Karakterên Ku Bi Ser Zimanê Xwe Ve Nebûne* / Brahîm Ronîzêr

Di serdema 18 û 19an de li dinyayê di afirandina berhemên pexşanî de pêleke xurt heye. Bi taybetî ji bo roman û çîrokê ev angaşt bêhtir di cih de ye. Malzaroka romanê Ewropa ye û serê vê geşedanê civaka burjuwayê dikişîne. Di roman û çîrokên vê serdemê de di nav hokerên ku van berheman xurt dikin de yek jê afirandina tîp û karekteran e. Helbet kesên di berhemên wêjeyî de giş ne “tîp” an jî “karekter” in, lê serleheng û çend kesên di pêpelokên nimztir de ku serkêşiya hûnaka berheman-romanan dikin tîp in, karekter in ku ew berdevk û sembol in, saloxdana jiyana rasteqîn/şênber dikin.

Ji sedsala 20an û vir ve bi guherîna hin dînamîkên dîrokî, civakî û psîkolojîkî awayên nivîsandina wêjeyî jî diguherin, dewlemendtir dibin. Êdî eded û kevnşopî, rêpîvanên sekan ji desthilatdariya xwe dikevin. Ava coyên wêjeyê ber bi nûjeniyê ve, post-nûjeniyê ve, binyadgeriyê(strukturîzm) ve diçe. Êdî di berhemên bi feraseta van ekolên dawî hatin nivîsîn de tîp û karekter nihênî dibin an jî rola wan ji hokerên din ên berhema wêjeyî kêmtir dibe.

Helbet tîp û karekter bêhtir di romanê de tên afirandin. Romanên Kurdî yên destpêkê wekî hemû destpêkan xwedî derbên vala bin jî hewldana afirandina tîp û karekteran di wan de dixuye. Gava romanên Kurdî nû hatibûn nivîsandin yên wekî Joyce, Kafka, Woolf, Fulkner, Nabokov êdî romanên bêyî tîp û karekter dinivîsandin û riyeke nû ji romanê re vedikirin. Helbet li vir sedemên paşdemayîna pexşana Kurdî ne hebûn an jî nebûna tîp û karekteran e an jî wisa şikeber ev sedem nayên dahurandin(Ji ber ku armanca vê nivîsê ne sedemên lipaşmayîna pexşana Kurdî ye, em ê li vir jê qerin). Belê wekî  Oğuz Atay di salên heftêyî de tengezariya/xitimîna romana tirkî bi qelsbûn/nînbûna kesayetiyê ve têkildar dike, dibêje: “Bi ya min pirsgirêka romana tirkî kesayetî ye,” mirov dikare ji bo romana Kurdî jî vê sedemê û berî vê jî afirandina zimanakî romanê, an jî bi gelemperî nekemilîna zimanekî wêjeyê destnîşan bike.

         Belkî bi qasî berê mirov bi taybetiyên xwe ji hev pir ne cuda ne. Yanî ew gotina ku digot “her mirov dinyayek e” vêga hinekî rastiya wê nemaye. Ji ber ku mirov hem bi awayê madî hem manewî êdî gelekî dişibin hev û gelekî wekî hev dijîn. Awayê jiyînê ne tenê di nav civakê de wisa ye, herweha di navbera civakên cihê de jî wekhevîbûnê dest pê kiriye. Ev rewş gava diteyise wêjeyê êdî tîp û karekter ji hev xuyayî nabin.

Gelo di wêjeya Kurdî de, bi taybetî di ya Kurmancî de, di pexşanê de ji destpêkê heta niha tu guherîn çêbûne? Ev guherîn çi ne? Di pexşanê de wekî ya cîhanê ji berhemên ku tîp û karekter di navenda wan de ne ber bi vê qonaxa nû biwêrek çêbûye?

Berî em derbasî hewldana bersivandina van pirsan bibin hinekî hewce ye behsa pexşanên Kurdî yên pêşî bê kirin. Her çi qas pexşana Kurdî(Kurmancî) berî nifşê Hawarê dest pê kiribe jî heta Hawar derneçûye tu çîrok an jî adaptasyonên berbiçav nehatine nivîsandin. Di nav pexşanên Hawar û Ronahiyê de jî di asta wê serdema dinyayê de berhemê bejndirêj naxuyin. Di kurteçîrokan de dîsa jî em rastî hinek “tîp”an tên. Lê bi piranî ev tîpên behsborî bêhtir tîpên mudaxele lê kirî ne ku nivîskar ji bo fikr, felsefe û bîrdoziya xwe lê gelek mane barkirine, leheng idealîzekirî ne. Herweha romên destpêkê yên Kurmancî jî karekter her xwedî roleke civakî û polîtîk in. Çawa ku Lenîn dibêje divê huner di xizameta şoreşê de be.

Gava em bên ser pexşanên ku sih salên dawî tên nivîsandin ka rewşa tîp û karekteran çi ye, tişta ku pêşî bala me dikişîne digel sêwirandina kesên civakî, netewehez û neteweparêz, takekes jî dixuyin û metirsiyên van kesan û yên berê ji hev hinekî cihê dibin.

Di vê serdema ku gelê Kurd hem wek civak hem jî yeko yeko neferên wê gelek guherînên mezin derbas kirine êdî ne wek 70-80 sal berê ye. Civaka Kurd çi qas ji aliyê xwendinê ve zana, ji aliyê aboriyê ve dewlemed bûye ew qas ji Kurdayetiya xwe dûr ketiye. Her çiqas bi xwendinê re li kok û nasnameya xwe geriyabe û hinek pirs ji xwe kiribe jî bersiveke ku dilê xwe pê rihet bike nedîtiye. Di vê civaka neyekgirtî de kesayetên bi gelek awayan parçe parçe çêbûne. Naxwe di rewşeke weha de tîp û karekterên çawa dikarin bên afirandin? Helbet wê marjînal, îdealîzekirî, ji rastiyê dûrxistî bên sêwirandin û helbet têr dijîtî û nakokî(Li vir, dibe ku sedema nakokiyan kêm jêhatîbûna nivîskaran be, dibe ku rastiya wan lehengên civakê be. Bira duyemîn ne qisûrek e, ji berhemeke wêjeyî re derfetên amûrên zexm dide). 

         Romanek ji yên vî sih salên dawiyê ku mijara wê têkoşîna gelê Kurd ya çekdarî ji xwe re kiriye bingeh Gava Heyatê(Lokman Ayebe, weşanxaneya Belkî, 2007, r.188) ye. Bi nihêrtina marksîstî “Berhema edebî, li ber siya bîrdoziyekê vegotina awirtêdaneke tevahiya rasteqîniyê ye ku ev ne diyardeyeke takekesî lê yeke komalî ji xwe re dike rêber.”(Goldman, bi ragihandina J.C.Caloni-J.C.Filloux, Eleştiri Kuramları, Kuzey Yayıınları, Ankara, 1984). Lokman Ayebe lênihêrtina marksîst, rasteqîniya komalî ji xwe re kiribe rêbaz jî, ji vê pênaseya li jor hinekî dûr dikeve –baş jî dike- û damarên rola takekesiyê di hûnaka romanê de qewîn dike. Gava Heyatê li ser karekterekî bingehîn ku ji destpêkê heta dawiya romanê di gelek qonaxên girîng û guherînên mezin re derbas dibe, ava bûye. Ev qonax ji destpêkê bi rêzê ji van pênc beşan pêk tê: Çîroka Belengêz, Çîroka Şervên, Çîroka Ewên, Çîroka Evîndêr û Çîroka Vegerê. Nivîskar di van pênc qonaxan de karekterê xwe bi goşt û hestî dike. Di çîroka duyemîn û pêncemîn de vebêj lehengê sereke ye ku ew her navekî wî yê cihê heye, hinekî jî li gor taybetiyên wî. Di çîrokên mayî de vebêj nivîskar e. Di beşên ku vebêj leheng bi xwe ye de teşeyê axaftina hundirîn(monolog) hatiye bijartin ku ev teşe di wêjeya Kurdî de hem pir nehatiye kirin hem jî bi vî teşeyî afirandina karekteran ne hewente ye. Ji vî aliyî ve –bi taybetî- di vegotina Çîroka Şervên de nivîskar serketî ye. Vî teşeyê vegotinê hûnandina romanê û saloxdana karekteran xurt û dewlemend kiriye.

Qonaxa Belengaziyê: Leheng ji dayikeke belengaz û bi şepezeyî çêdibe. Em bi bavê wî nizanin an jî ‘bê bav’ e, diya wî jî gava wî diwelidîne dimire. Lehengê ku paşê navê wî dibe Tasar, belengaziya wî û bêkesîtiya wî xweş tê sêwirandin. Tasar ji aliyê dê û bavekî ku paşê dihese ne dê û bavê wî yên heq in ve tê mezinkirin. Tasar wek zarokekî bextewar, têrhezkirin(her çi qas zirdiya wî wek kurekî pê re dike jî) mezin nabe, nayê şûmkirin. Di derdoreke teng de -ne bi xal û xaltîk, ap û metik- mezin dibe, hevalên wî hindik in(em tenê bi yekî, bi Sîdar dizanin). Bavê wî yekî xulqteng e, tahdê lê dike. Her ku problemên Tasar bi hinekan re çêdibin bavê wî, wî bixwe sûcdar dike, ceza dike. Jixwe di van mercan de perwerdahiyeke serketî jî nake, problemên wî li dibistanê jî naqedin. Axir ji dibistanê jî tê avêtin û mecbûrî karkirineke giran dimîne.

Nivîskar di saloxdana belengaziya leheng de baş ser ketiye, mirov ji keseyatiya yekî ku di van mercan de mezin bûye hêvî dike ku rojekê serî li dê û bavê xwe hilde, mala xwe biterikîne, li hember normên civakê rabe. Lê beramberî vê ew baweriya xurt ku lehengê me biçe nav refên şervanan bi me re çênabe. Yanî ew hestên xurt ên welatparêziyê, bîr û baweriya ku berê yekî/ê bide riya nevegerê di kesayetiya leheng de ne stewiyane. Wekî ku ev qonaxa yekemîn, qonaxa belengaziyê me ji bo xilaseke qonaxa duyemîn û bêhtir jî ji bo qonaxa sêyemîn(çîroka ewên-îtirafkarî) hazir dike.

Di romanê de bi giştî diyalog pir nehatine bikaranîn. Lê hinek diyalogên heyî ji rasteqînîyê dûr ketine. Gelek caran ji ber rewşa rojana ya bi karanîna Kurmnncî li bakur, zimanê rojane yê kuçe û kolanan û yê berhemên hunerî neliheviyeke neçar tênin holê(Peyvên çêkirî, bikaranînên ku di zimanê gel yê rojane de nînin, pêkanîna rêpîvanên grametîk hwd.). Ji vê sedemê wêdetir, diyalogên di beşa belengêz de ne li gor axaftina kesayetiya yekî wekî wî de ne. Sermeselê, “Kekê Çeto, gelo tu dikarî bangî Sîdêr bikî?” “Li min bibexşîne keko, lê hin karê min ê ji bo dibistanê bi wî re hebû.” “Gelo tu dikarî wê lastîka xwe ya çûkan bidî min?”(r.36) Kubarî û fermiyetiyeke ku li leheng nake di van axaftinan de heye. Kesekî 12-13 salî perwerdeyeke baş nedîtiye, di maleke maqûl de mezin nebûye… ev axaftin lê nayên, ji zimanê zarokan jî dûr e. Di hinek romanên din ên kurdî de jî kêmaniyên wek vê her xuya dikin. Sermeselê, di romana Berbiska Zer(Omer Dilsoz, Weşanên Avesta, 2012, Stembol, 255 r.) de lehengekî bi navê Berjen heye. Kurikekî gundî yê şivan e, 12-13 salî ye. Axaftinên wî di derheq dinyayê, jiyanê, evînê ne carinan wekî yekî 20-30 salî, carinan wekî yekî navsere heta yekî pîr tên hûnandin. Yanî axaftinên wî, hizrên wî ne li yekî di wî emrî de ne jî li kesayetiya kurikekî gundî dikin. Bi heman awayî lehengine din jî yên vê romanê gundî, parêzer, jin, mêr tev bi yek dengî, yek şêwazî dipeyivin, dihizirin. Ev jî dibe sebeba qelsîya bingehîn ya sazkirina karekteran.

Qonaxa Şervaniyê: Çawa mirov derbasî çîroka şervên dibe mirov pê dihese ku di dinyayeke lihevanî-çêkirî de ye. Ji ber ku di beşa berî wê de em ji bo guherîneke wisa nehatibûn amadekirin(Tenê rojeke îdê, gava Tasar diçe mala pirûkfiroşê ku jê hez dikir, li wir dibe guhdêrê axaftineke siyasî ku tê de behsa zilma dewletê û têkoşîna çekdarî tê kirin. Ev hinekî meraqa wî dixwerîne). Loma axaftin(monolog), psîkolojî û ‘binhiş’ê Siyabend rasteqîn çênebûye. Mirov ji tîpekî wekî Tasar welatparêziyeke xurt hêvî nake ku piştî demekê veguhere Siyabend. Herweha ew Tasarê feqîr î nezan î di dinyayeke piçûk de gava dibe Siyabend bi jiyana burjuwayê-bajarvaniyê, binhişê mirovan, psîkolojiyê dizane, wekî kesayetiyeke rewşebîr dikare xwerexneyeke dijwar bike. Dibe ku armanca nivîskêr –bi ixtîmala herî baş- li vir ev be ku jiyana gerîlatî xwedî feraseteke cihê ye û çawa kesayetiyeke nû diafirîne. Lê xwendevan bi vê qaneh nebe. Valahî hene û berdewam in. Her çi qas mafê gotinê dabe lenheng û leheng bipeyive jî, nivîskêr serî ji Siyabend sitandiye û êdî axaftinên wî reşenbîrane dibin. Heke mirov çîroka şervên serbixwe, ne li pey-li pêş çîrokên din bixîne çîrokeke xweş, wêrek, tîr e.

Qonaxa Ewaniyê: Ev romana ku li ser hokerên rasteqîn ên civaka kurd û psîkolojiya wê avabûyî di beşa ewaniyê de behsa bûyerên xemgîn, zilma ku dewletê bi destê hêzên xwe ên tarî kirine dike. Ev tîpa Sefa ku bûye îtirafkar û jê wêdetir bûye neferekî hêzên tarî ên dewletê wan salên şerê qirêj û kuştinên bê lêpirsîn bi rasteqînî dihûne. Li vir leheng her bi xwe re nakokiyan dijî û ev şêweyê jiyanê ji wî re zor tê –çi qasî dewam dike em nizanin- û gava gotina xayintiyê bi tifekê re li ser rûyê wî dikeve dev jê berdide. Di vê beşêde em êdî baş bi şerê li Kurdistanê dihesin, lê bandora psîkolojiya şer li ser civakê xuya nake. Di qonaxa yekemîn de jî ev kêmayî her hebû.

Qonaxa Evîndariyê: Lehengê me, Sefa çawa ji nav hêzên dewletê yên tarî xilas bû, di vê beşê de em pê nahisin. Sefa ji welêt, ji qada şer dûr dikeve diçe herêmeke din. Li vir dest bi jiyaneke hinekî aram dike. Li vir ya ku rasteqîniya tîp diêşîne ew e ku lehengê me ji ber kirinên xwe ên der-mirovî xemgîniyeke giran najî, wijdanê wî naêşe û bi xwe re nakeve nava vê lêpirsîne, ji ber van kirinên wî xewa wî xera nabe(Di beşa dawiyê de ev mikurhatin çêdibin, lê hê birîn nûbû, hê nû ji hêzên dewletê veqetiyayî ev psîkolojî hewce bû ku ew êş derketa). Yeke din jî tirsa hêzên dewletê ên tarî jî pê re çênabe, lê wî ji hêzeke wisa tarî der-zagonî qeriyaye û gelek bûyerên ku gelek ji wan di dahatuyê de karin pê bên sûcdarkirin bi hev re kirine. Kîjan hêz yekî ku van tiştan dizane bi rehetî destûra çûna wî dide? Û ew rêxistina ku wextekî şervanekî wê bû, piştî ku li dijî wê xebitî çawa hesaban jê nake, nafikire xwe bide efûkirin? Bexşandin ji aliyê gelve tê kirin, lê ji aiyê rêxistinê ve..?

Êdî li vê xaka dûrî şer û tirsê tenêtiyeke tîr lê dest dide. Her çiqas hewl dide li deriyê dilê evînekê dide jî rabirduya wî ya têr dijîtî û şaşiyên ku kirin nahêle ew derî vebe û rê nade jiyaneke pevrebûnê. Her wekî gelek qonaxên jiyana xwe di evînê de jî têk diçe.

Qonaxa Vegerê: Servekirina hinek girêkan(Girtin-radestbûna Siyabend, veqetîna Sefa ji nav hêzên dewletê, qezaya qemyonê û birîndariya Sefa) di qonaxa dawî de tê kirin. Dibe ku nivîskêr ji bo afiarndina ‘meraq’ê ev kiribe. Lê ji bo sergihayîkirina bûyer û psîkolojiyê beşên pey xwe re, kesayetî û helsûkewtên çîrokên duyemîn, sêyemîn, çaremîn bi serê mirov bikevin, di serê mirov de rûnin û bibin xwedî bandoreke xurt, ev servekirin di her beşekî de bihatana kirin ji aliyê sazkirina karekter ve bikêrhatîtir bû.   

Pêlên mikurhatinê, hesab ji xwe pirsînê li dilê wî didin. Di otobusê de heta digihîje welêt jî ev berdewam dike û her bi wê meraqê ye ka wê bê bexşandin an na. Lê dîsa jî gava lehengê me ji Sedat Aslanyürek û wan navên din dixwaze vegere, dîsa bibe Tasarê Mancêlî bi rûyekî nû cara pêşî wê bi darî bajariyên xwe, nasên xwe bikeve gava gihîşt bajarê xwe diviya hinekî nava wî bişewitiya, şerm bikira, rûyê wî biêşiya… lê di hinek monologên wî de wek zarokan bi kêf dipeyive(r.181-2), wekî ku ji zû ve bajariyên wî hembêza xwe vekiribin û li bendê bin. Nivîskar me nagihîjîne encameke teqez, lê îhtîmala bexşandina wî zindî dihêle, di xewnê de wî dibexşîne. Di dawiyê de wekî ku bajariyên wî, wê wî bibexşînin, belkî wê wî bidin xatirê sêwîtiya wî, an jî ji ber henûniya xwe, bexşîneriya xwe. Belê, bi piranî civak ji yên xerîb re dilfireh, bêhnfireh in, lê ji endamên xwe re bêhnteng û dilkevir in, hele civakeke wekî ya me ne yekgirtî û hokerên ku me ji hev dûr û parçe dikin pir zêde ne, ev bexşandin wisa hewante çênabe.  

Çavkanî:

Oğuz Atay, Günlük, wer. Tahsin Yücel, Weş. İletişim, Stenbol, 2012, r.224.

J.C.Caloni-J.C.Filloux, Eleştiri Kuramları, Weş. Kuzey , Enqere, 1984, r.98.

Lokman Ayebe, Gava Heyatê, Weş. Belkî, Stenbol, 2007.

Omer Dilsoz, Berbiska Zer, Weş. Avesta, 2012, Stenbol, r.255.

Berna Moran, Edebiyat Üzerine, Weş. İletişim, Stenbol, 2012. Kolektîf, Sanatta Sosyalist Gerçekçilik, wer. Feyyaz Şahin, Weş. Parşömen, Stenbol, 2011.

*Ev nivîs di kovara Wêje û Rexne de weşîyaye.

Yorum bırakın

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.