Ji Kû Dîsa Hat Bîra Min…/ Bilge Karasu

rojekî gotibû ewk, tê bîra min, gotibû jin, na na, gotibû hûn jin, îca dilê min mabû, ez jê qeherîbûm gotibû neqehere, xwiyaye dîsa tu dixwazî bi ser min hilbî, lê hiş be, hiş be carekî guhdarî ke, gotibû ez ji vê diredir û pelpela te aciz bûm, ez wê gavê çima hiş bûm min çima bêdengî pejirand nizanim, gava got hûn jin divê ez bêdeng nemama, lê min hişsivikî kir, wek di hemû emrê xwe de min kirî, ew çend ne hişsivik bûma, ne min bavê wî dikir, rehma Xwedê lê be, cihê rebeno cinet be, ha yek ew bû hezkiriyekî min, wê tifaqa bêoxir ew ji min stand, ez ne hişsivik bûma ne min Reşîd dikir ne jî, ewk, heke ew li holê  nebûna min Reşîd nedikir, kî zane ez ê çiqas baş bibûma, na belkî hê xerabtir bibûma, ha di rûwê wî de, ji ber ku min jê hez dikir, wek delodîna, berî çêbibe bi gelekî di zikê min de pehîn davêtin hingî min meyla xwe dayê, ez ji bo nefsa wî, wiyê borekfiroş bikim bi ser de ew were dengê xwe li min bike, bibêje hiş be, bixwaze hiş bike, digel ku zanim ji min hez dike, ne guncaw e ji min hez neke, digel ku zanim ne guncaw e ji min hez neke, digel ku zane ji min bêhtir tu jin heta tu mêr jê hez nake hezkirina wan têr nake, dîsa jî dilê min dihişt, dengê xwe li min dikir, bi ser min hildibû, wê rojê çawa min ji ba xwe neqewirand, çawa min xwe neavêt behrê, hûn jin, hûn jin dibêje ji min re wek ku ez jî ji wan jinên din im, bila bibêje hûn jin gava ji yekî hez bikin kêmaniyên wî bibin perde bikevin ber çavê we jî hûn nabînin, bila bibêje hûn ê xwe nedîtî bikin nabêjim hûn naxwazin bibînin nabêjim hûn nikarin bibinin dibêjim, bila bibêje hûn nikarin bibînin ji ber ku hûn kor in, qaşo ez kêmaniyên wî nabînim, ma min kêmaniyên wî nedîtin qey, ez ji qehra difetisîm min tiştek nedigot, roj li min dibû jehr şev dibû roj, gotin ji min çênedibû dîsa min dengê xwe nedikir, ma min kêmaniyên wî nedidîtin, helbet min xwe nedîtî dikir, wî ev zanîbû, paşê bila rabe bibêje nabêjim hûn xwe nedîtî dikin nabînin, bila bibêje heke ew çavê ku wan bibînin li ser we hebûna jinîtiya we nedibû jinîtî, bila ji diya xwe ya ew di zikê xwe de gerandî ji bo nefsa wî her êş kişandî re jin bibêje, helbet ez jin im ez jin im lê di çavê wî de divê ez ne jin bûma, jixwe ji wextê wî di zikê min de aj da û vir ve ma jinîtiya min ma ku, bila bibêje hûn nabînin ji ber ku hûn kor in, erê, rojên berê, hemû çûn, çû ji min dûr ket dûrîtî ket navbeyna me ket navbeyna bedena me odeya me xwarina me tîna me, digel ku ji xeynî min tu kesî wî ji xeynî wî tu kesî min nîn bû, digel ku em li heman malê radibûn rûdiniştin an jî wer dixwiyan, ji min dûr ket paşê rojekê hat ba min siûda me em anîn cem hev, wek mesela keştiya ku diyar e wê noqav bibe mişk jî jê direvin hemû kesî ew berdaye Xwedê zane, tikîtenê maye ez hatime bîra wî dîsa, belkî ket dilê wî ku wê nexweş keve, delalîkê min li min vegeriya, ji dil ez heta niha li vê nefikirîbûm, ji min we ye çawa li min vegeriya çawa çav li min ket nexweş ket, ji min  we ye ji ber ku bêgav bû li min vegeriya loma xwe ranegirt, ji min we ye berde neçû xwar, qet û qet nehate hişê min, min bibexşîne Xwedayê min min bibexşîne ez ketim gunehê lawê xwe, belkî ez şaş im lê na na wele bêguman bêguman ji ber ku dizanîbû wê nexweş bikeve hîs dikir wê nexweş keve li min vegeriya, min jî xwest têbigihîje ku dilê min maye, sûc ê min e guneh ê min e, min bibexşîne Xwedayê min, min tu ji bîr kirî jinîtiya min li min dest da, çavê min kor bûbûn min nedidîtin tiştên diviya min bidîta min bikarîba bidîta, haqê wî hebû belkî jî, haqê wî hebû belê,

min bibexşîne Xwedayê min, dîsa jî ji bîra min naçe çawa li min vegeriya venegeriya nexweş ket ji bîra min naçe, nexweşî dibêjim demên xwe bi xwe dipeyivim jî, ji bilî nexweşiyê naxwazim tiştekî din di serê xwe de derbas jî bikim, hekena ya nexweşiyê nexweşî bû lê, hişê kurê min tevlîhev bû, dîn bû, nedixwest derkeve der digot wê min bikujin ma deng hengame nayê we li derve şer e Xweda dinyayê ceza dike ji cezakirinê re şeytan berda ser rûyê erdê, mêr tev wê bimirin ez naxwazim bimirim, tenê jinên ducanî wê bifilitin ew ê zarokan ênin hemû ne jinên qenc in ew hemû ne jinên qenc in lê zarokên wan divê qenc bin ew zarok wê zora şeytên bibin wê riya diçe ba Xwedê bibînin wê bibin kesên li gor dilê Xwedê jin ê nemirin, Xwedê hê di guhê min de gumeguma gotinên wî ye, wek ku vêga di ber guhê min de dubare dike, peyre peyre dengê çekan hew wek berê hat, rihet bû hedinî, sawa wî nemabû, digot Xwedê êdî ji xeynî zarokan kesek nikare te bibîne ji xeynî zarokên ku bi çepeliya dinyayê nelewitîn kesek nikare bigihîje te, wan çaxan li hundir digeriya êdî, me ranedizand, lê gava biyaniyek dihat malê, çawa dengê dêrî bihata tavilê direviya oda xwe derî li pişt xwe nifte çingale dikir, rûdinişt, di wan kêlîkan de tirsekî xwe berdida ser dilê min min li dêrî bixista çawa be jî min dizanî bersivê nade îca hêrs bibe bi ser de tiştekî ji xwe bike min di qulika dêrî re lê dimêzand, li quncikeke odê quncifandî rûdinişt, li erdê rûdinişt, min hêviyên xwe ji rihetbûna wî, min li min negire Xwedê, min ji te jî hêviyên xwe birîbûn, min bibexşîne, bibexşîne,

paşê got berçavk jê nehat xwar, li ku berçavkek bidîta êrîş dikir, çavên sax berçavkan navin digot, axir rojekê li berçavkê xwe pirsî, min got kurê min te şikand, lê nehat bîrê, got ku min çawa şikand dako, min wê kêlîkê fêm kir ku rihet bûye, min  ji te re şikir kir Xwedayê min; te dîsa bi destê min girt anîm ser derba xwe, min ji te re şikir kir Xwedayê min, min bibexşîne min bibexşîne,

gava min dît hew çavreşiyê davêje min ji kêfan min hew zanî çi bikim, tu nabêjî ez kor bûme, bi rastî ez kor bûme min nedîtiye ku çavreşiyê naavêje min, nexweşî wê bihata wî nexweşî wê bihata, loma wer tevdigeriya, çawa li min vegeriya bi min pev çû dîsa, digote dako dîsa jî pevçûn derdixist, nexweş ket paşê, rabû ser xwe, belê paşê dîsa ji min veqetiya, pênc sikak ketin navbeyna me vê carê pênc sikak sih û neh dergeh, sera li min dixe ez jî lê dixim lê naxwaze vegerê malê, kêlîka tê malê jixwe nêzîkî li deriyê oda xwe jî nake, dinîtiya wî wek ku di wê odê de wî dipe, ji odê ditirse ji deriyê wê jî lê belê aniha çawa be baştir e, dikeve oda xwe dinivîsîne dixwîne dixebite jî, her meh tê dibêje ha ji te re dako perê te, tiştek pere ji min re datîne, ez dilşad im dilşad im ji vê rewşa wî, pereyan datîne pir rûnane dipirse ka ez ê kengî biçim dîtina wî, jê re dibêjim ken tê ser rûyê wî difitile diçe, gava ser hev seriyan lê dixim ditirsim aciz bikim lê belê dîsa jî carekî dereng bimînim li min digere, Xwedê çi dibe dîsa vegerê mala xwe, min ê odeyeke din bidayê xanî yê min e çawa be dewlet serê Reşîd, debara me li ser vî xaniyî ye, rehma Xwedê lê be ez di qenciya Reşîd de mam ez gunihê wî ji xwe re dibim bi rastî lê hemû êşa jiyana xwe jî ji wî dizanim, axir vêga ne dora Reşîd e,

bes aniha naxwaze bê cem min, lê ez çaverê me, li hêviyê me, wê rojekê bê, wê ji hemû tiştî aciz bibe wê bêhnteng bibe wê bê, bêhnteng lê êdî wê nexweş nekeve, wê Xwedayê min wî bide xatirê min, wê di nav bêhntengiyê de be lê hemêza min vekiriye, ez çawa çaverê me dizane dizane dizane,

ji ku dîsa hate bîra min ew roj, ji bîra min naçe dîsa jî gotinên wî ên wê rojê, hat bîra min aniha bê em ser çi pev çûbûn, ser hevalekî wî, ew hevalê xwe î ku ne bi hêjayê serîk pîvaz e ser min re girt hingî, aniha jî belkî wilo dike lê êdî nayê ji min re behsa hevalê xwe nake, ji wî we ye ez hew çavnebariya wan dikim loma, kirinên xwe êdî naye yeko yeko li serê min naxe, heyamekî dihat wilo dikir lê, êdî ji wî kirî min dev ji çavnebariyê berdaye, lê belê hê jî ez ez ez naxwazim bêhnekî wî bi kesekî re parve bikim, ji dostên wî heval hogirên wî heçî ku hezkirina min parve bike dihesidim, lê min kengî li balê çavnebariya xwe diyar kiriye ku, min çi gotibe ji qenciya wî re gotiye, çawa dilê min ê ragirta bi dan û stadina wî dostaniya wî ya bi kesên bêser û ber re, min ji tevan ancex yek dido ecibandin, ma jixwe tevan ew tenê nehiştin, dema nexweş ket yekî tenê hat lê pirsî qey, jixwe tu caran wan jê hez nekir, wî ji wan hez kir agir ket dilê wî xew neket çavê wî çi ji destê wî hat kir sewa wan  şeva wî roja wî herimî ji bo nefsa wan, besî wî bû hebûna wan kêlîka li ba wî bûna, ji kesî dawa hezkirinê nekir, ma ji vê jî ne haydar bûm qey, lê vê gavê tiştekî nabêje êdî, dibêje hizûr carcaran dibêje hizûr dibişire, carek têbigihîşta ku jê hez nakin jî,

tu cavnebariyê dikî digot hingî, tu çavnebariyê dikî şerm e ji te re, belê min çavnebariya xwe ji xwe bi xwe re jî eşkere nedikir, çawa zimanê wî geriyabû wisa gotibû, hûn jin, kêmaniya me ev bûye, erê em naxwazin kêmaniyên hezkiriyên me hebin, kêmaniyên wan hebin em xwe nedîtî dikin, lê nexêr em kor in em nikarin bibînin, na bi serê te na min gotibû wê rojê, min gotibû çavê jinekî ji çavê deh mêran çêtir dibîne rastiyê, bawer nekiribû, neketibû serê wî, li min guhdarî nedikir hingî, de heyra qey kengî xwest li min guhdarî bike, timûdayîm ew dipeyivî, min dema dikir ku tiştekî bêjim tavilê dixwest hiş bibim, ez jî li gotinê nediheyîrîm, dema min digot ez ya rast didim ber te loma tu hêrs dibî dixwazî min hiş bikî hê bêhtir diqeherî difûrî, çi dihat ser zimanê wî digot roja me herduka jî dibû jehr û ziqûm di rûyê wî de, hekena min kengî ya şaş da ber wî ku, min kengî tiştekî ne li rê da ber, lê xweş xwiyaye nedixwest rastî jê re bê gotin, tim û dayîm ji min hat xwestin ku derewan bikim, bi maweyê emrê min bi maweyê emrê min, 

pêşî me bi bavê wî re jiyaneke derewîn borand, çiqas min hewl da ku ew têkelî vê jiyana derewîn nebe nebihîze, bi ya min bûya min nedihişt bi kesekî re rabe û rûne, lê bavê wî, rebeno ji dil bavîtî jê re kir, çiqas jê hez dikir, Muşvîk jî Muşvîk jî pakopîso rûmeta wî digirt lê carek bi tenê jî ji bo xweşkirina dilê wî be jî jê re nekenî xwe neavêt hemêza wî negot yabo, wekî ku zanîbû lê îmkana wê nîn bû wê ji ku zanîba, paşê dema nexweş ket tiştine wer gotin hey gotin lê min guh nedayê, him jixwe ew gotinên kêlîka din gotin nehatibûn bîra min, min jî ji bîr kir naxwe, nikaribû bizaniya lê kurikekî dilwaswasî bû, bavê wî bavê wî mêrekî pir cihê bû ji min pir hez dikir, Reşîd jî wî jî carekî ji min re negot tu şaş dibêjî, Reşîd dizanî ji dêla şaşîtiyê min bêdengî dibijart, gava min tiştek digot dizanî ku rast e digot tu ya rast çêtir dizanî, Muşvîk, kurê min, tu carî nexwest tiştekî weha ji min re bibêje, ji wî bipirsin wê bibêje her gotina wê xelet her gotina wê şaş e, axir belê, wê rojê Xwedayê min xwest min biceribîne qey, gotinek weha bi kurê min da gotin,

qey ez jî çima vî qasî li vê asê mam, pa ez çi zanim vêga hat bîra min, hûn jin kor in gava hûn ji zilamekî hez bikin kêmaniyeke wî a piçûçik jî hûn nabînin dibêje, na negotibû kêmaniyeke piçûçik, gotibû ewk, hûn kêmaniyekê bi tenê nabînin lê bila carekê bixelite li hember we sûcekî piçûçik bike, erê weha gotibû, li hember we gotibû hingî perdeyeke din tê ser çavê we, êdî şûr bi diranê xwe bi sarî bicû jî li darê dinyayê di çavê we de ew bû kesê herî xerab, ne derew e jî ha, mirovek baş be baş xerab be xerab e, ma xêr ji zilamê ku dila bişkîne tê, wî dilê min gelek caran şikand, lê çi bikim kurê min e, çi bike ez lê nagirim ez ê wî bibexşînim, ez ê dîsa layî berê jê hez bikim, qet neke neşkîne çêtir e helbet, lê kîjan kur dilê diya xwe naşkîne nexasim ku dayikek wek min miriyê kurê xwe be, lê ma wisa hêsa dayikeke ku wek min ji kurê xwe hez dike peyde dibe, kîjan dayikê bi qasî min xwe fida kir, kîjan dayikê wekî min di oxira kurê xwe de ciwantiya xwe bi avê de berda, ax ji ku hatin bîra min ev, xewa min herimî, ji ku hatin bîra min vê nîvê şevê, pêxeber e ku hê jî di nîvê şevan de bi taswas xewa min diherime, pêxeber jî be wê tê bihigihîje xwene, belkî hêrs jî bibe lê na hêrs nabe êdî hêrs nabe, belkî jî hînî hezkirinê bû, Xwedê zane hînî hizûra hezkirinê bû, hê wê roja ha em herdu bi bîr ve çûbûn, em çûbûn  hey çûbûn, ji nişka ve hilçenî, got dayê tekane riya diçe ba Xwedê di evînê re derbas dibe bi maweyê emrê xwe em herduk li vê geriyan te nedît belê min dît, got ku evîna mirovekî xwarin vexwarin lixwekirin raketin wek minekariya binbariya li hember Xwedê te xwest pêşan bike tu li vê geriyayî lê min dît, heçî hînî hezkirinê nebe vê weha dibêje qey,

lê hînî hezkirinê bûbe jî dîsa naxwaze xewa min ji bo wî herimî be dîsa tênagihîje, dayika min cihê wê cinet be, çima hate xewna min, ma dîsa wê tiştek bê serê me, ez radiwestam, şibakeyên mala me ên li hemberî behrê pir bûn belê min ji yekê pir hez dikir, min ji Hîsarê heta bi Arnavutkoyê hamû der didîtin gava li ser sedrê rûdiniştim, Muşvîk bi ber singa min ve bû, min şîr dida, gava şîrê min dimêt wek her carî bi kêf dikir himûgim, digel ku tirsa wê bixeniqe bi min re çêdibû jî min singa xwe ji devê wî nedikêşa, çavên wî dişeqitîn, kwîr dibûn bel dibûn miç dibûn di her daqultandina wî de, ez ji lênihêrtinê têr nedibûm, ez li bavê kurik ê ku ew nedîtî difikirîm digirîm, Reşîd hê li holê nîne hê bi wî re nezewicîme, li odê bi tena serê xwe bûm, li pêşberî min vapûr dibûrîn, di pêşberî koşka me re kêm caran vapûr dibûrîn, ji nişka ve vapûrekê xwiya kir li ber rixtimê, li pîpîkê xist, mirin bû ev keştî, hatibû lawê min ji min bistîne, Muşvîk hê singa min bernedabû, hişk pê girtibû, vapûrê careke dî li pîpîkê xist, dengê vapûrê tûj î dijwar bû, kesek li malê nîn bû ez tenê bûm, vapûrê piştî ku careke din li pipîkê xist ji nişka ve kete riya xwe çû, gava min di şibakeyeke din re mêzand min nedît, diya min hate odê, ez bizdiyam, min Muşvîk bi ser singa xwe de didewisand, dayê dayika min bi wî rûwê xwe î spî spî porê xwe î berfî î zirav çirûskî bi kirasê xwe î reş î qîrî dayika min hate ba min, got netirse keça min kesek nikare lawê te ji te bistîne, heta îro kîjan dayikê zaroka xwe bi dest xelkê ve berdaye, min tiştekî weha nedîtiye nebînaye, dayik dimire zaroka xwe bernade, paşê li rûyê wî nihêrî, got ev kurik têr bûye, ma tu nabînî, çima tu hê jî şîr didî, xewa wî tê êdî wê di xew ve biçe, ka wî bide min, min li rûyê diya xwe nihêrî ne dayika min a rûşîrîn bû ya li pêş min, yeke biyanî rûxerab bû dixwest sebiyê min ji min bistîne bi fena, çavê Muşvîk girtî bûn, lê ji kêfan re girtibûn, têr nexwaribû hê, dimêt, min hîs dikir ku şîr ji hestiyên min dinizile diherike singê min, çawa min ê bidayê, min got ne te digot dayikek zaroka xwe nade kesekî bi dev kesekî ve bernade bimire jî zaroka xwe dihebîne disitirîne, wê gavê jinik keniya, ji nişka ve min xwe li çolekî dît, jinikê bi ken dida dû min ez direviyam, Muşvîk di ber singa min de hê jî şîrê xwe dimêt, şîr nedihat êdî, kurê min dest bi girî kir, ez direviyam wê jinikê dida dû min, giriyê kurê min û kenê jinikê li hev helbilî, hingî li dûr min diya xwe dît, çengê xwe kiribûn bask ji min re digot bibeze were ew westiya bêhna wê çikiya êdî nikare bigihîje te, bi bêhnefişkê min dida hevrêz, jinik pir li jêr mabû, çi nemabû xwe bavêjim hemêza diya xwe, Muşvîk seraqet digirî, min got dayê şîrê min çikiya, diya min serê xwe hejand, tam ez ê bigihamê, ji ber çavan wenda bû çû bû sir, Muşvîk hedinî, çiçika min gez kir, berê xwe fitiland paşê, hişyar bûm, di xwêdanê de mabûm, xew li min herimî, gava Muşvîk berê xwe fitiland wek bi çavê xwe ji min re bibêje tu dayikek biqisûr î şîrê te çikiya, ma şîrê dayikekê ji tirsa diçike, min kengî qisûrek kir, min kengî yeke wî kir didu, gava min digot bi wan mirovan re nede û nestîne min qisûr dikir, Muşvîk gava ew dianîn malê min carekî jî devê xwe vedikir tiştek digot qey, lê zarokine neqenc bêfedî bûn, wî ji wan hez dikir her tim min qisûrê wan didîtin, ma loma jin biqsûr dibin, ma ji bo ku rastiyê dibêjin, ax ez piçekî raketama, divê ez sibê herim wî bibînim, divê pê şa bibim destê xwe ser serê wî re bibim divê maç bikim divê qisûrê wî nedim rûyê wî divê wî bibexşînim, Xwedê min bibexşîne, ez jin im ma ne dayik im?

min ji wî re, ji bo xatirê wî ji hevalê wî re çîrok digotin berê, rojekê dilê min jê mabû çar salî bû min dikir wî li mal bihêlim derkevim di pey min re bi melûlî dimêzand min bi keviya çavan didît wek ku wê bigirî rûwê xwe guvaşt paşê hêvîsariyek xedar hat ser rûwê wî got heke tu min bihêlî biçî ez ê jî ba kim ereb bila were min bixwe, çi dibe çi dibe ku aniha jî heman tiştî bibêje, ma wê çi bibe ku aniha jî bibêje dako ka çîrokekî ji min re bibêje?            

    Werger: Brahîm Ronîzêr

Yorum bırakın

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.