Gönderi tarihi 17 Eylül 20198 Mayıs 2020 in werger-helbest Palyaço – Turgut Uyar(?) I min çend kes kuştin di xewnên xwe de çend kîlo tê tenêtî çend cara pelixîm di bin barana havînê de belkî jî palyaço digirîn di sibehên duşeman de çi cara sîrk dihatin em kelogirî dibûn tim em kelogirî dibûn ji halê xweyî kenewer re kê ji kulîk û filan bêvanan hez nedikir “min hez nedikir” min got, “derew e” got palyaço ev got, palyaço got, min nivîsand min nivîsand, min nenivîsanda ez ê bigiriyama hemû kes digirî piçekê, ez jî girîm hema tenê ji bo vê girîm ev wekî ku bû şermezarî piçekê ez piçek piçikek bûm ji hemû tiştî duh ez piçekê hêrs bûbûm sermeselê sibê ez ê ji jinekê hez bikim piçekê piçek piçek ez kor bûm vê pêlê lê qedehên araqê vala nekin bila tu tişt kêm nebe heta ji tu tiştî jî be bila piçek bimîne II. ez guh nadim kerixîna xwe û hew ji ber ku divê her tişt bê pêjin dema xwe bijî şoreşek divê bê pêjin çêbibe sermeselê divê bawerî li hemû gotinên palyaço bê ma çima palyaço derewan bike ku ez palyaço bûma min ê nekirana ku xeratek bûma jî min ê nekirana Ez mirov bûma min ê derew nekirana! de îca we ji ku derxist tenêtiya palyaço çend kîlo tê qey palyaço de îca çima hûn didin rûyê min ku ez çîçikeke werdekeke palêsî me ez naxeyidim, pa ez naxeyidim bê palyaçoyek çiqas nexeyide ewqas, ez ewqasî naxeyidim araqê têkinê! Bila kêm nebe III. neqediya, ez ê binivîsim hê ku nenivîsim ez ê bigirîm lew wê bi şermezarî be piçekê ma wê demê em kî bûn, diçûn kû di her kuçeyê de em hinekî din kêm dibûn ez dizanim, bi şev carcaran dibû mij û moran carcaran wekî ku yekî dikir pistepist min digot “min nebihîst” “dîsa bêje!” wê gavê her tişt diket kirasê bêdengiyê kuçe hê bêhtir bi mij û moran palyaço bêhtir kelogirî dibûn û ez hê bêhtir rezîl dibûm digirîm piçekê ka bêje, tu kî yî, min nekişkişîne heta pêl dûvê min neke dibêjim têşîne, ez ê te bixerpijînim, dibêjim Bibeice, bibeice! dibêjim IV. wê rojê leqayî rûyê xwe bûm di lewheya îlanan de ez pêre pêre tirsiyam, çi nema vereşim “wisa ye” got palyaço “hemû kes rezîl e piçekê” “rûne li cihê xwe ûlan!” min got, pê de qîriyam ez carcaran diqîrim piçekê min got “araqê têke” “bila kêm nebe” ez carcaran kêm dibim piçekê ya rast em hemû kêm dibin piçekê ez paşê hînî vê bûm ya rast ez paşê hînî hemû tiştî bûm hemû kes paşê hev nas dike ez paşê hînî vê jî bûm sermeselê; wê rojê bi jinekê re şa bûm ne piçekê pir pê re şa bûm erê lê, wisa ye palyaço ez dibêm, ez hê nû hînî vê jî bûm şabûn jî kêmbûn e piçekê V. kê ji dengê çûkan hez nedikir ku “min hez nedikir” min got “derew e” got palyaço ev got palyaço got, min nivîsand min nenivîsanda, ez ê rezîl bibûma hem min roman jî nivîsand carcaran palyaço, dibêjim ku ne ji te bûya min ê çi bikira ez ê rezîl bûma belkî piçekê di her baranê de ez ê kevim binê erdê belkî ez ê kemaxên tu jinê maç nekim an jî ez ê ji bîr bikim tiştên ku paşê hîn bûme piço piço ez hîn dibim ku, dest rû, ew bedenên xwêhdayî û filan bêvan hemû tişt ji plastîkê bûn piçekê VI. de heydê em sirtakiyekê bigirin palyaço araqê têkê, dîsa em kêm bûn piçekê Werger: Brahîm Ronîzêr Bunu paylaş:TwitterFacebookBeğen Yükleniyor... İlgili