Ermen û Ermen / William Saroyan

Li bajarê Rostov derengî şevê gava ez di ber meyxaneyekê re derbas dibûm min garsonekî bi ser û cilên spî dît, min ji xwe re got hebe hebe ew Ermen e, loma min berê xwe da hundir û bi zimanê me min got, Hûn çawa ne, Malxirab, hûn çawa ne? Min çawa tê derxistibû ku e Ermen e nizanim, lê min tê derxistibû. Ew ne rengesmer bû, ne bêvilnikilî bû, ne porê wî stûr û himbiz bû, ne jî ji çavên wî yên jînbexşîn ên di nava serê wî de min ew nas kiribû. Belê, rengê wî, şiklê bêvila wî, por û çavê wî gelek tiş digot, lê ne yên Ermenan bûn. Qewmê me yekî xuyayî bû, û ez li ser riya Ermenîstanê bûm. Lê çibikim, ez xemgîn im. Ez gelekî xemgînim, Ermenîstan ne tu dever e. Tiştekî gelekî bi kul û keder e ku Ermenîstan nîne.

Devereke piçûk e Ermenîstan di nav axa Asyaya Piçûk de, lê ne wisa ye. Ew ne Ermenîstan e. Ew deverek e. Li wir dar û ber hene, çiya hene, çem û kanî hene, bajar hene, ev giş baş in xweş in, ev giş ne kêmî yên deverên din ên dinyayê ne, lê ew ne Ermenîstan e. Li wir tenê Ermen hene û terkeserî dinyayê bûne, ne li Ermenîstanê ne, ji ber ku Ermenîstan nîne, camêrno, ne Emerîka ye û ne  Îngilîstan e, û Frensa ye, û ne Îyalya ye, tenê dinya ye, camêrno.

Axir ez çûm hundirê meyxaneya piçûk a Rûsan ku silavekê li hemşeriyê xwe bikim, hemşeriyekî nenas li welatekî nenas.

Vy, got bi awayekî k udi zimanê me de ne lirê û gelekî komîk. Hûn?

Helbet ez jî, ez jî biyanî me. Kincên min, ser meselê. Şewqeya min, pêlava min, û belkî jî di rûdêna min de rengê Emerîka hebe.

Te ev der çawa dît?

Wekî dizekî, min got bi dilovanî, ez ji xwe re dimeşiyam. Tu ji kîjan bajarî yî? Tu li kû derê çêbûyî? (Bi Ermenîkî tu li kû derê ketî dinyayê?)

Li Mûşê , wî got. Tu diçî kû? Li vir çi dikî? Tu Ermen î. Ez ji ser û cilên te derdixim.

Mûş. Kêfa min ji Mûşê re tê. Ez dikarim ji bajarekî hez bikim, bajarekî ku min qet nedîtibe jî, ji holê rabûbe jî, bajarekî ku şêniyên wî hatibin qirkirin jî. Mûş ew bajar e bavê min di ciwaniya xwe de car caran diçû serdanê.

Şikir, çi baş bû ku min Ermenekî reşik î Mûşî dîtibû. Hûn nizanin bê çi qas baş bû ji bo Ermenekî ku ji Ermenîstanê bi dûr keve, biçe welatekî din ê li ser rûyê erdê. Ji bo yekî wekî vî, li meyxaneyekê. Li devereke weke vir, cihê vexwarinê. Bîraya genî di bîra kê de ye? Mêş di bîra kê de ne? Kêşe di bîra kê de ne, dîktatorî di bîra kê de ye? Gelekî hêsan e guherîna tiştan e.

Vy, wî got. Vy, (bi kêfxweşiyeke eşkere, hêdîka got) vy. Û tu bi zimanê me dipeyivî. Gelekî balkêş e ku te ji bîr nekiriye.

Û du qedeh anîn, ji bîraya genî ya rûsan dagirtin.

Û bi lebt û livên Ermenan gelek tişt digotin. Bi lêxistina enîşkên xwe û velerzîna digel pîkêniyên xwe. Bi sixêfên xwe. Bi tinazpêkirina dinyayê û fikrên xwe yên balkêş. Bi peyvên Ermenîkî, bi awirên xwe, bi lebt û livên xwe, bi kenê xwe, di nav van tiştên di heyra vejîna vî qewmî de, qewmê ebedî û dîsa xurt, di nav salên ku derbas dibin de, li bajarên xerabûyî, li paş bav û birayên kuştî, welatê jibîrbûyî, xewn û xeyalên jidestçûyî, dilên jîndar ên tarîbûyî û tije nifrîn.

Diviya bû min ew hêza ku vî nifşî têk dibe bidîta li dinyayê, ji bo wî qewmê ku ji komikek mirovên ne girîg pêk tê, ew mirovên ku dîroka wan xilas bû, ewên ku di şer û pevçûnan de li ber xwe dan û têk çûn, ewên ku hebûna wan parçe parçe bû, edebiyata wan nayê xwendin, muzîka wan nayê gotin, diayên wan nayên bihîstin êdî.

De heydê, wêran bike vî nifşî. Bihêle em dîsa navê 1915 an hildin. Li seranserî dinyayê şer e. Ermenîstanê wêran bike. Binêre heke ji te tê. Wan bişîna mala wan di nav çolistanê re. Wan bê nan û bê av bihêle. Mala wan xera bike, dêrên wan wêran bike. Binêre ka çawa dimînin li ser piyan an na. Binêre ka dîsa dikenin an na. Binêre ka dîsa ev qewm li ser piyan dimîne an na gava du kes ji wan li meyxaneyê bên cem hev, piştî bîst salan, pev re dikenin, bi zimanê xwe xeber didin an na. De heydê, ka çi ji destê te li hember vê. Binêre ka tu dikarî fikrên wan ên tinazker li hember dinyayê bidî şemirandin, tu kurê qehbikan, cotek Ermen pevre dipeyivin li ser rûyê dinyayê, de heydê ji te tê wan wêran bike.

Werger ji Îngilîzî: Brahîm Ronîzêr

William Saroyan; An Jî Aramê Aramînexwaz

William Saroyan; An Jî Aramê Aramînexwaz
 
William Saroyan sala 1908 an li California ji diya xwe re çêbûye. Malbata wî navê Aram lê daniye. Wek ku ji navê wî jî tê derxistin bi eslê xwe Ermen e û çîroka jiyana xwe -trajediya xwe- bi vî binhişî berdewam kiriye. Malbata wî ji Ermenên Bedlîsê ye. Berî ku William çêbibe bavê wî mecbûr dimîne ji welêt koç bike.
Saroyan hê di dibistana navîn de helwesta xwe a tund nîşanî feraseta perwerdehiya dewletê daye û zû ji xwendina xwe a dibistanê qeraye. Herweha gotiye: “Nebêjin qey hûnê tiştekî li min hîn bikin, herin li bêaqilan hîn bikin. Ez dikarim xwe bi xwe hîn bibim.’
William Saroyan çîroknûs û şanonivîsekî bijarte ye ku li seranserê dinyayê navê wî be geriyaye. William Saroyan kurê bavekî koçber û nivîskar e. Jiyana li xerîbiyê, feqîrî, bêçaretî ew mecbûr hiştiye ku di gelek karên kêmpere, zor û demdemî de bixebite. Ev tecrûbeya wî ya kar û têkiliyên wî ên civakê, kesên derdora wî ên koçber, belengaz, bêmal, dan û standina wî bi wan re giş nizilîne nivîsên wî. Loma gelek mijarên xwe, lehengên xwe ji vê jiyana bi bi êş û azar, zarokatiya xwe, kesên feqîr,  penaber û ‘hindikayî’ û kesên ku ji Anedolê reviyan hilbijartine.  Digel van mijarên ku hilbijartî çîrokên wî bi piranî xweşbîn(optîmîst) in.
Wek gelek nivîskarên mezin di serî de nivîsên wî nayên ecibandin-weşandin. Piştî ku çîrokeke(The Daring Young Man On The Flying Trapeze, 1934) wî di kovara ‘Story’ de belav dibe, li nivîsê germ dibe û seraqet dinivîse. Di kurtedemekê de civata wêjeyê giş bi William Saroyan diaxive. Gelek çîrokên xwe ji tecrûbeyên xwe hûnandine, ev carinan tama otobiyografiyê dide wan lê zimanê wî î helbestî çîrokan xurt dike. Bi şêwazê xwe î ku wek axêverekî dinivîsîne bala hemû kesî dikişîne. Di berhemên xwe de zêde cî nade lîstika peyvan û zimanekî asê, hêza afirîneriya wî di şêwazê rewan û hevgiriya nivîsê bixwe de ye. Paşê ji vî şêwazî re ‘Saroyanîk’ tê gotin. Di sala 1939 an de xelata Pulîtzer didinê(didin berhema wî a bi navê The Time Of Your Life). Ew vê xelatê wernagire û sedama wernegirtinê jî hemû kesî şaş dike. Dibêje ku ev berhema min ne ji yên berê baştir e, ne jî xerabtir e. Naketiye bin banê tu desthilatdariyan. Nexwestiye pênûsa wî bibe peyayê tu kesî û bibe alava propagandeyê ji tu derdoran re. Dema piyesa wî a bi navê  ‘The Human Comedy’  xelata Oscarê distîne jî guhnedêriya wî berdewam e û pê kêfxweş nabe.
Saroyan digel hemû kul û kederên li ser rûyê dinyayê û yên nivîskariyê jî xweşbîn e û heta henaseya xwe a dawî ji jiyanê re rûken bûye. Ji nivîskarekî ciwan re wisa dibêje: “Ku te bêhn da û stand kûr bistîne, ku te xwarin xwar tama wê bitsîne, ku tu razaryî neşikestî raze. Hewl bide ku tu bi hemû hebûna xwe bijî, ku tu kenî, têr bikene.” Rexnegirek di derheq kesayetiya Saroyan weha dibêje: “Wekî anarşîstekî neraziya wî li hember herkesî û hertiştî heye, ew mirovekî bîrkûr û giyanxurt e. Hevalê herî baş ê hemûkesî ye û di heman demê de neyarê wan î herîbaş e jî. Ew ne bi girseyê re meşiyaye ne jî wek wan jiyaye.  Serhildêrekî hir e ku rawestan jê re nîne.” 
Jiyana mirovan li ba wî pîroz e, jiyaneke bi rûmet. Yeko yeko jiyana van mirovan ji jiyana xeyalên neteweyî pêşdetir e. Jê re sosret hatiye ku mirov hemû hêza xwe ji bo tunekirina jiyanê xerc dikin, mirinê hêsan dikin, lê jiyanê xweş nakin. Pesindana şer, lehengî êdî divê ne benîştê devê mirovan bûya. Li gor wî divê êdî ne ‘netew’, divê ‘mirov’ hêja û baş bin. Bi van ramanên xwe ne ku netew û welat hêja nedidîtin û bêeslîtî diparast, lê ewqas şer û pevçûna li ser van mijaran li zora wî diçû. Aneku her bi xeyala dîtina cih û warê dê û bavê xwe jiyaye û di dawiyê de hatiye Bedlîsê, li wan cîwaran gav bi gav geriyaye. Ew kul ji dilê xwe derxistiye.
William Saroyan nivîsandinê pîroz dibîne û pesnê wê bi van rêzikan dide: “Xwedê mirov ji kesên nivîsjibîrkirî biparêze, ne ji kesên Xwedêjibîrkirî.”
Piştî heftê û sê salên berhemdêr, piştî ku gelek kula ji dilê xwe derdixe, bêyî ku bêhtir hinekan aciz bike xatirê xwe ji saxan dixwaze. 
Mixabin, wek ku ez zanim heta niha tu çîrokên wî wek pirtûk li Kurdî nehatine wergerandin, lê zû de heq dike camêrek vê zehmetê bikişîne.

Brahîm Ronîzêr