Jibîrbûyî / Oğuz Atay


“Ez di binê çatiyê de me delalo!” bi dengê bilind got di qulikê re ber bi jêr. “Kevnepirtûk pir pere dikin van rojan. Min dixwest li wan binêrim.” Gotina min a dawî bihîst gelo? “Ew der pir tarî ye aniha, bisek, ji te re fanosekê bînim.” Baş e. Rojeke aram e. Yekî digot di tevahiya jiyana xwe de tu seraqet li benda baldariyekê bûyî. Neynikeke ku bişirîna min biteyisîne hebûya; hinek jî ronahî. “Tu yê devereke xwe biêşînî di wê tariyê de.” Fanosek hil bû ber bi qulikê. Ronahiya di pêşiya dest de, eletexmînî quncikeke beredayî ronî kir; ev dest mist da. Dest winda bû. Çi difikire gelo? Bişirî: Dîsa difikire?
Bi salan bû hilnekişiyabû vê tarîtiya tije toz û tevnepîr. Hinek kêzikên çav li ronahiyê kirin vê de wê de reviyan. Tirsiya; lê, fikara ku wê sûdewer bibe hêz da wê. Belkî jî diviya bêyî tu tiştî bibêjim min ev kar pêk bianiya. Ne li benda min û bersivekê ye. Ev alîkarî ye ji bo wî? Nizanim, carinan ji nav dernakevim; nexasim gava serê min dike him û gum. Min dixwest bikaribim wek wî bifikirim. Ez raçavî xwe kirime bi hewla ku nehêle haya min jê çêbe. Ji min dipelikîne. Divê leza xwe bikim naxwe. Berê fanosê da dereke nêz; rismê dê û bavê wê. Di navbera wan de torbeyekî pêlavan, çend lembeyên şikestî. Çima ji hev qet hez nekirin? Ez ew çend tirsiyabûm ku wê bimirin. Torbe tev da: Ji bo baloya pêşî ku bi tualetê çûbûmê min ev li xwe kiribû. Her şev bi yekî re derdiketim ji bo dansê. Ya Rebbî! Çawa min wisa kiribû? Toza destê xwe bi dawa xwe hekand. Li pêlavên xwe yên mor nihêrt. Perçiqîbûn, kûfikî bûbûn. Fera çepê xist piyê xwe: Pîvana pîyê min qet neguheriye. Şerm kir; dîsa jî ji piyê xwe dernexist. Bi kulekî çend gav avêtin. Paşê xwe nêzî risman kir, çok da, anîn ber hev. Bi enîşka xwe toza wan paqij kir piçekî. Ez jî û xwe jî fêm nekirin. Ew çend ez giriyabûm ku. Li jêr ez ê karibim cihekî ji wan re bibînim. Li sefikê, li odeya sindoqan… ez tiştê pûç dibêjim. Min ew ji bîr nekirin, min ew ji bîr nekirin. Li ser rûyê bavê wê rûsariyeke bitifre hebû. Çênabe bi eynî dîwarî ve daleqînim. Hemû dûzena malê bi lez anî ber çavê xwe. Nedixwestin li ba hev bin; di tirbê de jî. Rahişte rismekî ji risman; fanos danîbû erdê, nedizanî rahiştiye kîjan rismî. Danî ser devereke piçekî bilind. Pelesûriyekê ew girt; çoka xwe li textekî xist. Şewişî, kete erdê; hêdîka ketibû. Degel nekir rabe, bi çarlepkî xwe gihand fanosê. Torbeyekî din jî. Vala kir; Rismên kevin! Dûr diket ji egera xwe. Divê ez nefikirim ku tahdê li min dike. Di rû de bêjim jî, divê nexim dilê xwe. Bi lez rism li erdê raxistin, fanos da rûyê van reşahiyên tozgirtî. Dibe ku min bar bikira xaniyekî din, dibe ku min ev tev danîbûna ba kesine ku min ê nema bidîtana. Rism pelandin: Ka tu lê, min çiqas risim kişandine ya Rebî! Gelekê wan jî baş derneketine. Bişirî: wî çaxî çiqas dirêj bûn dawa kirasan. Dirêjiyeke qebîh. Sekna mirovan jî komîk. Kî zane ji kîjan fîlmî ye? Min wekî ku ez dimeşim û ji nişka ve min serê xwe fitilandiye kiriye. Min li kê nihêrtiye gelo? Bi heman kirasî rismekî din jî. Yek li rex min heye. Risim di tozê de mabû. Tozgirtî jî be mirov xwe nas dike. Teliya xwe şil kir bi zimanê xwe, toz pêşî bû herî, paşê… Rûyê kenokî yê mêrê xwe yî pêşî dît di serê teliya xwe de. Ya Star! Wextekî ez jî zewicî bûm… paşê dîsa zewicî bûm. Mirov di rojekê de nagihîje cihekî, em çawa bikin? Nagihîje ku? Ji ber hestên navnenas, ji ber hestên nizanim ji wan re bêjim çi, em çiqas xemgîn bûbûn. Tewiya, ji erdê rahişt qevtek risim: Berî ev risim bê kişandin, çawa belesebeb min arîşeyek derxistibû, paşê jî min dabû rê çûbûm. Paşê çi bûbû? Paşê… tu li vir î axir… li vê malê. Naxwe paşê tiştek çênebû pê re. Ne xerab, ne jî baş: naxwe tu tişt. Belê min ev qet hîs nekir; wisa bê haydarî derbas bû ku… Nexêr, hişê te têkel bû; bi awayê hesanîtir gotinên te… Çi elaqa bi vê re heye? Lê belê min… wextê ez jê direviyam, çawa çêbû min serê xwe fitiland û ev risim kişand? Li cihekî piçekî bilind rûnişt, serê xwe xist nava destê xwe û ponijî. Rûyê wî jî kî dizane çawa ye? Herhal ez sûcdar im; ne gava risim dihat kişandin… belkî wê gavê ez mafdar im, helbet ez mafdar bûm. Gelekî berî vê… gelekî berî vê.
Pê re pê re xwest xwe bigihîne pirtûkan, zû zûka xwest ev rêwîtiya ber bi paşerojê biqede. Hewl da pêlava kevin ya baloyê ji piyê xwe derxe. Paşê, kir nekir şimika xwe ya pahniya wê girtî nedît. Bi şewişîn ber bi fanosê çû. Diviya sindoqa pirtûkan li quncika li pêş bûya. Lê li wir, komikek reşahiyên ku nedişibiya sindoqa pirtûkan hebû. Berê fanosê da vê komika ecêb. Teqepaşî bû: yek hebû li wir, yekî rûniştî. Ji dil hat ku rahêje fanosê û bi hemû hêza xwe ber bi qulikê bireve, nekarî biqeliqe. Bi tirsa di dil de, bi fanosê nêzî wî bû. Çi kiribe di emrê xwe de bi tirs kiribû. Naxwe wê ji zû de bê ser û birhan winda bibûya. Fanos da rûyê wî: Ya Rebî! Dildarê wê yê berê li wir dirêjkirî bû. Di tozê de mabû, tevnê girtibûyê, wekî hemû tiştê di binê çatiyê de. Wekî peykerekî kevin ê ku bi sindoqa pirtûkan û textê risiman ve bi tevnê hatibe girêdan. Çengê rastê li ser keviya maseyekê; teliyên wî wekî ku pênûsek di nav wan de be kumişî, di valahiyê de. Çokên wê lerizîn, diranên wê lev ketin, merşa di bin piyê wê de şemitî, pê re jî maseya risman ku li piyê wê ket qulibî. Çeng dîsa di valahiyê de ma: Bi tevnê bi çatiyê ve hatibû aliqandin. Bi vî destê xwe xwest çi bike? Xwest tiştekî binivîse? Çi heyf, ez ê qet pê nizanibim. Destê çepê li ser erdê bû, demançeyek tê de. Wax! Xwe kuştiye naxwe? Çênabe! Tiştek bikira min ê pê zanibûya; tiştên xwe hemû ji min re digotin. Me wisa ji hev re gotibû. Ez bi tena serê xwe nedihiştim.
Paşê hat bîra wê: Rojekê dergistiyê wê yê berê hilkişiyabû binê çatiyê, piştî pevçûneke mezin. Rojeke ku herdukan gotibû, êdî bes e. Kite bi kite anî bîra xwe: Belkî jî pevçûneke mezin neqewimîbû. Hinekî navbera wan ne xweş bû. Bişirî: Bi vê gotina ‘hinekî’ pir hêrs dibû. Di binê çatiyê de dev jê berdabû û bi bayê bezê xwe berdabû kuçeyê; bi mirina xwe dihisiya. Erê lê çima? Nedizanî; tenê dijwariya hestan mabû di hişê wê de. Paşê ‘ew’ dîtibû li kuçeyê; digel hemû xemgîniya xwe, hemû hîsên qelsiya xwe, girê mirinê jî, bê ka çima bi bandora çavên ‘wî’ cihêtiya wî ya ku mirov dikişand hisiyabû. Helbet wê rojê bi tena serê xwe vegeriyabû malê. Piştî vê jî çi qas bêhtir pir bi tenê vegeriyam malê. Aniha li hember min bipeyiviya ‘Çi qas bêhtir pir’ ma ev dibe? bigota. Li ser çokên xwe yên ku dilerizîn çok da, fanos da rûyê wî: Çavên wî beq, jîndar bûn. Dilê wê qabil nekir binihêre, berê xwe da tarîtiyê. Paşê nihêrt dîsa: dîsa ji hêza wî ya piştgir ya di arîşeyên man û nemanê de sûd girt. Qet xera nebûye; ez dereng nemabûma weha nedibû belkî. Li ber ket. Belê qet neguherîbû; wekî dîtina min a paşî ye, çavên wî jî vekirî ne. Bes, cihêtiyek heye di van çavên jîndar de: wekî ku her tiştî zane lê hestiyar nabe. Li bejna min nenihêre, nava min miriye êdî, weha ez ditirsandim. Min bawer nedikir. Ji min re tiştên wisa digotin çer ku miribû jî. Belkî dîsa li pey min e. Cihê xwe guherand. Min digotiyê tu li min nemiqate yî û ew xemgîn dikir. Na, li min nanihêre. Belkî jî diponije. Ji nişka ve diket axaftinê. Tu van tiştan gişan kengî difikire? min jê dipirsî. Bi tu hawî ez nabînim kengî li wan tiştan difikire. Na, bi rastî nemiriye; ji ber ku min ê nekariba bijiyama ku ew bimiriya. Ev dizanî. Min nedizanî ew çend li nêzî min e lê, min jê re gotibû, li cihê tu hebî ez dikarim bijîm ancex. Tu çawa bî bibe, hebûna te besî min e, min gotibûyê. Min ev berî pevçûnê bi gelekî jê re gotibû lê, dizanî ku pevçûna me wê tiştekî neguherîne. Paşê, tevî ku min pêlekê nexwest wî bibînim, tevî ku min dizanî li wir e, nediçûm binê çatiyê, dîsa jî wî dizanî ku ez li wî difikirim, bêyî wî nikarim bijîm. Paşê çima lê negeriyam? Bi tu hawî keys lê nehat; her cara ket bîra min astengiyek derket. Herhal li jêr dengine nû, hengameyek nû bihîst loma pêlekê daneket jêr. Hekena dizanî: Di navbera me de tu qîmetê bûnewerek nû nîn bû; em li ser van tevan axivîbûn. Heye ku ez jî li benda daketina wî mabim. Serê pêşî wisa ji min re hat ku dixwaze ez xemgîn bibim, danakeve. Paşê… axir bi tu hawî çênebû… min nekarî hilkişim: Hat û çûya malê, derdê debarê, xwarin, şûştin, paqijiya malê, guhdariya ‘wî’(wek zarokekî bû, pê nedibû guh bide xwe), mirina dê û bavê min, heyira kirina karinan, tim mecbûriyeta kirina karên ketin ser hev. Min ji bîr kir ku tu li wir, di binê çatiyê de yî axir. (Min ew ji bîr nekir helbet.) Çi zanim, mirovên hîn xemgîntir hebûn; bi wan re lebikîm. Herhal min hizir nekir tu yê ew qas di binê çatiyê de bimînî. Ez fikirîm, min got riyek dîtiye û çûye. Belkî kêlîkeke ez ne li malê… erê, hebe nebe wisa fikirîm. Wekî din min ê çi bikira? Ji bo bikaribim bijîm, hebûna wî hergav diviya. Bi awayekî din min hîs bikira, aniha miribûm. Herweha, çend cara ket dilê min ku hilkişim binê çatiyê. Nexasim ku min bibihîsta te xwe kuştiye bêfitû ez ê hilkişiyama. Min ê guhnedabûya xeyda me.
 Min bihîstibû an naxwe? Bi zena min carekê li jor dengek hatibû; min ji bê guman kiribû ku deng bi derî xistiye. Lê belê çawa dibe? Piştî gelek rojan pey wî re ku hilkişiyabû binê çatiyê min ev deng bihîstibû. Û ez bi rojan di quncikekî de quncifî mabûm. Neqeliqîbûm tu deveran. Berik berda bû xwe. Yan berdabû dilê xwe… Bi lerizîn tewiya: Divê li ser dilê wî binêrim. Kincên wî aliyê çepê riziyabûn; gava bi hêdîka dest dayê ji hev diriya. Birek kêzik ji nav derketin, vir de wir de reviyan. Min guhdêriya wî nekir, min kincên wî seh nekirin, belkî ji devereke dirûnfilitî kêzikan dest bi kohtina kincên wî kiribe. Paşê qul fireh kiribin. Bin kincên wî peland. Baş e ku ji bincilên wî wêdetir neçûne. Çermê wî wekî xwe ye. Çermê wî têr ne germ e lê, dilê wî di cihê xwe de ye herhal. Bi guman min aliyê çepê yê singa wî peland: Va ye li wir e, ez dizanim. Ez ê nejiyama an naxwe. (Diviya min an naxwe di serê hevokê de bigota; wê vêga bixeyide. Erê, her gav bi gotinên wî jiyam, aniha wê çi bigota.) Bi tenê ew qas jê xera bûye. Baş e. Vêga ez ê çawa karibim wî qanah bikim ku di vê demê gişî de bi wî re jiyam? Çawa wekî min ji bîr kiribe û li wî difikirim? Wê tê dernexe, wê li tiştê xwiyayî bawer bike, wê tê dernexe. Ji ber ku min yekî din dîtiye wê bifikire ku vê têkiliya nû her tişt daye jibîrkirin. Hekena hemû tişt di bîra min de ne; heta bi van kincên lê ku roja hilkişiyayî vir li xwe kiribûn. Fanos da ser laşê mirî: Di pişt tevna pîrê de rûdêneke wî ya mijoyî heye. Lê, devera ku min di nav tevnê re mist dayî hinekî reş e. Rismekî wekî xewnekê ye. Me bi hev re rismê xwe nekişandibûn. Wekî gelek tiştên din me ev jî bi hev re nekiribû; bi tu hawî çênebû. Keft û leftek, bê hedan kêferata hin tiştan… Ev çi kêferat bû, hewara çi bû? Heta roja hilkişiyayî binê çatiyê, li dûv tiştekî tiştekî din dihat muheqeq; qet hedan bi me neket, qet me tiştek dubare nekir. Paşê bi rojan di quncika xwe de mam; ne min tiştek xwar, ne fikirîm. Min seraqet çixare kişand. Min xanî kir halê ku debar lê nebe axir. Tevlîheviya layî dawiya şerekî lê peyda bû. Çer ku min ji rêk û pêkiyê hez dikir jî di nav çepelî û kirêtiyê de gevizîm. Bi vî hawî min ceza da xwe. Ji bo birevim kuçeyê, xwe bavêjim ‘wî’, min xwest hêvîsariyeke kujer bi min re çêbibe. Kî dizane? Belkî jî, te yê ji bo min ev tişên xerab bixwesta, loma ji te re dibêjim. Lê min hizir nekir ku tu yê bimirî, tu yê xwe bikujî. Min xeyal dikir ku tu yê li devereke dûr, qet nebe bi ya xwiyayî be jî, jiyaneke aram derbas bikî.
Kêzikeka ku dixwest ji ber ronahiyê bireve ber çavê wê ket, bi ser hişê xwe ve hat. Bi fanosê kêzik şopand; lawira kirêt hewl dida biçe jor bi tevnê ve. Tirsiya ku piyên kêzikê kincên wî bidirîne. Sal ser ve derbas bûbûn, wê xwe li ber hingivînekê ranegirtana, kî dizane? Va ye, bi qirika wî ve hildiperike, li ser dêma wî piçekî şewişî: riha wî hinekî hatiye loma; jixwe her roj nedixwest biqusîne. Kêzika ku ji ser dêmê berjortir çû, di navbera çav û guh de winda bû. Ez berê fanosê bidim wir gelo? Na. Tirsiya; mixabin di tarîtiya nîvronî de qula berikê dît. Gava bi lerizîn xwe paşve dida kêzik di heman qulê re derket. Di navbera piyên xwe de parçeyekî piçûk î gijik dikişkişand. Ecêbmayî berê fanosê da nava qulikê. Tîrêj teyisîn ser diwarên nava serê wî. Hey wax! Kêzikan mêjiyê wî xwaribû, aliyê herî nermik. Belkî jî kêzikê parçeyê paşî dibir. Xwe ranegirt: “Tu pir bi tenê hiştin dildarê min?” got. Ji xwarê ji qulikeke din dengê dildarê xwe bihîst:
“Ma te tiştek got cana min?”
Destê xwe bi heyirîn êxist sindoqa pirtûkan, “Na,” bersivand bi lezgînî. “Ez xwe bi xwe diaxivim.”    
 
 
Werger: Brahîm Ronîzêr