Safa Begê Wekî Hemû Kesî / Hasan Ali Toptaş

Safa Begê yek ji memûrên nifûsê, roja mehmiza xwe standî dikir ji bêhntengiyê bifetise. Wekî ku bêhntengiya wî bi rûyê wî ve ye û bi avê wê jê biçe, çû rûyê xwe şûşt. Bêhnekê di neynikê de bi xwe re rû bi rû ma. Çavên wî li bêhntengiya nenas ya li eniya wî, pelesûriya li ser lêvên wî geriyan. Paşê, ji bo rûyê xwe yê berê yî ronak ku gul dida bibîne, bîra xwe ber bi paşerojê dehf da. Di serdabên paşerojê de rastî gelek Safa Begên wekî aniha bêhnteng hat. Di nav tiliyên hemûyan de jî yan çixareyek, an jî di çavê wan de bêdengiyeke tarî, hema wisa dinihêrtin ji nîvê neynikê.

Li ber maseya xwe rûnişt. Xemginiyeke pirbask hatibû û hêlîna xwe di çavên wî de çêkiribû. Destê xwe ji karê xwe şûşt. Çaviyên maseya xwe girtin. Deng û awirên xwe ji odeya tengik a daîreya nifûsê da hev, kişand nava xwe.

Tevî ku jiyê wî ji sih û pêncan diborî qet blucîn li xwe nekiribûn, li vê fikirî Safa Beg. Lê diviya wî jî li xwe bikira, wekî hemû kesî. Wekî hemû kesî wî jî gava mehmiza xwe stand serê mehekê şevek tenê jî bûya diviya bi kêf û şahî, bi dilê xwe bijiya, diviya her roj çend saetan li klûba bajêr bilîsta, çend qirûş jê biçûna an jî qezenc bikirana. Herweha, çima ji xeynî çayê tiştekî din venedixwar? Sermeselê, araq? Merhebaya wî bi araqê re ew çend kêm bû ku Safa Beg gava li vê fikirî, heyirî. Di emrê xwe de yan carekê vexwaribû, yan du caran. Ew jî berî niha bi sedsalî, loma aniha ku tu bîra wî wekî lîmonekê biguvêşî qevtek bêhna araqê jî jê nanizile.

Ji ber masê rabû. Egera bêhntengiya xwe serder kiribû. Ev bêhntengiya ku ew diperçivand û dikir wî biteqîne ji ber vê bû, ew ne wekî hemû kesî bû. Ji bo bibe wekî hemû kesî jî Safa Beg, biryara vexwarinê da. Da hişê xwe ka bi kê re vexwe. Pêşî li yên li odê nihêrt. Paşê, ji xeynî jinan bê çi memûrên daîreya nifûsê hebûn anîn ber çavê xwe. Qedehek êxist destê wan, yeko yeko li wan nihêrt. Lê, çavê wî nebirî ku bi yekî ji wan re vexwe. Ev, ne ji ber ku ew kes li civata araqê nedihatin, ji ber tirsa wî bû. Ji ber ku hemû qedehên camî yên araqê dînin ber Safa Beg, nizane bi kîjanê çi tê vexwarin. Herhal di navbera taximê şîr û yê lîkorê de jî ferqek hebû. Paşê, meze? Pêşî yên germ tên xwarin, an yên sar? Kîjan meze rêhevala kîjan araqê ye? Bêguman awayê pêgirtina qedehê jî heye. Jê wêdetir, vexwarina araqê, ne kişandina alkolê bû bi qedehên camî ji bo nava mirov herhal. Diviya her qurta wê bibûya pîkêniyek, bibûya kaniya gotûbêjekê. Ma Safa Beg di jiyana xwe de çend caran vexwaribû, heta ku bi hesanî weke ku di tîprêzê de cetwelê îstatîstîkê çêbike, bikaribe bike?

Safa Beg fikirî heta saeta xebatê qediya. Axir biryara xwe da; wê bi tena serê xwe vexwara.

Çawa di deriyê resturanta ku araq lê tê vexwarin re kete hundir, li xwe heyirî. Nedizanî çawa tevbigere, li erdê binihêre, li pêşber, li maseyan, an li awîzeyên rengo rengo ên bi tewanê ve daleqandî. Nedizanî çi ji destên xwe jî bike ku ji nişka ve mezin bûbûn. Di nav maseyan re meşiya. Lê, gava ew dimeşiya salon kûr dibû, dîwarên bi kaxezên gulgulî wekî baskan vedibûn, fireh dibûn. Sekinî. Jê kirî hemû kesê rûniştî heme berê xwe didinê û lê dinihêrin. Bi dengekî pir nizm, wekî ku giş bexşîşên di berika garson de dixwaze maseya li qurçikê nîşan da û pirsî; “Ez karim li wir rûnim?”

Strana kelogirî ya ku hundirê xwaringehê didagirt heta qenc rûnenişt nebihîst. Dengê hundir ê ku bi dûmaneke tîr a çixarê difûrî, li bin guhê vî dîwarî wî diwarî diket, stran bi ax û ofên bi bêhna anasonê dihat guhdarîkirin, dîsa dihat guhdarikirin. Stran wisa pir li ser hev hat dubarekirin ku êdî Safa Beg hew tu gotin jê fam dikir.

Ji nişka ve hate hişê wî ku ev stran di jiyana wî de jî seraqet dihat gotin. Her sibeh saet tam di heftan de şiyar dibû. Gava bîst jê dibûrî çaya wî amade bû. Kar di heştan de ye. Lê, li heşt kêm pêncan, erê, tam pênc deqa berî heştan li ber maseya xwe ya li daîreyê ye Safa Beg. Dest bi kar kiriye, çavê wî û destê wî ji zû de di nav kaxezan de winda bûne jî. Dûv re navbera nîvro. Tiştekî seyr e, bi salan e navbera nîvro jê re weke saeta kar hatiye. Bi bayê bezê li mal e, bi bayê bezê li daîreyê ye. Gelek caran hê deriyê daîreyê venebûn ew vedigeriya. Wekî nobedar li wan deran hatûçû dikir. Bîst gav bi çepê derî ve, bîst gav bi rastê derî ve. Paydosa êvarê jî jê re eynî wekî fermana raketinê ye. Di ber xwe de bi minminî “Êvar baş” dibêje heta ku derdikeve ji daîrê. Çawa derket jî, di riya ku sibehê tê re hatî nîvro tê re çûyî, careke din wekî robotekî dimeşe, di bêhnekê de digihîje mala xwe.

 Hatûçûyeke din bi dubarekirina stranê re wekhev dît Safa Beg. Raqiya xwe kire qurtek. Kesereke kûr kişand. Awirên wî li ser kulîlkên naylon ên li ser masê geriyan kêlîkekê. Riya navbera mala wî û kargeha wî hate hişê wî. Riyeke ku bi heman xaniyan dorgirtî, heman mirov tê re tên û diçin, heman deng jê tên û bilind dibin, riyeke tamsar… Kî dizane belkî jî, di sêzdeh salan de bi meşîna heman riyê piyên wî, bi dîtina heman rengan çavên wî, bi bihîstina heman dengan guhên wî çi zû koh bûbûn? Heman, heman, heman… Ev heman di jiyana wî de ew çend pir bûn, ew çend pir bûn ku…

Raqî dagirt Safa Beg. Bêhna anasonê di nava wî de dişelqiya û di çavên wî re derdiket êdî. Coşa di pîkêniyên maseyan de nemabû, lalûte bûbûn êdî. Garsonê ku ji nav pîkeniyan derket bi kenekî rizîbûyî nêz bû; “We çi daxwazek din heye ezbenî?”

“Tune,” got Safa Beg.

Di wê navê de strana kelogirî dîsa dest pê kir. Safa Beg bi simbêlên xwe dilîze û ketiye gergerînekê di nava xwe de, li tiştekî digere di bîra xwe de. Li newayeke kurt ku dengê wê bi ser yê vê straanê bikeve, hûrestranek, dîlokeke nîvco… Bes, nedidît. Straneke ku jê hez dikir, yeke li ber dilê wî, yeke hema du rêzikî jî di nava wî de nînbû. 

 Bi hêrs xwe bi raqiyê ve gihand. Gava qedeh danî ser masê, ronahiya awîzeyan hinekî din kwîr bûbû, kulîlkên naylon hinekî din çilmisîbûn. Xwe bi masê girt û rabû ser xwe. Hesab da. Garson zûka ket milê wî.

“Heta ber texsiyê ez we bibim,” got.

Safa Beg keniya. Kenê wî tengik û tarî bû. Ber xwe ket ku nikare wekî hemû kesî nimzo bilindo bikene, gava kenî şirîqêniyê ji tiştinan bîne. Li çavên garson nihêrt wekî ku wê biçe û di nava wan de rûne; “Na,” got. “Ez ê bi xwe biçim, wekî hemû kesî!”

Di nava maseyan re dişewişî û dimeşî.

Piştî qasekê di texsiyekê de li paş rûniştî bû.

“Min li meydana ku peyker lê ye dîne,” got.

Kuçe, banên xaniyan û serşivên daran wekî xebateke pênûseke risas di nav bijangên wî re herikîn. Gava rawestiyan ji ser qotixên paş bi kotek xwe da hev.

“Heta bi malê ez te bibim,” got şofêr.

“Na,” got Safa Beg. “Ez ê hinekî bigerim. Ez ê li kuçeyên ku neketime wan, min ew nedîtin bigerim îşev. Jixwe, ez naxwazim di heman riyê re biçim malê.”

Peya bû. li çep û rastê xwe mêzand, wekî ku cara pêşî dinya didît. Bajar wekî dergûşeke ronak dihejiya. Stêrikên li ezmên jî ha weriyan, ha weriyan.

Hêrseke mezin hebû di nava wî de li dijî Kuçeya Demirci Efe, kuçeya ku diçû mala wî. Îşev çi dibû bila bibe wê neketibûna vê kuçeyê, wê yeko yeko li hemû kuçeyên bajêr bigeriya. Meşiya. Gavên xwe serbest berdabûn. Piştî deh deqîqeyan, berê xwe da kuçeya pêşî ku li rastê dizivirî.

“Ox çi xweş e!..” got wekî ku yek pê re hebe. “Tama gera kuçeyeke cihê çi xweş e.”

Gava ketibû kuçeyê lewheya ku li ser ‘Kuçeya Demirci Efe’ dinivîsî nedîtibû; bidîtina jî, bi qasî ku nikaribû bixwîne kamiran bû.  

Werger: B.Ronîzêr