li Cizîrê diherike.  Memo bi xewneke giran şiyar dibe, sedema şiyarbûna wî em pê nizanin. Sedema şiyarbûna Beko, Ehmedê Xanî ye, yanî çavkaniya ku novel li ser hatiye danîn e. Kesayetiya Beko berevajî ya di destanê de ji aliyê nivîskêr ve hatiye saloxdan. H.Metê wekî ku daxwaza Xanî pêk aniye. Di dawiya Mem û Zînê de Beko êdî yekî bexşandî, pak û paqij, xizmetkarê evîndaran(Mem û Zîn), peyayê ku wezîfa xwe di riya Xwedê de bi heq kiriye. Loma ev karekteriya Beko di Tofanê de ji aliyê sedemîtiyê ve xurt û lêhatî ye. Di dawiya Mem û Zînê de Beko bi Xanî re dikelime û dibêje: “Eger xuyabûm wek neyarê wan/Lê di rastiyê de ez bûm yarê wan…/Min jî ev dinê bi wan da berdan/Min berê wan da ezman ji erdan./Min bi temamî da wan bihiştek/Wan ji vî baxî daye min xiştek.”[6] Xanî ji Xwedê re daxwaznameyekê dinivîse,  tê de lave dike ku Beko serê sêsed û sê salan carekê sax bibe(H.Metê di destpêka Tofanê de hatine Beko ya ser rûyê dinyayê bi berfirehî vedibêje, novel jî li gor çîrokê bêhtir derfetan dide vê). Beko vê daxwaznameyê li ser gora xwe dibîne û sedema jîndarbûna xwe fêm dike. Hesenê Metê navê berhema xwe Tofan daniye. Ev navlêkirin wekî bibîrxistina tofana Nûh e ku li gor mîtolojiyê û li gor gelekan berî bi gelekî li Cizîrê qewimiye. H.Metê gava Beko zindî dike bi qewêtiya Xanî ku wê serê sêsed û sê salan carekê bê ser rûyê dinyayê, tîne Cizîrê û wî di vê serdema nûjen de rastî tofanekê tîne.

Vebêjerê Tofanê bi devê yekemîn dipeyive, di destpêkê de. Ji xewneke xweş şiyar dibe ku tê de pesnê Ehmedê Xanî tê dayîn û vebêjer dibe heyranê wî, diçe Agiriyê(Çima Agirî? Gora Xanî li Bazîdê ye, mesela ku Bazîd navçeyeke Agiriyê ye tesarûfa tirkan e, ne tiştekî ji quranê ye. Herweha ji ber ku Bazîd bajarekî ji Agirî kevntir û bo çanda kurdî hêjatir e, temsîliyeta Agiriye bo çanda kurdî wek Bazîdê nabe.) heta ber serê Xanî ku giramgiriya xwe şanî wî bide. Ji ber ku Xanî bi Kurmancî bi Xwedê re kelimîbû û berhemeke weke Mem û Zînê bi kurdî nivîsandibû. Li ber gora Xanî vebêj dikevê xeyalan, ji xwe re dipeyive, dikeve lêgerîna hebûn û tunebûnê, muhasebeya vê dinyayê û wê dinyayê. Gava ku leheng li ber gorê li benda kerameteke cenabê Xanî ye, nûrek li ser gora Xanî diyar dibe û deverekê şanî leheng dide. Ji wê deverê ve Bekir tê, an jî bi navê ku hemû kes dizane Bekoyê Ewan. Beko tê ber gora Xanî û wekî katibê rebê alemê xîtabî wî dike, jê dipirse çima wî ew daxwaz ji Xwedê kiriye ku Beko dîsa were ser rûyê dinyayê. Piştre jî derbasî çîrokê dibe ji arif/ezîz/Xanî re vedibêje ku çawa sax dibe, li kû sax dibe û çawa xwe gihandiye wir, nizane. Vebêj êdî Beko ye. Sax dibe û li dorhêla xwe digere, rastî ciwamêrekî ku misîn di dest de ye tê û ciwamêr jê re dibêje: “Xuyaye tu ne ji vî erdî yî, ya derwêş?”[7] Di çîroka Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe de jî gava Memo diçe nava bajêr û pirsa pêşî ji apoyekî dike(Gelo Dîjle di vir re nediçû apo?), bersiv dibê, “Tu dibe qey tu ne ji vî welatî yî.” Di herdu çîrokan de jî bersiva lehengan yek e, herdu jî biyanî ne. H.Metê çûna Beko ji ser gora Xanî, yanî ji Bazîdê ber bi Cizîrê bi hûrbijarî salox nade, guh nedaye mesafeya rastî.

Beko pê dihese ku li Cizîrê kesek navê Beko hilnade û gava ji yekî re bêjin di maneyeke xerab, bêyom de dibêjin û bi vê şaş û metel dibe. Ev cihêtiya pêşî ye ji bo wî, li Cizîrê. Beko bi sofî Temir re dikeve nîqaşekê li ser navê xwe. Ev nîqaşa wan belesebeb dirêj dibe. Di vê nîqaşê de sofî qala zimanê Beko dike, ‘zarê Serhedî’ bi kartîne û ev navtêdana(gönderme) ku Xanî ji Serhedê ye û wî bi vî zarî Beko daye kelimandin. Ji devê sofî Temir li çîroka Mem û Zînê guhdarî dike, wekî ku gelek ji wan tiştan nayên bîra wî. Paşê digel hev diçin ser gora Mem û Zînê. Li wir dibînin ku gora Beko vebûye. Êdî sofî Temir bawer dike ku yê li hember wî Beko ye û ji gotin û kirinên xwe û li ser navê Cizîriyan şerm dike. Xwe gunehkar dibîne, Beko li ber çavê wî mezin dibe û dikeve tirsa tofana duyemîn. Beko ji wir vedigere berê xwe dide nava Cizîre, dide Birca Belek. Di kuçeyan de nebûna sefar û dikandarê din bala wî dikişîne. Cizîra berê tîne bîra xwe, xweşiya wê, qîz û xortên wê, xeml û girêdana wan. Qesta nava çayxaneya li dewsa kulxana haşîşkêş û ebebozên demên berê dike. Li hundirê çayxanê li axaftina endamên grubekê guhdarî dike. Vebêjer di vê axaftinê de dev diavêje tevgerekê û serokê wê, ku endamê tevgerê çawa nezan û bêhiş in û ji serokê wan pê ve tu nirxên wan nînin û namûs û şerefa wan heke ew bide wan heye. Hebûn û tunabûna xwe bi serokê xwe ve girê didin û bixwe ne tiştek in. Li vir nivîskêr hinekî mudaxeleyî vebêjer kiriye û wekî heyfhilanînekê ji tevgerê, henekpêkirin û kêmxistin di radeyeke bilind de ye. Gava behsa Dalyan dike ku ew kurê kuştiyekî bi destê tevgerê ye, wî dişibîne şêran(yek ji sê şêrên Cizîrê) û wî li hember grubê dike mêrxasekî wisa ku Cinoyê tirkan tîne bîra mirov, gava behsa endamekî ji tevgerê dike an ku axêverê li pêşiya grubê, “…firnik li xwe kirine rojin… bi porekî welê şîn î fîlikî ye ku, ya star… meriv dibêje qeyê hîna nû mûyê gîskekî hevrîng kirine û hanîne bi jora serê vî ve zeliqandine, xiyarê xwar, zirzop, ”[8] wer salox dide.Di nav vê grubê de pîrejinek jî heye ku nivîskar wê bi devokî, devoka Torê dide şitexilandin: “Kuro, de bes zimanê xwe dirêj ka! Xwedê go hûn halo kin, em ê çavên we rijênin…heta go xayinên halo li cihê xwe nerûnin em dev jê naberdin û hew! Ma nameyzînî go çid bêja, heval!”[9] H.Metê tu lehengên din bi zimanê devokî nedane şitexilandin, bes ev pîrejin, nayê famkirin sebeba vê çi ye, lê wekî ku hinekî henekpêkirin di vir de jî heye. Herweha qalkirina kesên Serhedî li Cizîrê jî çima jê re şikebar tê, nayê famkirin, qey ew hemû ne welatek e û ne gelek e? Ev espiriya ‘heval’ berê jî bi kar anîbû, di çîroka xwe Panoramayê de, êdî tamsar kiriye. Xwedubarekirin kêmayiyeke di wêjeyê de.

H.Metê bi çavdêriya Beko li Cizîrê tofana duyemîn radike; ev tofan tevgera vê heyama dawî ye ku hê jî li ser kar e. Sebebê xerabiyan tevan; bêşerefî, bênamûsî, derewînî, gelacî, ewanî, bêbextî, bêolî, zilm, nehaqî, dûrbûna ji esl û fesl û gelek neyîniyên nijinandî, di rûyê wê tevgerê de ne. Ev tevger li gor wî tiştek wisa mê ye ku hema xerabiyan dizê, wek tovê parparê, wek kîvroşkîtiyê.

Berî ku Beko biçe wê çayxanê û li Dalyanê bi malbatkî maxdûrê vê tevgerê guhdarî bike di derheq rewşa civakê ya îroyîn de tiştekî nizane, tenê ji derve ve tiştine ku xwiya dikin bi yên berê re dide ber hev. Lê ku li axaftina ‘eshabi’yên li çayxanê guhdarî dike û ji Dalyan jî çend pirsan dike êdî dibe pisporê wê civakê û di derheq civaka îro û ya berê de digihîje baweriyan û darizandinan jî dike. Li vir wisa dixuye ku nivîskar serî ji Beko standiye û rast û rast xwestiye peyamên xwe eşkeretir bike. Nivîskar, Beko bi ‘ya arif’ re dixe nav monologekî û dibêje: “Ku ji te re bibêjin xelkê Cizîra Botan gotina xwe kirine yek û gewendeyek ji xwe re kirine mîr, pê bawer bike û nekeve gumanekê.”[10] “Lê ew kesên ku îro bi dozên miqedes radibin, bawer bike tiliya xwe jî li ser nadin, te got erê!”[11] “Û Xwedê dizane piştî wan deman tacik hatine û li wan kevirê devê buhura Qesrikê nesekinîne, ecem hatine û bi îzet-î nefsa bircan lîstine, ereb hatine û xirab kirine, moxol hatine û li wir mexel ketine…”[12]  Êdî hevsarê vebêj di destê nivîskêr de ye û gunehkar zêde dibin, xelkê Cizîra Botan jî dikeve sifeta gelacan û ji ‘gewendeyekî’ re li çepikan dixe. Herweha Bekoyê ev sêsed salî raketiyayî di wê roja ku hişyar dibe de dibe dîrokzan jî. Behsa ‘dem-î zirzopan’ dike ji me re. Cizîr çawa xera bûye, kî hatiye û xopanek pê de aniye, Birca Belek di çi halî de ye jî dibêje. Lê nabêje ku aleke durengî li her deverê ve daleqandî ye, nabêje ku Birca Belek bûye hêlîna cenawirên yekrengî û bexçeyê wê şûna lûstina firokeyên wan e, behsa qereçiyên li wî aliyê avê dike.  

Axaftina Beko bi Dalyan re nihêrtinên nivîskar ên di derheqê tevgerê de sergihayî dike. Nifrîna nivîskar dibe ya vebêjer û çi tê ber devê wî dibêje, dilê xwe rihet dike. Ji sînorên rexneyê, sergitîbûnê wêde diçe û tîrên xwe berdide navenda tevgerê û hew. Sedema xerabiyên li Cizîrê, gelaciyê, bêyomiyê dixe stûyê tevgerê, wê mahkûm dike. Rewşa siyasî û kêşaya civakî naxe navenda çîrokê, bi terafgirî li bûyerên demê dinihêre. Vê jî piştguh dike ku welat di bin simê dagîrkeran de ye, ala ji rengê wê axê dûr li her derê dilewlibe,… Axir, Tofan ji çêkirina atmosfera siyasî, civakî ya trajîk a wê demê pir dûr e. Piştî ew qas gunehkariya ku xist stuyê tevgerê de êdî dibêje: “… li wir keç û bûkên Cizîra Botan êdî kincan naşon, ya arif, kesek nizane bê çima lê li wîr îro xwîn dirije û ava wê sor diherike.”[13]

Di çîroka Memo Ji Mirinê Şiyar Dibe de Memoyê destana Memê Alan di tirba xwe de bi xewneke giran şiyar dibe, çavê xwe digerîne Zîn ne li kêlekê ye, bi tirs û heyirîn radibe û dikeve lêgerîna wê. Wekî xewnereşkekê bibîne lê hatiye, ser tirba wî û ya Zînê tije giya û stirî bûye, di tozê de maye, ya Beko bi tîpên zêrîn e. Neyînî dikevin ser hev. Bi nav Cizîrê de diçe, tişta ku pêşî bala wî dikişîne çemê Dîjlê ye. Çemê Dîjle ziwa bûye, Cizîra ku wî dizanî ya ku aniha dibîne ji hev pir dûr in, şaş û metel dimîne. Wekî ku av çavkaniya jiyanê ye û nivîskar hê di serê çîrokê de bi me dide hisandin ku li vê axê jiyan nemaye, di xeterê de. Yê ku av vexwarin e jiyan ji wan re, ji gelê Cizîrê re nehiştine. Li seranserî bajêr tirs hikimdar e. Mirov bi pistepist dipeyivin. Memo ji Ewaniyekî pirsa Cizîra Botan dike, ji zimanê wî nayê famkirin. Naxwe ev desthilardayiya Ewaniya ne kesên ji vir in. Desthilatdariya Mîrê Cizîra Botan, Mîr Zeyneddîn nemaye. Bersiva Ewaniyan wekî xencerekê di dilê wî re diçe. Ev motîfên ku çavkaniya wan folklora kurdî ye ji serdema mîrektiyên kurdan mane; di vê serdemê de dethilatdarî û teba tev kurd in, desthilatdariya kurdî jî heye. Ev arketîp an jî motîfên ku çîrok di ser wan re hatiye vegotin li heman axê ne, lê desthilatdariya hikmî û zimanî(çandî) nemaye, yanî ew war e ne ew bihar e. Lê belê di Tofanê de helwesta nivîskêr ku desthilatdariyeke kurd a gunehkar biafirîne tê hîskirin.

Memo gera xwe ya li nava bajêr didomîne, her Zîn di bîra wî de ye, rojên berê tên bîra wî, hevalên wî. Her bîranîneke wî bi neyîniyeke nû rû bi rû dimîne. Bi hesinê çeka Ewaniyan re rû bi rû dimîne, bi ala wan re, wêneyê Beko li her derê ye. Beko temsîlkarê desthilatdariya îro ye, an ku dewlet bixwe ye. Di çîrokê de navtêdanên(gönderme) wekî ‘ala li her deverê daleqandî-çikandî, wêneyê Beko yê bi her deverê ve, pêlavên leşkerî, trempêla di rengê xweliyê de’ desthilatdariyê dinimînin. Ew Bekoyê ku nehişt bigihîje Zînê li jiyana pêşî, aniha jî di gorê de jî Zîn jê dûr xistiye. Ewaniyan gelê Cizîrê xistine tengayîyek wisa ku kesê nebe hevalê wan nikare li wir debarê bike. Ev siyaseta “Ya sev ya terk et!” tîne bîrê. Evîna pîroz ya Memo Zîn, hevalên wî Tacdîn, Arif û Çeko jî bûne peyayê Ewaniyan û di emrê wan de ji bo wan dixebitin. Di oxira wan de hevalê xwe Memo jî digirin û Memo li ber çavê wan tê kuştin. Tenê kaloyek heye ku alîkariya Memo dike, jixwe Ewanî berî Memo wî digirin û kes nizane çi tînin serê wî. Gava Memo meraqa Kaloyê xêrxwazê wî dike, ji cîranekî hîn dibe ku Ewaniyan ew birine, belangazo çû û çû, dibêje cîran. Vebêj li vir qala tirs û xofa wê demê û derûniya bindestiya salên dirêj dike. Jibîrokiya civakê, hafiza kolektîf ku ne xurt e bi bîr dixe, kî diçe ji kîsî xwe diçe. “Û ji bîr dikin ku rojekê  di nav wan de ev nav hebû. Hinek jî henekê xwe bi wî dikin, ewê ku dijî Ewaniyan kar bike çimkî dijayetî bi Ewanekî re, mirin e yan jî windabûn e û ew kî lawê bavê xwe ye lê bipirse.”[14] Behsa guherîna dewranê dike dîsa û vê bi jiyana xwe ya berê re dide ber hev. Dema ji ber evîna wî ew avêtibûn zîndanê, “…Tacdîn, Arif û Çeko xelk tev de ketibûn hawarê. Kanîn ew xelk?”[15]      

Di jiyana borî de tenê gunehkarek û bêtifaqiyê/bêbextiyê dixe nava mirovên Cizîrê. Di vê jiayana duyemîn de kesên ku zindî bûne hemû bûne motîfên xerab, Zîn jî di nav de. Memo paşê bi van dihese, heta rastî bêbextiya hevalên xwe û Zînê tê. Vê berevajîbûna motîfan nivîskar, wekî me li jorê qal kir, bi zordariya desthilatdariya Ewaniyan ve girê dide. Di nav van motîfan de yekî ku ne ji destanê heye; Elîkê Betê. Elîkê Betê jî kesayetiyek e ji dîroka nêz a kurdan. Bi mêraniya xwe navdar e. H.Yûsiv ev mêraniya wî hinekî pêkenokî bi lêv kiriye, ew kiriye dizê kevokan û karekterê wî jî guherandiye. Ji bilî vê û yek di hevokên dîtir(Arif Jî heska xwe di nav nîska peyvan de kir, …beq ji ezmanê lal diweşandin[16]) û axaftina di navbera Memo û hevalan de li meyxanê(meyxane li Kurdistanê ne berbelav in, lê…), Helîm Yûsiv li Cizîrê mîzanseneke gelek reşbîn afirandiye ji serê çîrokê heta dawiya wê.

Heçî Helîm Yûsiv û Hesenê Metê ne, gava mijarên siyasî, civakî di çîrokên xwe de kirine behs, ew rast û rast nenivîsandine, bi qalib û rêgezên wêjeyê teşeyek dane wan ku xwendina berhemên wan serinckêş û herîkbar bûye.

Çîroka Kurmancî wekî gelek cureyên wêjeyê piştî salên 90î pêş ket û hejmara berheman zêde bû(Her çiqas li diyasporayê hinekî zûtir dest pê kiribe jî). Gava mirov roman û çîrokên ku hatine nivîsandin bide ber hev serdestiya romanê xwe dide der, lê bi awireke giştî û ji dûr ve ku mirov lê binihêre dikare bêje ku çîrok serketîtir in. Rewşa çîrok û romanê mirov dikare bişibîne cambazekî li ser benekî zirav; kurteçîrok ji ber ku mesafeya wê kin e, di du qevzan de digihîje hedefê, bişewişe jî nakeve zû zû. Lê roman, rêwingiya wê bi kesp û kosp e. Ji ber vê çandê di van herdu berhemên ku me hinekî dane ber hev rewşeke weha jî heye ku derfetên vegotinê li hember ya din dibin keys lê li aliyê din jî dirêjvegotin bêhneke kûr û hevsengiyeke domdar jî dixwaze.

*Di kovara Çirûskê de weşîyaye.

Çavkanî

Arak, Hüseyin. Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, Hacettepe, Ankara, 2012.

Aytaç, Gürsel. Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, Say, İstabul, 2009.

Bülbül, Melik. Seçme Kısa Öyküler ve Karşılaştırmalı Öykü Çözümlemeleri, Çizgi, Konya, 2008.

Cewerî, Firat. Antolojiya Çîrokên Kurdî, Berg 1-2, Nûdem, Stenbol, 2003.

Metê, Hesenê. Tofan, Avesta, Stenbol, 2006.

Xanî, Ehmedê. Mem Û Zîn, Avesta, Stenbol, 2010.

Yûsiv, Helîm. Mêrê Avis, Avesta, Stenbol, 1997.

Donbay, Ali. “Karşılaştırmalı Edebiyat Araştırmalarının Yeni Türk Edebiyatındaki Gelişme Çizgisi,” http://www.turkishstudies.net/English/DergiTamDetay.aspx?ID=5285&Detay=Ozet

Tuğluk, Abdulhakim. “Amaç ve Beklenti Karşısında Karşılaştırmalı Edebiyatın Tanı(m)sal Krizine İlişkin Birtakım Tartışmalı Saptamalar,” http://www.turkishstudies.net/Makaleler/1511837585_079Tu%C4%9Fluk%20Abdulhakim-1335-1346.pdf

Wellek, Rene. “Karşılaştırmalı Edebiyatın Krizi,” http://www.sosyalarastirmalar.com


[1] Ali Donbay, “Karşılaştırmalı Edebiyat Araştırmalarının Yeni Türk Edebiyatındaki Gelişme Çizgisi,” http://www.turkishstudies.net

[2] Abdulhakim Tuğluk, “Amaç ve Beklenti Karşısında Karşılaştırmalı Edebiyatın Tanı(m)sal Krizine İlişkin Birtakım Tartışmalı Saptamalar,” http://www.turkishstudies.net.

[3] Gürsel Aytaç, Karşılaştırmal Edebiyat Bilimi, Say, Stenbol, 2009, r.7.

[4] Rene Wellek.“Karşılaştırmalı Edebiyatın Krizi,” http://www.sosyalarastirmalar.com.

[5] Hesenê Metê, Tofan, Avesta, Stenbol, 2006, r.73-74.

[6] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, kurdiya îro Jan Dost, Avesta, Stenbol,2010,r.667.

[7] Hesenê Metê, Tofan, Avesta, Stenbol, 2006, r.29.

[8] Heman berhem, r.46.

[9] Heman berhem, r.52-3.

[10] Heman berhem, r.62.

[11] Heman berhem, r.68

[12] Heman berhem, r.65.

[13] Heman berhem, r.64.

[14] Helîm Yûsiv. Mêrê Avis, Avesta, Stenbol, 1997, r.94.

[15] Heman berhem, r.95.

[16] Heman berhem, r.97-98.